Mirov, jiyan û wijdan

Nûçeyên Forum

Pêncşem 9 Nîsan 2026 - 07:00

  • Mirov tenê wekî laşekî vala nayê dinyayê; ew di heman demê de bi hişmendiyeke ku li wateyê digere, tê dinyayê.  Ev hişmendî, ku di nav tevliheviyên jiyanê de li rêyekê digere, pirî caran hewceyê rêberekî/e nedîtî ye.

ADAR JIYAN

Ew rêber wijdan bi xwe ye, ku di cîhana hundirîn a mirovan de veşartî ye. Wijdan dengekî bêdeng bêlê yê herî hêzdar e ku dihêle mirov rêya xwe di navbera rastî û xeletiyê de bibîne. Ev deng, carinan di herikîna bilez a jiyanê de tê tepeserkirin, carinan jî di rastiya ku yek ji rastiyên herî kûr ên mirovahiyê ye de tê jibîrkirin.

Jiyan wek rêwîtiyek dûvdirêj e ku bêhejmar ezmûnan pêşkêş dike. Di vê rêwîtiyê de, mirov rastî şahî û xemgîniyê tê. Serketin, windahî, hêvî û bêhêvîbûn rawestgehên vê rêwîtiyê yên  neçar in. Lê tiştê ku mirov dike mirov tenê ne ew e ku ew çi diceribîne; ew e ku ew çawa wateyê dide ceribandinê. Di vê lêgerîna wateyê de, wijdan wek cihnunameyek hundirîn tevdigere.

Lewre mirov çiqas xurt be jî, gava ku ew wijdanê xwe winda dike, riya xwe jî winda dike.
Taybetmendiya herî girîng a wijdanê ew e ku dike ku mirov ne tenê li ser xwe, heman demê li ser yên din jî bifikire. Mirov bi saya wijdanê xwe, dikare êşa kesên din hîs bike, fêr bibe, mafên kesên din jî biparêze û wî/wê wekî berpirsiyariyekê bibîne ku zirarê nede jiyana kesên din. Ji ber vê yekê, wijdan tenê ne hestekî takekesî ye; herwiha girêdanek civakî ye jî. Civak, tenê bi zêdebûna hejmara kesên xwedî wijdan dikare avahiyek dadperwer û aştiyane bi dest bixe. Di aloziyên jiyanê de, dibe ku dengê wijdanê mirov her tim bilind nebe. Dibe ku carinan dengê berjewendiyê, carinan jî zexta tirsê vî dengî bifetisîne. Gelek caran, mirov di hilbijartina tiştên hêsan û tiştên rast de ditengijin. Vebijêrka hêsan dibe ku rehetiyeke demkurt an demdemî pêşkêş bike; belê, tiştê rast di cîhana mirov a hundirîn de hestekî kûr a aştiyane dihêle. Ji ber vê yekê, biryarên ku di bin rêberiya wijdanê mirov de têne girtin, her gav girantir in belê watedartir in jî.

Di serdema nûjen a lezgîn de cîhana mirov a hundirîn her ku diçe tê paşguhkirin. Teknolojî, jiyana bajêr û hestê domdar ê pêşbaziyê mirov neçar dike ku li ser cîhana derve bêtir  bisekine. Belê, mirov tenê ne hebûnek derveyî ye; kûrahiya mirov a rastîn di cîhana wî/wê ya hundirîn de ye. Wijdan yek ji navendên herî girîng ên vê cîhana hundirîn e. Mirov heya radeyekê dikare bi xwe re rûbirû bimîne û guh bide dengê wijdanê xwe. Yek ji ceribandinên herî mezin ên jiyanê ew e ku mirov bikaribe wijdanê xwe li hember desthilatdariyê biparêze. Desthilatdarî neynikek e ku xisleta mirov aşkera dike. Mirov bi saya wijdanê xwe dikare alîkariya yên din bike. Ji aliyekî din ve, mirov bi wijdaneke qels desthilatdariyê wekî amûrekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ji ber vê yekê, dîroka mirovahiyê, bi awayekî, dîroka têkoşîna navbera wijdan û desthilatdariyê ye jî. Mirov dikare carinan di jiyanê de xwe tenê hîs bike. Belê mirovê/a xwedî wijdan qet tenê namîne. Lewre têkiliya ku mirov bi xwe re datîne ya herî kûr wijdan e.

