Şoreş rihê wêjeyê geş dike

Nûçeyên Forum

În 10 Nîsan 2026 - 07:00

  • Wêje ne tenê amûreke estetîk e, lê di heman demê de çekeke guherînê ye jî; ew civakê şiyar dike, daxwazên wê bilind dike û li hember neheqiyê têdikoşe.

HOGIR BERBIR

Wek neynikeke zelal a civakê, wêje êş, hêvî û berxwedana gel bi zimanekî xurt û kûr tîne ziman, zilmê rexne dike û nirxên mirovahiyê diparêze. Nivîskarên mezin ên cîhanê wekî Balzac, Pûşkîn û Victor Hugo bi berhemên xwe li hember serdestiyê rawestiyane û bûne dengê bindestan. Wêjeya Şoreşê jî bi vê armancê tê afirandin; şoreş rihê wêjeyê geş dike, wêje jî şoreşê nemir dike.

Di vê çarçoveyê de, wêjeya Kurdî cihekî taybet û girîng digire. Bi dîrokeke tijî têkoşîn û berxwedanê, wêjeya Kurdî divê êş û daxwazên gelê Kurd bi zimanekî resen û naverokeke kûr ve bîne ziman. Lê belê, pirsgirêkên wekî nivîsandina berhemên bi zimanên serdest an dûrbûna ji çanda Kurdî car caran vê wêjeyê qels dike. Wêjeya Şoreşê ya rast divê bi çanda gel re bibe yek, li hember serdestiyê raweste û hêviyê bide civakê. Ev yek ji bo wêjeya Kurdî ya ku bi têkoşîneke dîrokî dewlemend e, girîngiyeke pir mezin digire.

Wêjeya şoreşê li Kurdistanê

Wêjeya Şoreşê ya Kurdî, bi taybetî piştî salên 1980’ê, bi destpêka şerê çekdarî re geş bûye û di salên 2000’î de jî gelek berhemên girîng daye. Şoreşa Kurd ne tenê bi çek, lê bi pênûsê jî têkoşiyaye. Lê mixabin, gelek çîrokên êş, berxwedan û lehengiyê hîn nehatine nivîsandin; ev yek valatiyeke mezin di wêjeya Kurdî de diafirîne. Jina Kurd, bi taybetî di vê têkoşînê de, bûye semboleke berxwedanê ya herî bi hêz. Bi çek û pênûsê, wê roleke sereke lîstiye û wêjeya wê jî bi vî ruhî geş bûye. Wêjeya şoreşê divê bi zimanê xwe yê resen û naverokeke rastîn têkoşîna gelê Kurd bilind bike û bibe mînakek ji bo cîhanê.

Ev mînak, çawa di şoreşên cîhanê de pêk hatiye, di heman demê de di şoreşa Kurdan de jî wek ferzekê xwe li hember me radigihîne. Ji ber vê yekê pêwîst e ku ev bi şoreşa wêjeyê re bibe wêjeya şoreşê.

Neynikên dîrokî yên têkoşînê

Di serî de divê bê gotin ku heger ev her du roman li welatekî xerîb, li hember zilmê serî hildidin, bi zimanê wî welatî bihata nivîsandin, wê cihekî taybet bigirta û bibûya mînakek ji wêjeya cîhanî. Lê mixabin, ji ber ku ew çirûskeke tekoşîna 50 salên dawîn bi zimanê Kurdî aniye ziman, ne tenê cihê xwe yê heqkirî bi dest nexistiye, lê bi ser de li vî welatî hatiye qedexekirin.

Ez behsa romana Siya Şikestûnê Tûrcelê dikim û wek berdewamiya wê, Xendeka Biloka-Gora Komî jî girt dest û gihand xwîneran. Ev herdu berhem bûyerên sala 1979-80’ê, berî û piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê, li gundê Şikestûnê, Çiyayê Tûrcelê (Dêrika Çiyayê Mazî) û Biloka Mêrdînê vedibêjin. Wek belgeyên dîrokî û wêjeyî, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi zimanekî resen û hestyarî rave dikin. Di dîroka 50 salên dawîn ên vê tekoşînê de, bûyerên wekî yekem şerê çekdarî li hember dagirkeriyê, bikaranîna bombeyên kîmyewî û gora komî ya yekem-ku cenazeyên şervan û gundiyan ji aliyê dewletê ve bi awayeke hovane hatine teşhîrkirin û binaxkirin- di van berheman de bi zimanekî kûr û bi bandor têne vegotin.

Herdu roman bi şêwaz û hûnandineke cuda, trajediya şervan û gundiyan derbas dikin; yên ku di şer, pevçûn û kêmînan de jiyana xwe ji dest didin. Ev bûyer ne tenê çîrok in, ew neynikên dîrokî ne ku êş, berxwedan û ruhê şoreşa Kurdî ya salên dawî nîşan didin.

Wek nivîskar, rexnekirina nakokiyên navxweyî yên rêxistinên Kurdî jî rastiyeke girîng radixîne ber çavan; ev nakokî car caran têkoşîna azadiyê qels dikin. Di heman demê de lehengên xeyalî yên wekî Hemê, Neyto, Silê axa, melayê gund, bi bûyerên rastîn re têkel dibin û şahidiyê ji êrîşên dewleta zordar, pevçûnên navxweyî û evîna di nav şoreşê de dikin. Eşq û evîna rastîn -bi serlehengiya evîna di navbera Hemê Qop û Zerê de, an têkoşîna Şêrzan û Xakê hêza pênûsê bi awayekî ecêb diguherîne. Trajedî û bûyerên ku Hemê Qop û Zerê, Şêrzan û keçika qereçî Xakê tê re derbas dibin, pir rast û bi bandor in. Herdu berhem, hêza pênûsê li hember serdestiyê nîşan didin û birînên dîrokî yên gelê Kurd vedibêjin.

Şoreş rihê wêjeyê geş dike

Wêjeya şoreşê, bi mînakên Siya Şikestûnê Tûrcel û Xendeka Biloka-Gora Komî têkoşîna gelê Kurd dewlemendtir dike û bîranînên lehengên wê nemir dike. Ev berhem, bi zimanekî resen û naverokeke dîrokî ya kûr, ne tenê çîrokên şoreşê vedibêjin, lê di heman demê de gavek ku şoreşa wêjeyê jî pêk tînin davêje.

Di serdema îro de, xwendin û naskirina wêjeya Şoreşê ji bo têgihîştina dîroka têkoşînê û avakirina siberojeke ronî pêwîstiyeke bingehîn e. Bi afirandina berhemên bi zimanê gel û ruhê berxwedanê, wêjeya Kurdî dikare li cîhanê bibe mînakek û şoreşê nemir bike.

Bi vî awayî, ne tenê şoreşa wêjeyê, lê wêjeya şoreşê jî bi temamî pêk tê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.