Destê bê hine

Nûçeyên Forum

Duşem 6 Nîsan 2026 - 18:00

  • Lingê xwe mîna balîf çêkir, “ Bavê”  xwe li ser lingê xwe dirêj kir,hejand û got: “ Bavo va ez hatim, çima tu nayê cem min. Ma qey biqasî min bêrî ya te kirî, te bêrîya min nekiriye?” Bawişkek hat, çavên xwe miç kirin! Zilamekî dirêj, por reş û bi simbêl hate balê.

OSMAN KAPAN

Laşekî lawaz, hişkuhola,di kortikan de çavên windayî. Li ser bîbikên çavan şewqek ronî. Porê zer ê mîna zêr li ber bayê diket. Bi destên xwe yî biçûk ax dikola û diperçiqand, hûr dikir wekî arvan. Hem li axa ku dayî hev dinerî, hem li dora xwe. Bi wan çavên şewq, baş li derdora xwe nerî. Nêrînên wê kûr û dûr bûn. Pêşî bişirî, pişt re xemgîn bû. Ronahîya di bîbikên çavan de vemirî. Pêşî birûskekê lêxist, pişt re ji çavên kortik rondik barîn, ew rondik tevlî axê bûn, ax bû herî. Bi destên xwe yî biçûk teşe dayê, zilamek çêkir. Got: “ Bavo.” Bi herîya mayî xanîyek çêkir. Zilamê ku çêkirî xiste xanî de. Di paceyê re got: “Bavo.” Bi zarê xwe yî şîrîn pêre axivî… Bi ken rabû çû.

Piştî bîstekî vegeriya. Jinek pêre bû. Nîvê rû yê wê tunebû. Di qermîçonkê rû yê wê de janeke kûr. Nîvê rû yê wê janê biribû. Keçîkê got: “ Dayê binere,ev bavê min e.” Jinikê,  bi xemgînî lê nerî , serê xwe rakir berê xwe da çiya, ji çavan du rondik herikîn: “ Keça min, bavê te li wir e.” Got û di rê ya ku hatî re vegeriya. Keçikê berê xwe da çiya,rahişte “bavê” xwe yê ku wê çêkirî. Mîna zarokekî xiste himbêza xwe û meşî ya, ne dixwest biêşîne “bavê” di pêsîrê de. Li besta di quntara çiya de sekinî. Mistek av vexwar. Geh li çiya dinerî, geh li ava bi herk. Wê çawa derbasî alî yê din bibûna? Kiras ji xwe kir, li “Bavê~ xwe pêça, desmala xwe wekî werîsekî çêkir, “Bavê” xwe da ber pêsîra xwe û bi çiya ve meşî ya.

Dema gihişt çiya,roj li ber ava bû.Li rojê nerî, nikarî bû xweşikatiya rojê salox bike. Germahiyekê xwe berda nava dilan. Li ber zinarekî rûnişt, pala “ Bavê” xwe da zinar û welê melul lê dinerî, te digot qey li benda axaftina wî ye, baweriya wê pê hebû ku “ Bavê” wê pêre biaxife. Welê ma li benda “ Bavê” xwe yî ku tim dayîka wê jê re behs dikir… Li bendê bû. Hinekî sekinî… Rojê xatir xwest, şevê xemla xwe bi ser çiyan de berda bû.. Stêr çiqasî xweşik bûn. Li stêrka nerî, ma çiqasî ronîdan bûn. Mirov li çiyan, hîn pirrtir nêzî stêrka ye.

Lingê xwe mîna balîf çêkir, “ Bavê”  xwe li ser lingê xwe dirêj kir,hejand û got: “ Bavo va ez hatim, çima tu nayê cem min. Ma qey biqasî min bêrî ya te kirî, te bêrîya min nekiriye?” Bawişkek hat, çavên xwe miç kirin! Zilamekî dirêj, por reş û bi simbêl hate balê.

Got: “ Keça min, dilê min rabe biçe malê, tu niha biçûkî nikarî li van çiyan debar bike.” Li “bavê” xwe dinerî, qet nedixwest biaxife, bes dixwest ku ew biaxife. Di dilê xwe de got: “ Çi bavekî min ê xweşik heye.” Wê bigotana ezê tim li ba te bimînim. Ne got. Piştî qederekê got: “ Bavo, were em biçin malê.” “ Bavê” wê kuxiya, wechê wî zer bû. Dîsa got; “ Bavo” rabe em biçin malê, ezê bixwînim bibime bijîşk û te sax bikim.” “ Bavê” wê bi ken got: “ cihê min ev der e, ez nayêm.” Bê deng di devera ku hatî re bi şun ve vegeriya çû. Dengek hate guhê wê. Xwe komî ser hev kir. Ew dengê dayîka wê bû. Got: “ ez li vir im.” Hatin balê, rahiştinê û birin gund, bûbû sibe, rojê her der ronî kiribû. Got: “ dayê, min bavê xwe dît. Yekî por reş, dirêj û bi simbêl bû.” Dayîka wê bi ken got: “ Rast e keça min, ew bavê te bû.”

Piştî wê rojê, her roj bi çiyan re diaxifî, wan çiyayên ku bavê wê kiribûne mêvan. Her kesî digot: “ Dîn bû ye.” Bi demê re, tenê bi çiyan re diaxifî. Rojekê çû çiyan û venegeriya. Her kesî digot: “Bûka çiyan.” Dayîka wê poşman bûbû ku hine li destê wê nexistibû û digot: “ Ma bûk a bê dest bi hine dibe qey?!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.