
- Êdî ne pêkan bû ku li gund bi tena serê xwe bijî. Çend cîran û nas hebûna jî dê wî çi bikira, dê çawa bijiyaba bi tena serê xwe? Him kokim û him jî nexweş bû. Digel vê jî wî nedixwest ku ji heval û hevjîna xwe bi dûr bikeve. Nedixwest ku ji gundê xwe, ji cîh û warê dayik û bavê xwe biqete. Lê bê çare bû…
MÛSA ŞANAK
Îmamê Mala Kerîm an jî Îmam Karûl ji Depê ji gundê Arpesîyê (bi tirkî kirine Kavalcik) ye Çinarek e.
Li gorî qeydên fermî di sala 1939’an de hatiye dinê. Ew bi xwe dibêje ku “ez 5-6 salan qicik (biçûk) hatime qeydkirin”. Wisa xuyaye ku niha di ser 90 salî re ye.
Du sal berê min ew û Amoja Fatme (heval û hevjîna Apê Îmam e) li gundê wan ziyaret kiribûn. Ew her du kal û pîr tenê bûn. Qet zarokên wan çênebûbûn. Di gel dijwariyên kalûpîrtîyê û hin nexweşîyan jî ew li ser pêyan û xweşhal bûn.
Birazîyên wî heval û hogirên min bûn. Di wê hevdîtinê de me bi hev re çend wêne kişandibûn. Paşê min ew tevî çend wêneyên gund ji birazîyên wî re şandibûn.
Çend meh berê hîn bûm ku Amoja Fatme rakirine nexweşxaneyê. Wek nexweşeke giran ew demek dirêj li Xarpêtê di beşa venêrîna lezgîn a nexweşxaneya Firatê ya Fakulteya Tibê de ma. Piştre hîn bûm ku çûye ser heqîya xwe û termê wê li gund hilanîne. Hê çilê wê jî tije nebûye.
Apê Îmam û amoja Fatme bi tenê bûn, lê mirovên bi şans bûn. Birazîyên wî pir hez jê dikirin û di wan rojên dijwar de tim li cem wî bûn.
Apê Îmam û amoja Fatme di sala 1962’yan de zewiciyabûn. Bi hev re emrek borandibûn. Piştî şêşt û çar salan mirinê ew ji hev qetandibûn û Apê Îmam tik û tenê mabû. Êdî ne pêkan bû ku li gund bi tena serê xwe bijî. Çend cîran û nas hebûna jî dê wî çi bikira, dê çawa bijiyaba bi tena serê xwe? Him kokim û him jî nexweş bû. Digel vê jî wî nedixwest ku ji heval û hevjîna xwe bi dûr bikeve. Nedixwest ku ji gundê xwe, ji cîh û warê dayik û bavê xwe biqete. Lê bê çare bû…
Jiyan didomiya…
Amoja Fatme çûbû ser heqiya xwe. Termê wê li gund spartibûn axê. Şîna wê li wir girêdabûn. Û jiyan didomiya. Diviya bû ku êdî herkes vegere ser karê xwe. Birazîyên wî nexwestibûn ku wî li pey xwe bi tenê bihêlin. Axir zor be jî wan Apê Îmam îkna kiribû û bi xwe re anîbû Stenbolê.
Dema min bihîst ku Apê Îmam hatiye Stenbolê, ji bo serxweşîdayinê ez çûm serdana wî. Li Sarigazîyê rûdiniştin. Ji wir hîn bûm ku her roj bêhn lê diçike û wî zû zû radikin nexweşxaneyê, li wir hewayê didinê û bi şûn de rê dikin malê. Hin rojan carê, hin rojan jî du- sê caran ev yek dihatiye dubarekirin.
