
- Ev tişt ne tenê kiryareke kesane ya kesekî nijadperest û ji rêderketî ye lê belê berdewamîya çîrokeke dîrokî ye ku li ser sembola rûmeta civakî tê kirin. Di dîroka Kurdan de gelek çîrokên wisa hene.
MÛSA KAYA
Ev wêneyekî dîwaran e ku Li Holandayê, li bajarê Roterdamê bi alîkariya anarşîstên Holendî bi organîzekirina jinên Kurd ên li Holanda ji aliyê wênesazê Kurd Devrîm Kınay ve hatiyê xêzkirin. Ev wêne û ew nivîsa kurdî ya ku felsefe û nêrîna jiyana azad tîne ziman bala gelek mirovan dikişîne.
Di çanda kevnar a Kurdî de, porê jinê û keziyên wê xwedî girîngiyeke mezin e ku digihîje radeya pîrozbariyê. Kesên ku temenê wan hinekî mezintir in dizanin ku heta du nifş berê jî ger mezinên malbatekî an jî eşîrekî mêr bûna wek ifadeya rêzgirtinê sermilên wan dihat maçkirin, ger jin bûna keziyên wan (guliyên wan) dihat maçkirin.
Di civaka Kurd a kevnar de, dema ku mirov sond dixwen, gelek caran li şûna navê Xwedê, pêxember û pirtûkên pîroz; ger kesê ku li ser wî sond tê xwarin mêr be, (bi awayê bi serê bavê te, bi serê ezîzê xwe, bi serê te, bi serê filankesê) bi serê wî sond tê xwarin. Ger jin be, (bi awayê bi gulîya/keziya filankesê, bi gulîya/keziya dayê, lelê...) bi keziya wê sond tê xwarin.
Disa di nav civaka Kurd de, bi awayekî ku di civakên din de nayê dîtin, navên jinan hene ku tê de peyvên “por” û “kezî/gulî” hene. Wekî: Porê, Porşev, Porsor, Gulîzer, Gulîsor, Kezizer, Kezîreş porkej û hwd.
Têgînên ‘porkur’ û ‘gulîbir’
Di kevneşopiya Kurdan de, simbêlên mêran û keziyên jinan ne tenê ji bo kesekî, lê ji bo hemû civakê sembola rûmetê ne. Ger simbêlên kesekî were birîn, rûmet û fêza hemû mêrên wê civakê te şikestin. Wekî vê, ger keziyên jinekê bê birîn, hemû jinên wê civakê têne bêrûmetkirin. Di nav Kurdan de birîna keziyên jinê bi du wateyên cuda heye. Ya yekem, ku jin bi xwe keziyên xwe bibire; ev nîşana felaketeke mezin a li ser malbatê ye. Di stranên dengbêjan de ku li ser şerên eşîran hatine gotin, ev pir caran bi têgînên “porkur” an jî “gulîbir” tê îfade kirin.
Ya duyemîn ew e ku keziyên jina Kurd ji aliyê kesên din ve bêne birîn; ew jî ji bo şikandina rûmeta wê jinê û bi wê re rûmeta hemû civakê ye. Ev tişt ji aliyê dijminê Kurdan ve gelek caran li ser jinên Kurd hatîye kirin.
Berdewamiya çîrokeke dîrokî
Herî dawî li Kurdistana Rojava kesekî erebê nîjadperest keziyên şehîdeke jin a Kurd qut kir û li ser medyaya civakî nîşanî cîhanê kir. Ev tişt ne tenê kiryareke kesane ya kesekî nijadperest û ji rêderketî ye lê belê berdewamîya çîrokeke dîrokî ye ku li ser sembola rûmeta civakî tê kirin. Di dîroka Kurdan de gelek çîrokên wisa hene. Ez dixwazim bi vegotina çîrokek ji wan çîrokên keziyan balê bikişînim ser bireweriya dîrokî da ku em bişên xwe ji nêrîna tenik û şêlû ya ku di nav bûyerên rojane de difetise rizgar bikin û bûyer û kirûyan bi bingeh û palgehên wan ên dîrokî hildin dest û analîz bikin.
Serpêhatiya Reşoyê Silo û Zeyno
Sala 1933. Piştî ku berxwedana Agirî bi komkujiyeke mezin tê şikandin, berxwedêrên mayî yek û yek, cot bi cot xwe dispêrin bilindahiya çiyayan û tenê ji bo ku teslîm nebin berxwedanê didomînin. Ji wan berxwedêran du kes jî Reşoyê Silo û hevjîna wî Zeyno ne. Li Çiyayê Tendûrekê berf ketiye, xwarin qediyaye û ew bi rojên dirêj bi xwarina kevz û hineya li ser zinaran jiyana xwe didomînin. Reşo dibîne ku Zeyno dê ji birçînan bimire, hemû xetareyan dide ber çavên xwe û peyayî deştê dibe.
Xwe digihîne nêzîkî gundekî ku malbat û xizmên wî lê dijîn û hewl dide ku bikeve gund û tiştekî xwarinê bibîne. Lê ew ji aliyê leşkerên Tirk ên ku li gund baregeh danîne ve tê dîtin û şer dest pê dike. Şer bi saetan didome û Reşo gelek leşkerên dijmin dikuje. Dema ku leşker dibînin ku nikarin Reşo bi vî awayî têk bibin, yek ji xizmên wî dişînin da ku wî razî bike ku xwe teslim bike.
Reşo û Zeyno bi saxî tên girtin
Di vê navberê de, çeka Reşo germ bûye û qowan di hundirê lûleyê de xitimiye û tifinga wî naxebite. Reşo dixwaze vê derfetê bi kar bîne û ji xizmê xwe re dibêje ku çekê wî naxebite û bi lava û ricayan dibêje; “Were em tifingên xwe bi hev biguherin.” Lê xizmê wî çawa ku vê gotinê dibihîze bi lez ji wir direve û ji leşkeran re dibêje ku çeka Reşo xitimiye. Li ser vê komek leşker diçin ser kozîka wî û Reşo sax digirin. Piştî vê operasyoneke mezin dest pê dikin da ku Zeynoya ku birçî û bêhêz di şikeftekîde disitire bigirin. Piştî şerekî dirêj, fîşekên Zeyno diqedin û ew jî bi saxî tê girtin.
Fermandarê operasyonê yê ku bi navê Salih Omurtak (di nav gel de Ferîk Salih tê zanîn) serê Reşo û Zeyno jêdike, her seriyekî dixe tayekî xurca hespê xwe. Bi taybetî keziyên Zeyno dibire, li terkiya zînê hespê xwe girê dide û li navenda Giyadînê digere. Ev çîroka keziyan di stranên dengbêjan û çîrokbêjan de gelek caran hatiye gotin.
Keziyên Zeyno yên li ser berfê
Di nav gel de ev çîrok bi vî awayî tê gotin: “Keziyên Zeyno ewqas dirêj bûn ku seriyek bi terkiya zîn ve girêdayî bû serê din digihişte erdê û li ser berfê dixişikî.” Piştî ku Ferîk Salih diçe, gelê Giyadînê derdikeve derve û rûyê xwe li şopa keziyên Zeyno yên bi xwîn li ser berfê dixe.
Di stranên dengbêjande Zeyno wiha bang li Reşo dike:
“Zeyno dikire gazî digot lolo Reşo mala te mîrat be kanê te digot
Ez Reşo me, Reşoyê Silo me
Berxê mala kalo me
Hevalê mala Welo me
Qaçax û fîrarê Geliyê Zilan
Li serê çiyê me
Bêkur û kordunde me
Deqa bigule me...”







