Tenêtiya siyasî

Nûçeyên Forum

Pêncşem 2 Nîsan 2026 - 07:30

  • Tenêtî, têgehek pirwateyî. Lê derdê me tenêtiya mirov a di nav qerebalixa civakê de, tenêtiya civakî ye.

 FERATÊ DENGIZÎ

Tenêtiya Rêberan li aliyekî, em qala tenêtiya kesên şoreşger ên berxwedêr bikin. Hilbet bi xebata xwe ya girseyî, şoreşgerî ya demdirêj û jiyanî ne bi tenê ne. Lê ka jiyana wan î rasteqîn, hest, raman û hebûna wan î rojane çawa ye, gelo? Em qet li ser difikirin?

Em wek endamên tevgera lêgerîna heqîqetê, lêgerîna azadiyê di nav şert û mercên Modernîteya Kapîtalîst de dixwazin Modernîteya Demokratîk ava bikin û hilbet berxwedan û têkoşîna demokratiya civakî zor e, dijwar e.

Du tişt me tengav dikin; lê berê dixwazim bibêjim, aliyê me yî şoreşgerî xebatek bedenî, hişmendî, teorîk û têkoşînek domdar dixwaze û divê hestên me jî li gorî vê bin, carinan, belkî bi zêdeyî em hin hestên xwe vedişêrin, ser digirin. Ku şert û merc guncav dibin, ew hestên paşverû şîn dibin û ajoyên rûgirtî, sergirtî hefsar ji me distînîn. Em çiqas serwerê van hestan e û berê me li xebata teorîk û civakî ye, her kes û bextê xwe!

Îca qala du tiştên ku me tengav dikin bikim;

Yek: Pergala ku em pê re şer dikin, bi her awayî teknîk pêş de biriye. Her dem êrîşî hiş, hest û jiyana mirov dike, dixe bin bandora xwe. Bi xweşkêşî mirov gêj dike, qet vala nahêle, ku baweriya me ya bi Modernîteya Demokratîk re ne xurt be, mirov ne zane be, ne lêgerînêra/ê azadiyê be, şemitîn pir hêsan e. Wek aliyê derûnî mirov dişibe pergala ku pê re şer dike. Mirov ne di baldariya vî aliyî de be, hişmendî, bawerî û perwerdehiya xwe xurt neke, dikeve valahiyê. Heyraniya serdestan mirov xafil dike, em ji hev re fraûn (nexasim ku em dibin rayedar, erkekê digirin ser xwe) ji neyar re stûxwar, ev  rewş li me nayê, baldariyeke xurt divê. Divê em wek şoreşger, welatparêz û qadroyên şoreşê hay ji vî aliyê mirov hebin û têkiliya xwe ya komî, civakî ji aliyê hestewariyê ve xurt bikin ku, jixwe em hereketa mirovahiyê ne. Divê em ruhê hevaltî, civakî paşguh nekin! Em hevalê hev ên hebûnê ne, yên roja teng jî roja fireh jî. Ev wek aliyê me ye xwezayî û hebûnî ye.

Dudu: Mirov bi xwezayiya xwe, ji aliyê dexsî, xweparezî û ezeziyê, xwestina xweşiya xwe, ya dilxweşiya xwe ve ne ji rêzê ye. Ku bi hişmendiya civakî, azadiya kes û civakê ve ne xurt be, ser van hestan vedişêre, naguherîne. Dema ku şert û mercên ezeziyê dertên holê ji rê dertê, dikeve rêya bêrêtî, wek fuhuş û tîryakê… Li vira jî divê hesasiyet û baldariya me hebe ku em ji heval, malbat u civaka xwe re bibin alîkar, ne bi tundî, bi biçûkxistin, bi mafparêzî, însanî û mirovheziyê nezî malbat û hevalên xwe bibin û bi tenê nehêlin. Valahiyê nexin vê hêlê. Dema ku kes, malbat şemitîn, perwerdehî jî carinan kar nake!