Apê Îmam bi dîtina kesên nas pir kêfxweş dibû. Ji wan re qala gund û bîranînên xwe dikir. Her ku diaxivî bêhna wî vedibû û candar dibû. Di heman avahiyê de heval û gundiyekî wî jî hebû. Navê wî Elî bû. Gotin ku dem dem Xalê Elî tê cem wî, bi hev re derdikevin der, hinekî digerin û bi şûn de tên; dem dem jî bi hev re diçin qehwexaneya Karsinîyan a li nêzî malê. Li wir jî rastî kesên nas tên û piçekî bêhna wî vedibe…
Pirtûkxaneyek zindî
Apê Îmam pirtûkxaneyek zindî ye. Li benda guhdêran e. Kî silavek ji dil bide wî, ew ê deriyê bîranînistana xwe jê re veke. Kalekî xwînşîrîn û xweşsohbet e. Bi wê dilnizmî û zarxweşîya xwe germahiyekê ava dike di dilê mirovan de.
Li xerîbîyê ji ber tenêtiyê bêhna wî diçikê. Berê mirinê ew ji heval û hevjîna wî qetandiye, hema di pey re jî neçar maye ku ji welatê rihê xwe biqete. Li ser hev du derbên giran xwarine û yek ji ya din girantir e. Hîn nediyar e ku dê bikare bi vê rewşê re serîderîyê bike; yan na?
Dema çûm serxweşiyê û min ew halê wî dît, min biryar da ku di rojên pêş de jî dem dem biçim serdana wî û pê re dirêj dirêj sohbet bikim. Heta li ser jiyana vî welatparêzê umirdîde nivîsarekê binivisînim. Qene bi qasî ji destê min tê sûd wergirim ji vê pirtûkxaneya zindî.
Bi vê mebestê du roj berê dîsa çûm serdana wî. Berê êvarê zû çûm ku berî razê bi wî re têra xwe biaxivim. Şansa min hebû. Min ew û Xalê Elî bi hev re dîtin. Bi gotina Hevala Sebat, “Xalê Elî jî li malê bû”. Min navê wî bihîstibû, lê qet nedîbû. Min hema wêneyekî wan her duyan kişand û dest bi pirsan kir.
Apê Îmam û Xalê Elî cara pêşîn di sala 1958’an de hatine Stenbolê. Li Sariyerê li cem Fewzî Asilturk di înşaatê de xebitîne. Xalê Elî dibêje;
-Wê çaxê yewmîyeya me heft kaxet û nîv bû û rojê me kaxetek xerc dikir.
Apê Îmam jî didomîne û dibêje;
-Herê wele. Em 20-25 ciwan bi hev re di heman malê de diman. Em wek bira bûn. Ayrî gayrîya me tune bû. Xwarin û vexwarina me yek bû.
Gorî ku dibêje, Apê Îmam tam sîh û pênc salan li Stenbolê di înşaatan de şixuliye. Her carê dihatiye deh mehan an jî salekê-du salan dişixuliye û dîsa vegeriyaye gundê xwe. Dipirsim û dibêjim;
-Tu malnişîn/teqawût bûyî? Dibêje;
-Na. Ewqas sal bê sîgorta û bê ewlehî hatiye xebitandin.
Xalê Elî behsa Fewzî Asilturk dike û dibêjê;
-Eslê wî rûm an jî yahûdî bû. Lê wî bi zanebûn soyîsmîyê xwe kiribû ASILTURK. Lawekî wî jî demekê serokatiya Şaredarîya Sariyerê dikir.
Hecî Îmam
Apê Îmam salekê jî çûye Erebistana Siûdî û li wir jî di înşaatê de xebitiye. Mitahîdê ku li cem xebitiye jî ji Depê ji Qulinderê bûye. Ew bi xwe elewî ye, lê bi henekî jê re dibêjin, Hecî Îmam! Min jî mereq kir, bê ka çima jê re dibêjin HECÎ!
Dema li Erebistanê dişixule,di dema hecê de hevalên wî dibêjin;
-Were em jî biçin hecê.
