
- Ger ku bixwasta bijî diviyabû li ber xwe bida. Cihê ku lê bû, ji wir de dest bi berxwedana xwe kir. Bi jiyanê re şer kir, bi kesantiya xwe re şer kir. Û bi neheqiye re şer kir. Ji ber ku evindarê jiyanê bû. Ji ber ku êdî jiyan evîneke bêsînor bû ji bo wî.
GAFUR DOĞAN
Hingî reviyabû bêhnfişikî bûbû. Ji taqet ketibû. Hişê wî ne li serê wî bû. Lê tenê dengek dihat guhê wî, ew jî dengê çekan bû. Wek xwê di êgir bikeve çîrke çîrke fîşekan bû. Fîşek wek mozên sor di ber guhê wî re derbas dibûn û qimpizî ji keviran dianîn.
Di pişt kevirekî de asê mabû. Wê demê jiyana wî weke xewnekê di ber çavên wî re derbas dibû. Dema ku li xwe hay bû, dît ku birîndar bûye. Her ku birîna wî sar dibû, êşa wî jî zêdetir dibû. Bi qûnkişkê ve xwe ji pişt kêvir xelas kir. Radibû ser piyan, lingên wî li hev diherbilîn û diket erdê. Ji nişkê ve lingê wî şemitî û ji kendêl gindirî binê newalê. Heta ku daket jêr, serê wî li kevir û daran diket. Kincên wî bi dar û deviyan ve mabûn. Zinginî ji guhê wî dihat, êşek ketibû nava mêjiyê wî. Teqe reqa ewr û dengê birûskan tevî bayê bakur dibû û li newalê belav dibû.
Dengê ewte ewta kûçikên har fikareke mezin jê re çêdikir. Kûçikan bêhna xwîna wî standibûn û di şopa wî de dimeşiyan. Hindik mabû reş di erdê bikeve. Wê çaxê xelasbûna wî hêsantir dibû. Her ku reviya, dengê kûçikan jê dûr ket.
Şeva xwe di bin qurma darekê de derbas kir. Tîrêjên rojê dabûn erdê, hilma germ ji avê hildikişiya esmên. Şiqe şiqa çûkan bû. Gul û sosin bi mirovan dikeniyan. Bayê Nîsanê yê hênik li çîçekên zingilzeve yên sar dixist û hêdî hêdî dileqiyan. Dema çavên xwe vekir, bejneke bilind bûbû. Ji halê xwe de ketî bû. Gelekî westiyabû. Taqetê wî nemabû ku rabe ser lingan û bi rê de here.
Bi dengê mazûbanê xwe bi ser hişê xwe de hat. Devê wî zuha bûbû û xwêdaneke mezeloqî pê ketibû. Xwediyê malê jê re tasek av anî. Piştî xwarina avê û pê ve desten xwe avêt ser birîna xwe. Lê nihêrî ku birîn di canê wî de tune ye. Ji xwediyê malê pirsî:
-Ez mirî me an zindî?!
Êdî fêm kiribû ku her tişt xewneke nexweş bû.
Gelek kul dîtibû. Ji malbata wî ew tenê filitîbû. Malbata wî yek bi yek li pêş çavên wî hatibûn kuştin. Gundê wî li pey çavên wî hatbû şewitandin. Hîn nû ji girtigehê derketibû. Ji ber vê yekê, şeva yekemîn li bajêr, li cem malbateke nas mabû.
Kelenterên sivîl bi dû wî dabûn. Û dev jê bernedidan. Wek siya wî bûn. Li qehweyê li masa paş wî rûdiniştin. Li sikakê, terembêla wan a Toros ya sipî her dem li bendê bû. Tiştek jê re nedigotin, lê tevgera wan a bi dû de ew dixist pisîkolojiyeke pir xerab... "Tu herî bi kû de, em li dû te ne. Lingên xwe baş ragire!"
