
- Niha di bin zimanê min de tehlahiya qehweyê, di hişê min de jana çîrokê hebû. Lê ya esasî xatirê qehweyê nebû çîroka fîncanê ya çil salî bû.
MÛSA KAYA
Piştî sih salî ez jî hepsê derketim, çûm welêt û çûm mala xwîşka xwe ya herî piçûk. Piştî xêrşahiya bi hesreta salan, fîncanek qehwe anî da ber min. Bala min kişand ku lêva fîncanê piçikekî şikestî bû. Min nepirsî lê belê min di dilê xwe got, gelo di mala xwîşka min de fîncaneke sax tune ku di vê fîncana şikestî de qehwe dayê ber min.
Jî ber ku min di greva birçîbûna ya 99 rojan de gelekî qehwe vexwaribû, qehwe li ber çavên min reş bibû û min nexwest ku ez qehweyê vexwim. Lê xwîşka min got "Çîroka vê fîncanê heye," û bi israr xwest ku ez qehweyê vexwim. Min bi wê meraqê qehwe vexwar û guh da çîrokê:
Gotineke pêşiyên Kurdan heye. Dibêje "qehwe bi fîncanê, xatir bi salanê."
Ger çi xwîşk û birayên me yên Tirk wek gelek tiştan ev gotina me jî hildane û bi gotina "bir kahvenin kırk yıl hatırı var" wergerandine tirkî lê belê em dîsa jî çîroka xwe ya qehwe û fîncanê bêjin.
Hîna temenê min gelekî piçûk bû. Meleyek li gundê me hebû gelekî dewlemend bû. Hemû gundiyan jê re paletî dikirin lê belê pirî caran heqê paleyan jî nedida. Gundî jî ji ber tirsa ku kerameta mele heye û nifirekî li meriv bike devê meriv xwar dibe, newêribûn heqê xwe ji mele bixwazin.
Rojekî mele ji min xwest ku ez jî wek pale herim di zeviyê de bixebitim. Min hema di cîh de got erê. Malbata me tev li dijî min derketin û gotin tu hê piçûk î wexta te paletiyê nîne. Lê min bi ya xwe kir û ez çûm paletiyê. Min dizanibû mele dê rojaneya min nede. Jixwe armanca min jî pere nebû.
Xwîşka min a ji min mezintir Cemîle her tim dixwest ku taximek fîncanên ferfûrî (porselen) di malê de hebe. Lê belê wê demê li Kurdistanê fîncanên sıfır (paxir) hebûn. Ên ferfûrî kêm bûn, ew jî ji Îranê dihatin û gelekî biha bûn. Meleyê gund jî tiştên wisa ji Îranê dianî û bi bihayekî giran difirot. A qesta min a paletiyê ew fîncan bû.
Dema em jî zeviyê vegeryan ez çûm mala mele. Jina mele û kurê wî gelekî jî min hez dikirin. Min ji wan xwest ku pêş rojaneya min ve taximek fîncan bidin min. Wan jî daxwaza min neşikandin. Min fîncanên ferfûrî hilda û ez çûm malê. Çawa ku xwîşka min fîncan dît gelekî kêfa wê hat û ji şahiyê ez hembêz kirim...
Sal û zeman derbas bûn. Ez mezin bûm û mîna gelek Kurdan hatim binçavkirin, îşkence kirin û hepskirin. Dema ez di hepsê de bûm xwîşka min a ezîz di temenekî ciwan de jiyana xwe jî dest da. Êsta ji wê taxima fîncanan a ku min bi keda xwe ya pêşin kirîbû û diyarî xwîşka xwe ya herî mezin kiribû niha ev fîncan mabû. Xwîşka min a herî piçûk Senemê ew liba fîncanê tam çil salî veşartibû. Niha di bin zimanê min de tehlahiya qehweyê, di hişê min de jana çîrokê hebû. Lê ya esasî xatirê qehweyê nebû çîroka fîncanê ya çil salî bû.