Ew jî tevlî wan bûye û çûye hecê. Ji Mekê çûne Medînê, ji wir jî dîsa hatine Mekê û bi awayekî qaçax heca xwe temam kirine. Di vegera cîhê karê xwe de di rê de hatine girtin û hatine dersînorkirin. Mitehîd jî heqê wan li dû wan şandiye gundê wan.
Salekê jî ji bo kar çûye Sûrîyeyê. Di navbera Şam, Heleb, Beyrûd û Urdunê de çûye û hatiye. Ji ber ku bi awayekî qaçax di sînor re derbas bûne, dema ji Urdunê vegerîne li Şamê hatine girtin. Nêzî du mehan di zindanê de mane. Îşkence lê kirine, her tiştê wî desteser kirine, di hicreyê de gelek zehmetî pê dane jiyîn. Rojekê yekî amedî bi îdîaya ku qaçaxcîtî kiriye anîne avitine cem wî. Wî Apê Îmam ji wê rewşê xilas kiriye.
Sûrîyeyê di derbarê wan de biryara dersînorkirinê daye. Dema hêzên Sûrîyeyê ew radestî Tirkiyeyê kirine, serbest hatine berdan. Yê amedî ew biriye hemamê, cil û bergên nû jê re kirîne, ji bo çûyîna Stenbolê bilêt jê re standiye û pê re heta Enqereyê çûye. Wî li wir 3000 TL xercix jî dayê û jê veqetiyaye, çûye Îzmîrê. Apê Îmam dibêje:
-Min navnîşana wî girtibû. Çûm Îzmîrê lê geriyam, lê min ew nedît. Ez wê rindîya wî tu carî ji bîr nakim…
Wekî din salekê li Edeneyê û salekê jî li Amedê xebitiye. Ji min re behsa “Çîftqapî” û Enzelê dike…
Qet nabêje “min çi dî û çi nedî”, lê di her gotineke wî de giraniyek wisa heye. Bi piranî li Stenbolê 35 salan di înşaatan de şixuliye; li Sûrîye, Lubnan, Urdun û Erebistana Siûdî geriyaye; zilma dewletên mêtînger dîtiye; jiyaneke bi zor û zehmet borandiye. Hema hema sedsalek li pey xwe hiştiye. Dema behsa pêvajoya 12’ê Îlonê û zilma hatî kirin dike, mirov pê dihese ku çiqas êş kişandiye. Geh bûye Hecîyê heval û hogirên xwe, geh jî bûye pîrê wan. Bi ya min di vê rewşê de herî zêde pîrîtî lê tê…
Di navbera sohbetê de henekan dike, bi qerf û metelokan hewl dide ku êş û xemgînîya ji çemê jiyanê yê sedsalî derdibe siviktir bike.
Amoja Fatme
Amoja Fatme hîmê jiyana wî ya şêşt û çar salan e. Stûna mala wî ye. Heçko bê hîm, bê stûn maye. Bi bihîstina navê wê re kelogirî dibe. Dilê wî dixwaze bi de pey giyanê wê. Li gor baweriya xwe dixwaze, di demek nêz de bigîhêje wê…
Ji Apê Îmam dixwazim ku hinekî qala Amoja Fatme bike. Dibêjim; Apo we çawa hev nas kir, hûn çi wextê û çawa zewicîn? Û pirsên xwe li pey hev rêz dikim.
Amoja Fatme gundî û cîrana wan bûye. Wî dê û bavê xwe zû wenda kirine. Dapîra Zeytûn (dayika bavê wî) lê xwedî derketiye. Zeytûnê ew şandiye leşkeriyê û maye li benda vegera wî. Sê roj piştî vegera wî jî dapîr çûye ser heqîya xwe û ew bi tenê maye. Dibêje;
-Ji ber ku mal bêxwedî mabû, mixtêr çû ji min re xwest û em zewicandin.