Dixwastin bi vî awayî wî têxin bin bandora xwe û fikrên wî qedexe bikin. Piştî ew qas lêdan radestî qet tunebû. Bêhtir hêrs dibû ji bona ku bikaribe xebateke zêdetir bike. Bi şev û roj ranediket, dixwand û dinivîsand. Nîvê şevê bi dengê cirte cirta laserkeyên wan û dengê wan ê nexweş ji xew şiyar bû. Bi vekirina dêrî re weke hûtê hov ketin hundirê malê. Digotin, "der heqê te de îxbar heye". Mal giş xera kirin. Wan ew da ber şîmaqan, dev û pozê wî di xwînê de mewijî. Tiştek di malê de nedîtin. Bi çipelên wî girtin û ew bi xwe re birin. Destên wî û çavên wî girê dan û ew avêtin terembêla Toros. Nizanibû ku wê wî bibin kû derê. Muzîkek nexweş xistibûnê, hire hîra kenê wan bû. Carina jî dengê muzikê kêm dikirin. Weke newaya mirinê dihat guhê wî. Piste pist û dengê laserkeya wan ew hîn dîntir dikir. Terembêl li nav daristanekê sekinandin. Tenê dengê pelên daran dihat. Pê re nedipeyivîn. Wan ew dîsa avêt terembêlê, li kêleka rê ew ji terembêlê avêt. Heya çavên xwe vekir, terembêl ji zû de ji wir bi dûr ketibû. Armanca wan ew bû ku wî bitirsînin. Heya nava bajêr meşiya, li çayxaneyê rûnişt. Li wir li Evdoyê Dîn rast hat. Evdoyê Dîn dînê Qoserê bû. Dema ku dihat cem mirovan, morel dida. Lê ew roj jî bo Evdo ji ne rojeke bixêr bû. Ser û çavên Evdo jî gişt werimîbû. Navekî Evdo yê din jî Komançêro bû. Komançêro ji herkesî re digot, heval. Rewşa Evdo gelekî bala wî kişand. Derdê xwe jî ji bîr kiribû. Evdo daket.
"Ev çi halê te ye Evdo, kê li te xistiye?" Evdo bersîva wî da. "Heval, ez ji xwe re digeriyam. Ez çûm aliyê santrala elektrîkê, min kerek li nav rez dît ku digeriya. Min bera kerê da, ker reviya. Bêhna min teng bû, min got ezê vegerim malê. Ez li kelenterekî rast hatim. Min darê xwe li pişta wî xist û min jê re got, "tev nelive, min tu kuştî". Te bidîta, tuyê ji kena bimirayî. Lingên wî diricifîn, digot, "ez qurbana te, min nekuje". Min ew anî heta sûkê. Xelkê li me dinêrî û dikeniyan. Bi dû re min got, "ben henek yaptim, heval". Dema min dev jê berda, bi piyê min girt û ez birim qereqolê. Heta sibeyê li min xistin. Ji min re digot, bi Tirkî bipeyive. Min jî digot, ez nizanim. Dixwastin min bitirsînin. Ez bi Tirkî jî dizanim, lê ez nepeyivîm.
Belê, min ev tişt gişt bi çavên xwe dîtin. Ji bo jiyanê hewce bû vîneke wî ya xurt hebûya. Ji ber ku gelekî ji jiyanê hez dikir. Lê hezkirin tenê têrê nedikir. Gerek tiştek bikira, lê tiştekî çawa? Diviyabû bi zanyarî xwe bi pêş bixista. Gelekî zora wî çûbû. Dema ku di bin çav de bû, gelekî tirsiyabû. Gerek pêşiyê ev tirsa ku di mêjiyê wî de mabû, hewce bû bavêta. Ji xwe pirs dikir û bi dû re dibersivand. Dema ku ji gotinên nebaş digotin, min ji bo çi dengê xwe nedikir? Dema ku ew li cem min bin ez weke bilbil dipeyivim, lê ez çaxa çav li wan dikevim, ez ji bo çi dengê xwe dernexim?
