Hestên nazik û ziman

Nûçeyên Forum

Çarşem 1 Nîsan 2026 - 07:30

  • Hest in yên mirov li piyan digirin. Dema hestên mirov şîn bin, çalak bin û bi mirov re lihevhatî bin, mirov berhemdêr, çalak û xwedî şiyan e. 

EDNAN DOGAN

Kesên xwedî şiyan û berhemdêr efirînêr e. Loma jî;

heke mirov bêje, di dinyayê de çareseriya gelek pirsgirêkan helbest e, wê ev ne şaş be! Dayika helbestê ziman e. Dibêjin zarê şîrîn mar bê zor zehmetî ji qulê derdixe.

Lê gerek bi vê hunera nazik, mirov bi awayekî hostane li çareseriya pirsgirêkê bigere. (Car caran ev jî bi mijarê ve girêdahiye, ragihandin û peyam dikare ji aliyê hin kesan ve ne gelekî nazik were dîtin jî, lê ma ne gerek car caran ji bo peyamgir bi xwe bihise, pewist nake ev peyam zêde nazik jî be.)

Di vê dinyayê de ti tişt ji hestan naziktir nîne. Loma jî, gerek mirov bi wê hestyarî û nezaketê nêzî wan bibe. Di vê mijarê de helbest alava herî baş a ku bersiva vê hestyariyê bi gotin, peyv û di warê derbirînê de bêyî ku hestan biêşîne, lê ji bo hişyariyê carna bi çarînekê, carna bi çend rêzikan, car caran jî bi pexşanekê û carna jî ku pêwist bû van peyaman bi (niquçkeke) nazik ragihîne.

Her kes dikare bûyerekê bîne ziman, ji bo çareseriya pirsgirêkê hewldanekê bide, lê her kes serkeftinê bidest naxe. Em hemî pêrgî kesna tên, mijarekê şîrove dikin, yan jî, ji pirsgirekekê re çareseriyekê dirist dikin. Em dixwazin zû biqedînin da em ji sohbet û gotara wan xilas bibin. Hin kes jî, me mest û heyranî xwe dikin. Em dixwazin bi saetan ji me re xeber bidin em ji axaftina wan têr nabin. Her dipeyivin peyv û gotinên wan xweştir û bedewtir dibin, xweşaxêv in û bandorê li mirov dikin. Dibin berdevkê hestên mirov, hêviyê diafirînin.

Helbest jî li ser lêvên helbestvan mîna hingiv û gezo ye, mirov jê têr nabe. Her kes bi her tiştî re rûbirû nayê lê li gora min, herkes û her tiştên bigiyan bi helbestê re rûbirû tên. Hemû dar, ber gul û kulîlk bi helisandina ba, dengê firindeyan û ajelan re bedew, ciwan û sûdewar dibin. Ev tablo ya xwezayê helbesteke her çendên bi liv û tevgêra xwe dikeve kerika guh de jî, peyameke bêdeng e. Helbestvan vê bedewiyê bi ziman dike û bi peyamekê datîne beramberî xwîner û guhdarvanan.

Helbestvan peyvên xwe dihêre pey re li bêjingê dixe, yên mayî diguvêşe û dûv re li mazatê radixe. Helbest hunereke qedîm î kevnare ye û her dem xwe bi xwe nûjen dike, ji loma jî hunereke her dem modern e. Li gora dem, cîh û mirovahiyê xwe vediguhêze, nûjen dike. Civakê jî, bigiştî di vê geşt û geryana jiyanê de bixwe re dike rêheval. Carinan bi gotinên efsûnî nameyeke ji evîna takekesî re û bi vê ve girêdayî lixwe mikur hatine helbest.

Carinan evîna xwedayi ye ku mirov dike gerhokê dahênanê xwe. Bi peyv û zanistî di nav gerdûnê de li stêrikên rijiyayî digere da bikaribe ji nû ve geş bike, afirînêr e. Li hember zilm, zor, êş, derd û kulên dinyayê, helwest e helbest. Carinan jî, baweşoneka bi periyên pepûleyekê vemirandina agirê nava evîna dilê dilberan e, kewandina birînê ye. Xalxaloka di kefa destên zarokan de ber bi asîmanan ve fira pêkanîna daxwazên bedew û bê guneh e helbest.

Bi kêm gotin lê wateyên sergirtî û carinan jî gelekî vekirî bi gotinên ji rêzê, hişyarkirina hestên dîlgirti ye. Berxwedan e helbest. Hişyarîya civakê şirîka êş kul û derdên mirova ye. Carinan çakkirina derzên di dil û hestan de ye û bi vê re jî kêfxweşî ye. Hêvî ye helbest.

Belkî di nav wêjeyê de helbest ji bo temamê beşên wêjeyê bi awayekî bê kêmasî tev bigerin, reh ên tevgera jiyana wêjeyê ye. Ne tenê jiyana wêjeyê, berdewamiya jiyana mirovahiyê ye.

Heke mirov mînakekê bide, dema mirov ji dayik dibe, ew giriyê pêşîn helbest e û ev deng nîşaneya jiyanê ye.

Ma gelo tiştek ji wî giriyê pêşî yê zarokekê/î ji bo dê bav û kesên din ên malbatê xweştir, şîrîntir û biwatetir heye?

Ew girî helbesta pêşin î yekemîn a her mirovî ye.

Wê demê her kes helbestvan ji dayik dibe. Bi pêvejoyê re digel herkes helbestvan e jî, lê herkes nikare van hestên nazik bi awayekî nazik di warê derbirînê de derxe der û bi wê naziktiyê bîne ziman.

Helbest berdewamiya jiyanê ye. Bi nazikiya xwe sebr, aramî û hindî jî bi sekna xwe tişta herî hişk, zexm û bişiyan e. Mîna dilopên avê nerm û herikbar, lê biqasî kevirekî hesteyî qulêr bike jî bitaqet û hedan e.

Di lêgerîna van qonaxan de û ji bo di van qonaxan de bi ser bikeve pêwistî bi peyvan heye, tenê peyv. Ji ber vê jî zimanê helbestvan çiqasî berfireh be ew cîhana helbestvan jî hindî berfireh dibe û her tişt, bi temamê vê cîhanê xwe radestî helbestvan dike.

Ti kes nikare helbestvan bikuje. Ew bixwe dikare bibe kujerê xwe. Ev jî bi lawaziya ziman xwedubarekirina helbestvan e. Dema ziman qels be xwe dubare dike û xwe bixwe dikuje. Ji loma jî, di qada şer de ji bo xwe ji dek û dolabên neyar xilas bike û li hember xap û hîleyan, ne tenê li ser piyan bigire, di heman wextî de bi ser bikeve, ziman e çeka helbestvan.

Di dawî de, her çendîn ne nazik be jî. Ez dixwazim bi helbesteke xwe ya ji du rêzikan pêk tê, dawî li nivîsa xwe bînim, (weke niquçkekê).

Ne b´ xêr dîsa va behar hat

her der rengê çavên te ye

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.