Dibêjim qelindê wê çi bû? Apê Îmam ji bîr kiriye. Dike nake tiştek nayê bîra wî. Axînek derdibe ji kûrahiya dilê wî. Di sala 1962’yan de zewicîne. Şêşt û çar salan hevaltî û hevjînîya hev kirine. Di domahiya van salana de ked dane hev. Dibêjim;
-Apo te qet Amoj êşand? Amoja Beyaz a ku me guhdar dike, dikeve navberê û dibêje;
-Wele wextekê tadayî lê dikir û lê dida.
Li ser vê min got ku divê em cemekê li dar xin û te bikişînin darê. Berken dibe. Xemgînîyek difure ji vê kena wî. Dibêje;
-Wele ev mehkemeya te ji ya axiretê zortir e. Eger ez bimirim, ez ê ji minkir û nekir re bibêjim, min hesabê xwe daye û wer hatime. Xwedê ji te razî be, te ez ji wî ezîyetî xilas kirim.
Dapîra Zeytûn
Qala dapîra xwe ya Zeytûn dike. Xuyaye ku pir bêrîya wê dike. Dema dayika wî çûye ser heqîya xwe ew qicik bûye. Dibêje ku rûyê wê qet nayê bîra wî. Dapîra Zeytûn ew mezin kiriye. Dema çûye leşkerîyê, dapîra wî jê re gotiye;
-Xwezî ez vegera te bibînim û bimirim. Bi rastî jî ev xweziya wê pêk hatiye. Apê Îmam ji leşkeriyê vegeriye, sê roj bi şûn de jî dapîra wî çûye ser heqiya xwe.
Dixwaze hinekî din qala Dapîra Zeytûn bike. Dibêje;
-Navê bavê min Ûsiv e. Ew jî wekî min sêwî bûye. Dema hatine bavê min hildin bibin leşkeriyê, dapîra min jê re gotiye, ‘tu mereq meke, ez ê bêm te bînim malê’. Leşkeran ji bo sewqîyatê bavê min hildane birine Gêxîyê. Roja din dapîra min di rêya çiyê re çûye Depê. Şev bûye, di ber mezelan ra derbas bûye. Êdî çi bûye, ew di rê de ketiye erdê û pîlê xwe şikandiye. Bi pîlê xwe yê şikî çûye mala xwenga xwe ya Qelecûxê. Wê li wir pîlê xwe daye girêdan û bi wî halê xwe derketiyê ser rêya sewqiyata lwşkerî. Sewqîyat ji hêla Gêxiyê va hatiye. Ji yuzbaşî ra gotiye;
-Ji xêncî vî lawê min kesê min tune, tu wî bide min ez bibim malê”. Yuzbaşî jî gotiye;
-Onu sana verirsem rütbelerimi sökerler (heke wî bidim te, van rutbeyên min jê dikin). Wê jî gotiye; -Söksünler (Bila jê bikin) û lê xistiye hatiye gund. Dortira rojê lawê wê jî hatiye malê.
Lê serma ye
Stûna malê ya pêşîn Dapîra Zeytûn bûye. Pîştî mirina wê amoja Fatme ketiye şûna wê. Piştî mirina wê jî Amoja Beyaz (cawîya Amoja Fatme) û zarokên wê dixwazin jê re bibin stûn û wî li jiyanê bigirin. Wekî ku mirî be… Niha ew xwe wisa hîs dike. Bi gotineke din, dixwaze bimire. Ditirse ku bikeve ber lep û destan…
Gelo ev germahîya wan dilên ku îro wî hembêz dikin, dê têrê bike ku wî li jiyanê vegerînin? Piştî mirina Amojê sermayek daketiye ser nava wî. Gelo germahîya wan destên ku wî bi hezar dilî radipêçin, dê têrî helandina wê cemeda li nava wî bikin û çemên nû yên jiyanê jê der bikin? Hêvî dikim ku ew dil û ew dest bi ser bikevin…