Kêmasiya wî ya herî mezin mêraniyeke bêhemd bû. Hêrs dibû, ji qehra rehên eniya wî radibûn. Dikir xirecir, mirovên dora wî pê dikeniyan. Yan jî ji kêlekî wî radibûn. Nikaribû bi axaftinê xwe biparasta. Carina jî zulm û zordariya ku li ser wan dibû, dianî zimên. Lê kes di bin bandora wî de nedima. Rastiyek hebû, her tişt li ber çavan bû. Gundên şewitandî, kotek û lêdan, di hemiyan re derbas dibû. Lê ji wan hemiyan bi zimanekî mirovane li dora xwe bicivîne, zeft nekiribû.
Gerek pêşiyê ji xwe de dest pê bikira. Kesayatiyeke şoreşger zeft bikira. Ji bo ku vê qurmê feodaltiyê jehrdadayî bikira, firch bibûya, hewce bû zimanê xwe bikira weke şêkir. Pêşiya pêşîn kîte dikir, da ku kêmasiyên xwe bidîta. Hewce bû ku sînor di pêşveçûn û xebatê de tunebûya. "Min ew qas kir, na! Hewce ye ez hîn çi qasî din bikim? Ez dikarim bi kû de çi qasî karên ku têkevin ser milê min, bikim? Vê kesayetiya 'EZ' tiyê bikujim, kesayetiyeke 'EM' divê bigire dewsa wê."
"Lawo! Ma wê ji vir û pê ve heta kû derê bi vî terhî bibe". Digot, "bes e êdî ev tirsa dilê te. Ma qey tu weke Evdoyê Dîn jî nabî. We ye, heta ji dîna jî ditirsin. Kuro malxerabo, cengê bide ber xwe û rabe ser piyan. Wan qereqolên mêjiyê xwe bi dar û bera pê keve, ji hev du tarûmar bike."
Ji nivîsandinê xwêdan pê ketibû. Ket nav civakê, bi mirovan re axivî û dest bi xwendina rojnameyê kir.
Dîsa li Qehweya Erbanya rastî Evdo hat. Rojname di destê Evdo de, rojname difirot. Bangî Evdo kir û bi hev re peyivîn. Evdo mirovekî gelekî şêrîn bû. Tu kes ji axaftina wî têr nedibû. Evdo dev avêtê:
-Heval, ên ku ji girtîgehê derdikevin ji bo çi weha dimelisin. Ecêb ev ji bo çi ye? Ez ji wan re rojnameyê dibim, qet lê jî nanêrin. Ji bo çi heval?
Deng jê derneket, lê fêm kiribû. Hîn ku dipeyivîn, Remo hat li cem wan rûnişt. Remo jî ne dîn ne jî baqail bû. Mirovekî bi serê xwe bû. Gundê wî hatibû şewitandin, ew jî penaber bûbû wek ên din. Remo bi temenê xwe gelekî ji wan mezin bû. Ew û Remo ji gundekî bûn, hev du gelekî baş nas dikirin, bêhna wan pev re derdiket.
Çaxa ku êrîşî mala Remo kiribûn, Remo hingê lêdan xwaribû, car caran serê wî diêşiya û peyvên tewşo mewşo dikirin. Ji lêdanê sewsî bûbû. Sê zarokên wî wê şevê hatibûn kuştin. Pîreka wî jî şewitîbû. Jina wî bi dû zarokên wî re çû ser dilovaniya xwe. Ji nişkê ve Remo dest bi gotinê kir:
-Min di gora bavê wî cerdevanî! Ker lawê kera! Law, hima leşker dijmin in, hûn çi dawê li me dikin, we xwe firotiye bi pera. Kûçik lawê kûçikan!
