
- Mîna Qazî, jineke Kurd e, jîr e, zanaye û berxwedêr e. Hem jina mala ye, hem dayik e û hem jî pêşkêşek e. Kurd dibêjin;’’ Şêr şêre, çi jin e çi mêr e.’’ Mîna Xatûn jî şêreke sereke ye.
FEYSEL OZDEMÎR
Mîna Xatûn, di 1908’an de li Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinyayê. Hevsera Qazî Muhammed e, di nav avakerên Dewleta Mahabdê de cîh girtiye.
Mîna Xatûn, keça malbateke mezin, ji herêma Mukiriyan e. Di 19 saliya xwe de bi Qazî Muhamed re dizewice. Li gorî dema xwe xwendevan e, pir xwe pêş dixe. Di avakirina dewleta Mahabadê de cîh digre û dixwaze ku hemû jinên Kurd jî bixe nava kar û xebatan. Her wiha keça wê ya mezin Îsmet Xatunde jê re destek e û bi pê re di nav tevgerê de ye.
Li ser vê bingehê gelek jinên zana û jîr dide hev û dixwazin ku di nav xebatên siyasî de cîh bigirin. Li hember vê yekê ji nav gel bertek tên dayîn. Hinek kes ji Qazî Muhamed pirs dikin: “ Ma tu bûyî kafir? Ma jin dikarin di nav xebatên siyasî de cîh bigrin? Ev li dijî îslamê ye.’’ Qazî Muhamed li dijberî van kesan disekine û piştgiriya jinan dike. Mîna Xatûn jî li hember van gotinan xwe dide pejirandin û xebatên xwe didomîne.
Mîna Xatûn, di civakeke wisa feodal û ku bi ola îslamê hatiye hevîrkirin de ‘’ Yekîtiya Afretên (jinên) Kurdistanê’’ ava dike. Her wiha ji Serokê Komarê Qazî Muhamed daxwaz dikin ku jinên Kurd jî di nav hemû xebatên siyasî de cîh bigrin. Ev daxwaz tê pejirandin. Mîna Xatûn, ji jinan re wiha dibêje: “ hemû giftûgoyên xwe, pirsgirêkên xwe bê tirs bînin ziman û ji bo çareserkirinê pêşniyarên xwe bikin.’’ Piştre jî daxuyanameyekê belav dikin. Di daxuyanamê de ji her kesî tê xwestin ku êdî zewaca bi kotekî ango ya bê dil neyê kirin. Berdêlî ango guhirandina keçan bi hev careke din pêk neyê û hemû neheqiyên li dijî mafê jinê were rawestandin.
Ev daxuyanî û hişmendî di dema xwe de helwesteke herî modern û pêşketî ye. Bi taybetî di wê demê de di Rojhilata Navîn de weke şoreşekê ye. Bi vî rengî jinên Kurd di Dewleta Mahabadê de dibin xweî erkek siyasetê.
Di girtina Qazî Muhamed de Mîna Xatûn pir xemgîn dibe. Dema cezayê darvekirinê didin, dilê Mîna Xatûn dişewite, xwe nagre stêrk ji çavên wê tên xwarê. Qazî Muhamed dibîne ku Mîna Xatûn digrî dengê xwe lê dike: “ Negrî! Tu çima digrî? Girîn li jinên Kurd nayê.” Lê Mîna Xatûn, jinek dilşewat, henûn, dilovan bû. Ji her tiştî pirtir dayik bû. Nikaribû li stêrkên çavên xwe xwedî derketa. Ji ber gotina delalê dilê xwe, hevserê xwe, lehengê xwe bend kişande pêşiya stêrkên çavên xwe û êdî stêrkên xwe rijandin nava xwe li ser wê kezeba şewitî. Jixwe ji dîrokê ve jinên Kurd stêrkên çavên xwe tim dirjînin ser dilê xwe…
Piştî darvekirina Qazî Muhamed û hilweşandina Dewleta Mahabadê, Mîna Xatûn ji welatparêziyê qet tavîz neda, têkoşîna xwe ya kurdewariyê dom kir heta çû ser dilovaniya xwe. Pir caran Dewleta Îranê ew binçav kiriye, ew xistiye zindanan û pê tadayî lê kiriye. Qet teslîm nebûye heta jiyana xwe ji dest dide. Mîna Xatûn di 1998’an de li bajarê Mahabadê diçe ser diolvaniya xwe. Berî ku rehmet bike li ser rewşa gelê Kurd weha dibêje :” Sozê yekîtiya Kurdan bidin min, ez ê mizginiya serxwebûna dewletek Kurd bidim we. Lewra yekîtiya hêzên siyasî yên Kurdistanê dermanê hemû derd û xeman e. Ger ku Gelê Kurd yekîtiya xwe pêk bîne avakirina dewletê pir hêsan e. Ez bawer im ku di demeke kurt de Gelê Kurd di dinyayê de weke neteweyekê wê were naskirin. Daxwaziya Qazî Muhamed a dîrokî jî ev bû.’’
Bi vî rengî Mîna Qazî di rûpelên dîroka gelê Kurd de weke jineke welatparêz û leheng ciyê xwe stad. Giyana vê xatûna delal weke Çemê Dicle û Firatê li nav jinên Kurd belav bû.







