Romana jineke têkoşer

Nûçeyên Forum

Şemî 18 Nîsan 2026 - 07:30

  • Di pêvajoya dîrokê, diroka dûr û dirêj de rewşa jinan ewqasî bi rêzdarî û himmet nehatiye nivîsîn. Hin jê derketine pêş, lê ew bi hişmendiya mêran / mêrantî hatine şîrovekirin û nirxandin.

FERATÊ DENGIZÎ

Li bin vê rojê, vê tavê û li ser vê xakê çi hate jiyîn, gelo em rast dizanin? Nexasim ku mijar jiyana li ser xaka pîroz, xaka Kurdistan, Enedolê û Mezopotamya be! Piştî Neolîtîkê ku jin ket bin destên mêran, yanî nêzîkî ji pênc hezar salan û vir ve, mirov dikare bibêje ku dîrok ango jiyan çîroka ketina jînê / jinan e.

 

Ez ê dest ji dûrçûnê berdim û werim jiyana me Kurdan. Ji rojê ku wek keçik ji diya xwe re dibin û vir ve ew dûrketiya dilan û dûrketiya ber çavan in, mînakên awarte her dem hene. Cara pêşîn wek sermaye lê tê nerîn; hilbet dê her jê re dilheze lê ma peyva wê pere dike; ew bê dilî xwe wek cinsê, zayenda duyemîn e, mafê wê yî bijartin û axaftinê nîne, her di tengasiyê de ye, diesire. Berendama berdêliyê, berdesta kurap an jî kurxal e, malê malbat, azbet û eşîrê ye, kes napirsê ka dilê te çi dixwaze, çi dihebîne, tev dilgirtin û evînî bi serê xwe pirsgirêkek civakî ye. Cara ewil bêdil ji dayê wek keç tê dinyê û civak barê zayendiya duyemîn, sêyemîn lê bar dike, newekheviyek zayenda civakî mîna çarenûsa wê ye, çarenûsa jinê ya jinan e. Jixwe ku civaka wê bindest be ew du-sê caran bindest e; çi çînî, çi zayendî, çi netewî, ci civakî… weylo hebûn jê re derdê mezin. Bi pirî ew jî vê rewşê dipejirîne. Hebûna wê li ser zayenda civakî ya newekeviyê ye.

 

Îja ma jiyan wisa ye? Ma berxwedan, rohnayî, lêgerîn nîne. Hilbet her dem hêvî û serhildan, lêgerîna azadiyê heye. Li welatê me Kurdan bi destpêka şoreşgeriya demî û hêza Apogeriyê hêvî bû rohnayî ji ijnê re, ji jinan re. Nexasim nirxandin û pêkanîna jineolojiyê yên Rêzdar A. Ocalan, pratîk û pêkhateya jiyanê, azadî ber bi evînê bir ji bonî jinan…

 

Romana Evîna Dilan a nivîskar Gulistan Kanîreş di şexsê jina bi nav Xunav a têkildarî Evîn Goyî ku li Parisê hat qetilkirin de, wek kurtejiyana jinên Kurdistanê yan jî tevayê jinên cîhanê ye. Tîrêjek ronahî hatiye jenîn û ravekirin, wek masiyê ku bêriya ava xwe kiribe, masiyê ji ava xwe dûrketî bi hesret û keder e, belkî ber bi azadiyê ve çûyina mirovahiyê ye. Dixwazim peyvê bidimê;

 

“Hevala Xunav, kes te sûcdar nake lê divê tu telefonê bi jiyana xwe ve girênedî. Tu nû hatiyî vir, dibe ku carinan agirê dilê te rabe…” Sosin ket nevberê û got:“Em te fêm dikin lê divê tu nêzîkbûna me ji xwe re mîna dayîna ceza nebînî. Hewldana me ji bo bextewariya pêşeroja te û zarokên te ye. Bi girî û hestiyarî nabe. Ji bîr neke, bi bêdengî û sebrê hêvî mezin dibin.” Min fêm kir ku telefonê nadin…” (Rp. 66)

 

Bila ev çend rêz diyarî hestên nepenî û bêrave bin: Ka çi dibêje hebûn / çi dibêje jiyan / bêsînorî û hêz çiye / Hezkirin xweşikî û azadî / Nexwe bedewî / Bedewiye lêgerîn / Baş e ku tu heyî / Taca serê min e(E)vîn.

 

Pergala heyî ji newekheviya zayendî naîntîne, pê xweş e, bi ya wan bila jin bindest be, wisa bi pergala mêrane xweş e. Wisa elimîne. Jiyan ji jinan re zilindar be jî ne xem! Lê dem ji jinê re lêhatiye, rêber û sazmendiya xwe dîtine, rêsane!

 

“Parêzer serê xwe hejand û kaxizek li ber min danî. Min kaxiz îmze kir û dirêjî destê wî kir û em derketin. Di wan pênç mehan de Fatîmaya libnanî, Gîzelaya îtalyan, Annaya rûs, Laûraya alman û gelek jinên ji neteweyên din hatin saziyê û çûn. Hin ji wan demeke kin. Hin jî demeke dirêj man. Bi taybetî jinên xwedî zarok ofîsa ciwanan (Jugendamt) bi hevkariya saziyê re li gorî rewşê li çareseriyê digeriyan. Jinên ku rewşa wan di xeteriyê de bûna ew dibirin di stargehên jinan de bi cih dikirin…” (Rp.112)

 

“Newroz ne tenê cejna biharê ye. Agirê bedenên Zekiye, Rehşan, Rohnayî  Bêrîvanan yê li kolanên Ewrûpayê çirûskên bedenên wan veguherî agirê azadiyê ye… (Rp.113)

 

Bi rastî ev roman hest û ûjdanên mirov radike ser piyan, dike ku rastityê bibîne. Bi rasti ji ev romana jinan a jinên ber li heqîqetê ye. Lê mirov dibêje qey jiyan bi serê xwe diherike lê na, çendî jiyanên veşartî û heqîqet heye! Têkiliya jin û mêran ne ser bi ser e, mêr her xwe serdest dibîne û pê bawer e ku ev heqê wan e, lê na… Ma jin her wehîd û bêkes in! Ma jiyana newekhev ne bêrêtî ye. Wele bindestî tirafa êgir e, tew ku bi hezkirinê hatibe xapandin!

 

Dixwazim çend şaşiyên (bi ya min) deranînê yên nivîskar jî parve bikim û biqedînim;

 

-min xwe li ser derinceyê berda (Rp.46) / na, min xwe bi derenceyê berda dê rast be.

-xêrhatina me kir (Rp.15-86) / na, xêrhatin da me

-Ez li ser qenepeyê rabûm (Rp.102) / na, ji ser qenepeyê rabûm

-te xew nekir?(Rp.190) / na, tu raneketî? yan tu ranezayî?

 

Baldarî, lêkolîn dê baş be.

----

Li Parîsê Stêrk Xuricîn

Evîna Dilan

Gulîstan Kanîreş

Roman

209 rûpel

Weşanxana J&J-2025

-----

Bê hêviya xwendin, dîtina heqîqetê û sûdwergirtinê!..

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.