Wî û Evdo Remo bi zorê zeft kir. Derdor jî ne xalî bû, bi dilhildan û hinek jî di bin çavan re li Remo dinêrîn. Welhasilî, Remo derxistin derveyê qehweyê. Hinekî ber bi menderê de meşiyan, bi dû re Remo hate ser hişê xwe. Paşê wan ew şand malê. Evdo jî çû, rojnameya xwe belav kir.
Rewşa Remo tirsek xistibû dilê wî. Ji ber ku sê çar sîxûr li qahweyê bûn, destê wî di dilê wî de bû. Li kêleka Gola Reqo rûniştibû, di fikarê de bû. Ji nav sûkê dengê çekan hat, weke tiştek li nav dilê wî biqete, weke ku pel ji darê bikeve. Bi lez ber bi sûkê ve çû. Dema ku ji sikak serê gir daket, dît ku li cem qeraca belediyeyê mirov li hev hewiyane. Bêhnefişkî bûbû, xwe di nav mirovan de rakir û xwe gihand cem ê ku hatibû kuştin. Dinya li ber çavên wî çû û hat, reş xeniqî, xwêdan pê ket. Hindik mabû ku çavên wî ji serê wî baz bidin, rehê eniya wî weke riman rabûbû. Remo li erdê di nav xwinê de gevizibû. Derbe ji paş serê xwe xwaribû, riyê wê yê sipî sor dikir ji xwînê, çavên wî vekiri mabûn. Kes li meytê wî xwedî derneketibû, ji ber ku malbata wî tune bû.
Girtin û kuştin di ber çavê xwe re derbas kir. Û li meytê Remo xwedî derket û ew şûştin xistin Goristana Pakrewanan. Evdo bi dû re bihîstîbû. Wê şevê çû mala wî, heta dereng bi hev re peyivîn. Evdo rabû ku here malê, wî nehişt ku Evdo here. Evdo wê şevê li mala wî ma. Şev zîz bûbû, saet dihat duduyan. Ji nişkê ve bi şinge şinga dêrî şiyar bûn. Her duyan ji zîq li çavên hev du dinêrîn. Matmayî bûbûn. Û xwêdan bi wan ketibû. Derî şikênandin û ketin hundir, bi çeplê wan girtin û ew birin.
-Tu Remo ji kû derê nas dikî? -Ez gundiyê wî me!
-Ha! Baş e, heger tu wî nas dikî, niha tu gelek hebên din jî nas dikî. Bêje, tu çend kesên din ên weke wî nas dikî? Ji bo çi kes lê xwedî derneket, tu lê xwedî derketî?
-Min ji we re got ew gundiyê min bû, kesekî wî tunebû. Ma bila meytê wî li erdê bimaya?
-Temam!.. Me fêm kir...
Bi dû re vegeriyan ser Evdo.
-Kuro dînê heram û beredayî, te li mala wî çi dikir, hûn hev ji kû derê nas dikin?
-Ma hûn bekçiyê min in? Ez herim kû derê ezê herim. Hûn nikarin bibin asteng ji min re.
-Ya, baş e. Hela vî bibin oda paş!.. Hinekî wî nerm bikin! Bila hişê wî bê serê wî.
Piştî deh rojan û pê ve ew berdan. Ji hal ketibû. Gelekî lêdan xwaribû. Lê gihiştibû encamekê. Ger ku bixwasta bijî diviyabû li ber xwe bida. Cihê ku lê bû, ji wir de dest bi berxwedana xwe kir. Bi jiyanê re şer kir, bi kesantiya xwe re şer kir. Û bi neheqiye re şer kir. Ji ber ku evindarê jiyanê bû. Ji ber ku êdî jiyan evîneke bêsînor bû ji bo wî.
*Ev nivîs ji kovara “Jiyana Rewşen” (Hejmar 19-Gulan 1998) hatiye girtin. Gafur Doğan piştî tevlî nafa refên gerîla bû, navê xwe kire Hêvî Şanoger û di gelek lîstikên şanoyê de cih girt. Her wiha wî gelek şanoname jî nivîsandin û ev şanoname hatin çapkirin.






