Kemê

Nûçeyên Forum

Duşem 30 Adar 2026 - 07:00

  • Li vî gundî jin tim berî rojê hişyar dibûn. Barana li ser vî gundî dihat ne wek barana derê din bû. Her dilopek baranê te digot qey bîranînekê ji kûraniya zemanê buhurî derdixe, bi xwe re dadixe.

FATÊXAN TAŞLI TÛNÇ

Navê wê êdî hatibû jibîrkirin. Hevjînê wê navek lê kiribû. Kemê. Wê bixwe jî êdî navê xwe bi wî awayî zanibû. Bi navê wê re di jiyana wê de gelek tişt winda bûbûn. Kenê rûyê wê, kêfxweşîyên wê, dilşadiyên zarokatiya wê... Hîna bêhna bûkên ji heriyê çêdikir di destê wê de bû, ew bû bûk. Ji nava pêlîstokên ji herî, darik û paçikan, ket nav jiyanek rastîn û dijwar. Xwarin, hevîr, tenûr, paqijî, û ajal...

Zaroktiya xwe wek cotek solên naylon û qetiyayî li ber deriyê mala bavê xwe hiştibû. Hevjînê wê Evdo bi temenê xwe jê mezintir bû. Ne tenê malbata wî gundiyan jî ji ber wî tilî xistibûn guhê xwe. Nîvdînî bû. Dengê wî stûna odeyê dihejand. Nerînên wî her wekî ku keviran bi Kemê de werke. Kemê li hember wî ne tenê dengê xwe, hilma xwe jî dernedixist. Bes bila neqeheriya Evdo. Bes bila aciz nebûya. Ji lewre ev ê ji bona wê kotek bana, ço bana û lêdanên cur be cur bana...

Kemê sê zarok li malbatê zêde kiribû. Wê nav li yekî jî nekiribû. Ew jî wek jinên gund berî dîkan hişyar dibû. Şêniyên wî gundî Kemê baş nas dikirin. Giraniya barê li ser pişta wê didîtin. Yek carna çîpên wê, di bin wî barê giran de dilerizîn. Geh li pişta wê cêrên avê, geh piştiyên ji wê mezintir, geh lez û beza wê yan bi ber erdan ve, geh bazdana wê ya li dû dewar û bizinan. Lez dida xwe. Nedisekinî. Zanibû, sekin wê biba xezeb û bi ser wê de bibariya.

Lê tevî her tiştî carnan diket xeyalan. Wê li kêleka çem rûnişta, keziyên xwe verşanda, poŕê xwe bi ber bayê xista, wê ne kes pê re bixeyidiya, wê ne zilma Evdo hebûya. Carnan xeyal dikir ew çûkek rengîn e û li asîmanê bê ser û ber bi awayekî azad û dilşad difire. Ji hemî kesî, ji hemî tiştî dûr.

Wê sibehê baran dîsa dibariya. Kemê xwe amade kiribû ku bizinan derxe. Serê xwe di şibakê re derxist li derve nêrî. Ewran rûyê xwe tirş kiribû. Di erê nayê de ma. Roĵên bi baran Evdo li malê bû. Ji Evdo re got:

"Baran e."

Evdo got:

"Here!"

Wê peyva Evdo wek balyozekî dîsa li nav serê wê ket. Tirsnak. Bi xof. Bi gefxwarin û bi ferman. Barana sê çar rojan li ser hev bariyabû, her der di nava çiravê de hiştibû. Kemê solên xwe yên naylon xist lingê xwe. Çefiya xwe da serê xwe. Dawa kirasê xwe li xwe bada, bizin dan berxwe û derket, ji gund bi dûr ket. Lê baranê zêde kir. Baran ji wê jî diniqutî. Ava çem ji herka xwe derketibû û xwe li nav erdan girtibû. Dar û berên bi ber avê ketibûn bi hêz li keviran diqelibîn. Dengê ava çem hatibû guhertin. Bi xum xum fitlonek dida xwe û pêl di ser hev re diqelibîn.

Kemê xwest ku vegere, lê bizin her yek bi derekê ve baz dan, çûn. Lingê xwe avêt ser kevirekî. Sola şil ji lingê wê de şemitî. Şilbûnekê, sarbûnekê û tariyekê wê kişand nava xwe. Çefiya wê bi hejikekî aliqî ma. Çemê har Kemê da ber xwe. Ew xist binî û derxist ser.. Ew li bin guhê tehtan, li nav çavên deviyan xist. Birûskan xwe bera erdê didan û ewran dikir şîrqînî...

Piştî demekê baran sekinî. Ewran rengê xwe guhertin. Bû êvar lê Kemê venegeriyabû malê. Gundî tev bi derdorê ketin. Ya rast giştikan zanibû çi bûye lê dîsa jî bêdeng li derdorê digeriyan. Roja dû wê, ew dîtin. Di nava deviyên kêleka çem de aliqî mabû. Porê wê bi ser çavê wê ve zeliqî bû. Lê dîsa jî mirov digot qey dikene. Te yê bigota barê salan bi ber avê de berdaye, wisa sivik û aram dixuya.

Gundiyan gotin:

"Wax wax!"

Gotin:

"Hîn ciwan bû!"

Baran sekinî. Ewr belav bûn. Û Kemê, bi navê xwe yê rastîn Dilşa, li dû xwe sê zarok û çîrokek hişt. Di vê cîhana kambax de çend Dilşa hene gelo? Em weke jin û civak, çiqas li halê hev dipirsin? Wê hîn çend kezîyên bêmirad li dar û devîyên çeman bigerin? Wê kî mafên Dilşa û Dilşayan biparêze? Em ê kengî Dilşad bin?

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.