Bi rastiya xwe ya vê demê em ji vî halî ve qels in; kes, malbat ji aliyê derûnî ve bi tenê tên hiştin, parvekirin û çareseriya pirsgirêkan, lihevxwedîbûn kêm e. Em rexneyan rast fêhm bikin, dikaribin xwe rexne bikin. Em dibêjin “ma jixwe hevalên me ne, mabatên me  ne, ma nizanin, fêhm nakin!” Lê jiyan ne wisa ye. Tenetiya siyasî vê demê pir li pêş e. Lewra şoreş demdirêj e, di vê demdirêjiyê de genîtî, riziyabûn zêde dibe, hêvî tên şikandin. Lê divê em zanibin ku jiyan ne di emrê me de ye, ne li gorî xwesteka me ye, divê em zanibin jiyanê şîrove bikin, aliyê bindesti aliyê kedxwariyê bibînin û şoreşgeriya xwe, welatparêziya xwe, mafparêziya xwe li ser bingeheke rast ava bikin û xurt bikin. Aliyê xwe yê berxwedanî, têkoşêrî xurt bikin û nespêrin kesan, em ne ji bonî kesan li azadiyê digerin. Em bi zanebûn, rastî û heqxweziyê jiyana têkoşêrî hilbijêrin û xurt bikin. Wisa em dê bêhtir wateyê bidin rêxistin û ramana Rêberê xwe.

Jiyana heval û Rêberê me ji me re mînak in. Divê bi heval û hogirê xwe re ji dil têkildar bin û kêmasiyên hev temam bikin, derdên hev parve bikin û bi hev re li çareseriyê bigerin. Tenêtiya siyasî ji xetereyan re guncav e. Xwekuştin, xwebitenêhiştin, bêmoralî, ber bi tîryakê ve çûyîn, reşbînî tev binesaziyên tenêtiya siyasî ne.

Hevaltî, rêhevaltî, dostanî hevgirêdanên rêxistinî, civaki û jiyanî ne. Têkiliyên rêxistinî bi rewşa fermî ne û divêtiya hevgirêdanên civakî, gelîtî û netewîtî ne. Hevaltî, dostanî ku divê hevaltî veguhere dostaniyê; rewşên civakî û jiyanî ne, berfirehtir in, divê em qedr û qîmetên hev zanibin, zû bi zû nekevin nexweşiyên civakî, li derdora xwe aştiyê pêk bînin û ji qedirnenasan, ezezan, pereperest û berjewendparêzan bi dûr kevin, nebin navgînên xerabkaran. Nebin navgînên şerê taybet. Divê em vana ji bîra nekin: Em dîroka rêxistina xwe, jiyana hevalên xwe yên berê, yên kevn û ruhê avabûna rêxistina xwe rast û xweş fêhm bikin û wî ruhî, wê derûniyê ji bîra nekin û di xwe de bidin jiyîn. Em hevaltiya xwe, rêhaltiya xwe veguhrînin dostaniyê û her bi hev re, bi hevalên xwe, malbatên xwe, kesên malbatên bi rûmet re, bi pirsgirêkên hev ên jiyanî re têkildar, alîkar bin û hevdu bi tenê nehêlin. Jiyana Modernîteya Kapîtalîst hov e, li hemberî vêna hevparî, hevkarî, kolektîvî ji me re asas e. Bi vê hişmendiyê em dikarin rêya nexweşiyên civakî bixitimînin û rê nedin nexweşiyên civakî. Em deyndarên cangorî û têkoşêran in, divê em emanetê wan î civakî paşguh nekin. Xwîna me tevlîhev bûye, em bûne ruhek. Rê nedin nexweşiyên tenêtiya siyasî.

Bang û helwesta Rêber Abdullah Ocalan, girêdana jiyanê ya cangoriyan divê bibe delîlên me, delîlên jiyana me. Bi heviya, germkirina ruh û giyana civakî ya avakariya jiyana nûh!

Lewra rewşa nûh a serdema aştî, demokrasî û yekîtiya gelîtî, netewîtîvê ji me dixwaze!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.