Ji bo şêxê Helbestê Ehmed Huseynî

Nûçeyên Forum

Sêşem 7 Nîsan 2026 - 07:30

  • Helbestnivîsandin ne hew kedê dixwaze, dilekî wek pola qerase û kesayetek wek risas giran jî dixwaze, Helbestek spehî evînek ji dil dixwaze.

 

SEBRÎ VÛRAL

Pênûsek xurt dikare gulîkê helbestek çarkezî bihûne, lê belê qêrîna dilekî ranegihîne dilekî din çi fêde ye, Ev teşe û babetê hunerê hemû di berhemê Ehmedê Huseynî de hebûn û dibûn şitilên azadiyê di dilê mirov de dişitilîn,

 

Ji ber ku dilê Ehmed Huseynî bi xwe AX, WELAT Û KURDISTAN, bû . Dilê Ehmed Huseynî bi tovê hezkirinê yê ji gulebûkên sorgulî û bi bêhna sosin, endeko dagirtî bû, Û li ser pişta hespê Evdalê Zeynikê Gogerçîn. Mal bi mal ,rûbar bi rûbar,diyar diyar digerand û deşt û zozan dixemiland û Ehmed Huseynî hê xweşiktir dikir, di neynika dîrok û mirovahiyê de.

 

Taybetmendiya Ehmed Huseynî ne hew afirandina helbest û gotinên xweş bû, ronîkirina tariyê bû. Hişyarkirina mejiyên xilmaş bûn, bangewaziya zîrekiyê û xwenasbûna mirov bû. Ehmed Huseynî mîna Indilîyekî strî di lingan de mabe bêhedan,dexezar û çalak bû, ji bo evîna welatê xwe.

 

Xewna wî hesreta wî ya mezin vegera Rojava bû,ji ber hezkirin û bêrîkirina welatekî azad navê kurikê xwe kiribû Rojava. Ez ji we dipirsim ? Gelo,du mirov ji dilûcan ji hev hez bike, Çima ? Pênûs naxwaze wê hezkirinê eşkere bike dema min ev nivîs dinivîsand bi pênûsek lal re, rû bi rû dimam, Û nikarim du peyvan bînim ba hev, ma destbirakiya du dilê derbeber wê weha be, na, na xêr hew gotina hezkirinê têrê nakî, bêrîkirina gelekî, encax şêxê helbestê bi keremata gotinên rûperde û hezkirina xwe ,ji Stocholma malkambax bi pêlê nermebayekî xerbî û teva sûlava dijleyê ji hezkiriyên xwe re bişîne, dibe ku wê demê gotinên li girî azirî aş bibe.

 

Ehmed Huseynî bi pênûsa xwe, êșen sed sala û derbirînên bajarên șewitî bi hubra pênûsa xwe dișo û serê birînan li ser çonga helbestê datîne. Ehmed Huseynî helbestên, Ji morîkên peyvan neqișandî di bêrîka dilê xwe de hilgire û welat bi welat digerîne û bi ser axa evîna xwe de direşîne. Birînên nehewî ,bi xișxișka helbestê,di dergûșa wêjeyê de dihewîne. Û navê hemû raperîn û têkçûnan li ser hinarekên dîrokê dinivîsîne, Û felat ji lêva pênûsa wî diherike. Seydayê peyvê, bijîjkê dilê brîndar û xemxurê zimanê bindest.

Û hewara ,mirovên bêhewar. Ehmed Huseynî wek Albatrosên deryayan bazikên helbestên çarper, bi ewrê reşkeser û bi barana hezkirinê bi ser co û cobarên ax û evîna xwe de dibarand.

 

Di sala 2015’an de bernameyek ji bo min amade kir, lê belê berî ku em hevdû nas bikin, di pirtûk û rojnameyan de min ew nas dikir, weke gelek welatiyan, li dû bernameyê em bi hev re çûn pêşengeha pirtûkan a Amedê. Hevalekî wênekêş sûretê mamoste Ehmed Huseynî, Kadîr Çelîk û yê min kişand, Em sê kes bûn lê belê bi hilavêtina yekdilî em sekinîbûn ,li qada gilî û gazinan û mikurhatina derbirînan. Carinan bêderfetî û şerd û şurûdê jiyanê bêdilxwestin be jî weke şûrekî bêkalan mirov jihev vediqetîne. Bi awayekî laşî em ji hev hatin veqetandin lê belê me sûretê hezê di bixçuka dilê xwe de veşart û kîja gava ku em bixwazin ,di neynika bêrîkirin û nejibîrkirinê de em ê li te bimeyzînin.

 

Em hemû ji te hez dikin xwediyê pênûsa lêvzêrîn,helbest bi sinoqî li benda te bû. Û te bi ya xwe kir, te tu helbestên din nenivîsand, lê belê dîrok wê deyndarê te be û ji kaniya helbestê wê gelek keç û xort wê avê jê vexwin.

Em dizanin tu yê bibe mêvan û rêhevalê Boran Boz , Baba Tahirê Hemedanî, Eliyê Herêrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî. Çavê Qamişloyê li rê ye û Amûdê hembêza xwe vekiriye ji bo te. Oxir be şêxê helbestê.


Ez dixwazim ji bo goșiyên keseran û teniya Sînema Amûdê Ji bo ku xwe Ji straxê dilê kekê Ehmed Huseynî xwe bera ser birk û hewdikên mehserên azadiyê bide ev helbest Ji bo wî û ên wek wî porên êșê di dilê xwe de spî kirine û Ji hezkirina Qamișlokê dûr ketine û bi arê evîna welêt tên șewitandin re diyarî ye.



Kulmek șînbirik weșiyan,

ji nava diranên gumgumokan,

bin siya șevê,

navên wan biqasî bejna Mezopotamyayê

dûr û dirêj dide șewqê

biqasî ferat û dîjleyê xew lê herimî

û

 

bi kefteleft xwe hildavêt

ji nalînên deq li eniyê,

xwîn dișewișî xwe bera dida newqê

naqarat dîsa dengê axînên dayikek kurmanc,

gazinên bêkesiyê dikir bi Xwedê

kilama "hey lê dayê tu menalîne, xort

şehîd in tu xem nîne" digot.

dîrok de îro li çîpên xwe bixe

bila hilweșe hêtên zilmê ji kederên bêdengiyê.

nalînek rû-gevez û birîndar șiyar dibe,

ji hênikayiya çiyê

xortaniyek ku bi heft qelaç û kelefan,

dûr im ji sînorê yextiyariyê

xwêdaneke ku di havînê de qefilî xwe ji temberîkê berdide,zipîk zîpik difitirîne kuriyên simbêlan

ji bo te WELATOO...!

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.