
- Berê gotine; “Her bûyerek, her belayek ji hezar gotin û şîretan watedartir û girîngtir e.”
Ji Pirtûka Meselok / Berhevkar
AHMET YALÇINKAYA
Dibêjin di demekê de du heval bi hev re diçin welatekî xerîb ji bo aboriya
malbaltên xwe kar bikin. Wê demê amûrên vegûhêzîne kêm bûne. Trên
hêbûne. Her du heval diçin. Bi salan bi hev re dixebitin. Bi xweşî û bi
dostanî. Roj tê û ji hev re dibêjin:
-Ka em vegerin welatê xwe, êdî bes e.
-Tu rast dibêjî bira, êdî bes e.
-Wê demê em amadehiyên xwe yên çûnê bikin.
-Belê.
Û li trênê suwar dibin, tên welatê xwe. Ji trênê peya dibin, dikevin riya
gundê xwe,.. Gundê wan dûrî bajêr e. Demsal bihar e. Her der şîn dike. Di
rê de li ciyekî vedihêsin. Ji kêfan dibêjin ka em ji xwe re bi kaban(zaran)
bilîzin, bi ser peran. Dilîzin. Yek pereyê yekî gişî jê dibe û heta saqoyê li
ser wî… Çend sal in xebitîne … Îcar ê pere jê çûye li xwe danîne bibêje ka
pereyê min. Ê pere biriye tima bûye, ew jî nabêje ez pereyên hevalê xwe
bidimê. Yê pere jê çûye difikire û xwe bi xwe dibêje: “Ka ez biçim malê,
yên mal bibêjin, ka tu ewqas sal şixulî te çi anî? Û pereyên hevalê min
bibînin… Ez ê çi bersivê bidim wan. A baş, ez gûmeyekî bi ser hevalê xwe
de biavêjim. Ez ê perê xwe û yên wî bibim. Kê lê pirsî ez ê bibêjim, bajarê
xelkê mezin bû, me hev winda kir...” Radibe ku hevalê xwe bikuje...
Hevalê wî dibêje:
- Em ewqas sal hevalên hev in, ez ê perê te û yên xwe tev bidim te. Bes
tu min bibexşînî.
Lê ew ji biryara xwe venagere. Li wir xunava baranê tê. Erd ji têraviyê
peqpeqokan dide. Dîsa didomîne: - Binêre, erê kes tune, dê rojekê ev peqpeqokanan li te mikur bên, dê şahidiyê bikin.
Qatil dikene û havalê xwe temam dike. Li wir dike bin axê û tê malê.
Her kes, gundî û malî tên cem... Li hevalê wî dipirsin. Ew dibêje:
- Em çend mehan bi hev re man û paşê me hev winda kir. Bajarê xelkê
xerîb; pir mezin e, ne serîheye û ne binî heye...
Bi wan pereyan dizewice, zarokên wî çêdibin. Rojekê ew û hevsera xwe li ber
derî rûniştînin. Demsal dîsa bihar e. Xunava baranê tê û erd peqpeqokan dide.
Zilam, di ber xwe de dibişire, dikene. Hevjîna wî dipirse:
- Tu çima wisa bi mane dikenî?
Zilam dibêje: - Jixwe, tiştek tuneye.
Hevjîna wî bi ser de diçe û dibêje: - Na, tiştek di vî kenê te de heye, heke tu sedema vî kenê xwe nebêjî, ez ji te berdayî û tu birayê min, ez xwişka te me û ez ê biçim mala bavê xwe.
Zilam (xwe bi xwe) dibêje: "Jixwe hevjîna min e, tiştek nabe û çend sal jî di
ser derbas bûnin, bila sirek be di navbera min û wê de”. Mersela xwe û hevalê
xwe dibêje. Hevjîna wî lê guhdarî dike û paşê dibêje :
- Madem tu mirovekî wisa xayîn î! Cihê min li cem te tuneye!
Û radihêje zarokên xwe, diçe mala bavê xwe. Paşê qatil jî digihêje cezayê
xwe.
Yek ji yekî/ê re dibêje: “Dê peqpeqokên biharê li te mikur bên.”