Mirov, dema ku guhê xwe dide dengê hundirîn, di nav tevliheviyên jiyanê de be jî, wateyê dibîne. Wijdan yek ji girêdanên herî xurt e ku nahêle mirov ji xwe dûr bikeve.

Jiyan rêwîtiyek demdemî ye; belê şopa ku li dû xwe dihêle mayînde/daîmî ye. Mirov bi kar, gotin û kiryarên ku li dû xwe dihêlin tên bibîranîn. Mirovên ku bi rêberiya wijdanê xwe dijîn, di dawiya jiyana xwe de tenê ne destkeftiyên xwe, heman demê mirovahiya xwe jî diparêzin. Lewre tiştê ku mirovan nirxdar dike, tenê ne ew tişt e ku bi dest xistiye; tiştê herî nirxdar ew e ku çawa jiyaye ye. Di encamê de, mirovahî, jiyan û wijdan sê têgihên bingehîn ên ji hev nayên veqetandin in. Dema ku mirov bi rêberiya wijdanê xwe jiyana xwe didomîne ew dikare ji bo xwe û mirovên din jiyanek dadmendtir, dilovantir û watedartir ava bike. Wijdan mamosteyê herî bêdeng e ku di hundirê mirov de dihewe;  herwiha ew rêberê mirov ê herî dewlemend e jî. Heke mirov vî dengî winda neke, di nav tevliheviyên jiyanê de be jî dê rastiyê bibîne. 

Cîhanek bê şer ne tenê xwestekek e; derbirîneke kurt a rastiyê ye ku mirovahî bi sedsalan e li bendê ye.  Ji ber ku şer navê demên herî reş û tarî ye, ew dem e ku mirov ji hev dûr dikevin, dilovanî bêdeng dibe û hêrs radibe pêdarê. Belê, cîhanek bêşer tenê ne bêdengkirina çekan e; ew li ser wê yekê ye ku dil dest bi bihîstina hev dikin. Mixabin, dîroka mirovahiyê ne bi serketinan, lê bi windahiyan tê nivîsandin. Her çend piştî her şerekî serketî têne ragihandin jî, di rastiyê de, mirovahî her gav windaker bûye. Hêsirên dayikekê, xewna şikestî ya zarokekî, kolanên bêdeng ên bajarekî… Ev rastiyên ku tu serkeftin nikare telafî bike. Ji ber vê yekê cîhanek bê şer ne tenê armancek siyasî ye; ew fermanek exlaqî ye.

Belê, ev xewn tu car jixweber pêk nayê. Cîhanek bêşer tenê ne berpirsiyariya rêber û rêvebiran e, di heman demê de berpirsiyariya hemû kesan e.  Lewre şer di navbera mirovan de pêk tê.  Hêrs, pêşdarazî û nifrîn heta di asteke pir biçûk de be jî, mezin dibin û li pevçûnên civakî dadigerin.. Ji ber vê yekê, divê aştî pêşî di cîhana hundirîn a mirovan de şîn bibe. Kesekî/e ku nikaribe şerê hundirê xwe netepisîne, nikare aştiya cîhanê pêk bîne.

Îro, her çendî ku mirovahî yek ji serdemên xwe yên herî pêşketî yên teknolojîk dijî jî, heman demê nakokiyên xwe yên herî mezin jî di xwe dihewîne. Mirov, çiqas bi riya amûrên ragihandinê nêzîkî hev bin jî, ji hêla hestyarî ve ji her demê bêtir dûrî hev in. Pêşketina rastîn tenê ne bi zanînê; bi têgihîştin, hevxemî û wijdanê jî pêkan dibe. Cîhanek bêşer ne xewn û xeyaleke negihêj e. Ew rastiyek e ku tenê bi biservebûna derfet û mecala mirovahiyê bi dest dikeve. Mixabin mirov bi qasî ku ava dikin, ewqas jî wêran dikin. Ji bo wê tekane tiştê ku pêdivî pê heye ew e ku hêvî şûna tirsê, têgihîştin şûna nifrînê û têkilî şûna tundiyê bigire.

Wekî encam, cîhanek bêşer tenê ne xewnek e; ew daxwaz û azweriya herî paqij a mirovbûnê ye. Roja ku cîhan vê rastiyê pêk bîne, dê jiyan bibe cejn û cejn li pîrozbahiya herî bêhempa ya mirovahiyê dagere.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.