Xelîl Cibran; peyamberê evîn û bedewiyê

Nûçeyên Forum

Şemî 11 Nîsan 2026 - 07:00

  • Xelîl Cibran ne tenê nivîskar bû her wiha warên hunerî yên din de jî afirîner bû. Gotina wî ya navdar a “Bedewî dilê şewitî û giyanê efsûnkirî ye” hem nivîskariya wî û hem jî şêwekariya wî baş şirove dike. Cibran îro jî wekî “peyamberê giyanî yê modern” tê naskirin.

 

ADAR PÎROZ

Xelîl Cibran yek ji nivîskar, helbestvan, şêwekar û hunermendên herî bibandor ên sedsala 20’an e. Mirov dikare wî weke Libnanî-Emerîkî pênase bike û bi xebatên xwe yên di her du zimanan (erebî û îngilîzî) de, û her wiha bi şêwekariya xwe ya sembolîst, bûye sembola hevgirtina Rojhilat û Rojava. Berhemên wî yên wekî “Pêxember-Peyamber” (The Prophet) li çar aliyê cîhanê bi milyonan hatine firotin û hîna jî bandora xwe didomîne.

Xelîl Cibran li gundê Bşerrî (Bsharri) yê li çiyayên Libnanê (wê demê di bin desthilatdariya Osmaniyan de ye) ji dayik bû. Malbata wî ji aliyê aborî ve ne dewlemend bû; bavê wî xwediyê zevî û zeytûnan bû lê pirsgirêkên wî hebûn. Di 12 saliya xwe de, bi dayik û xwişk-birayên xwe re koçî Bostonê (Emerîka) kir. Li wir, di nav civata Libnanî-Sûrî ya mezin de mezin bû. Dayika wî bi dirûtinê debara malbatê dikir.

Xelîl Cibran li Emerîkayê rastî Fred Holland Day (şêwekar û weşanger) tê û piştgiriya wî li hunerê sor dibe. Day ew şand dibistana hunerê. Di 1898’an de vegeriya Lubnanê û li Koleja Hikmetê ya Beyrûtê xwend, li wir fêrî zimanê Erebî û Fransî bû. Di 1903’an de vegeriya Bostonê, di 1908-1910’an de jî bi alîkariya Mary Haskell (ku tim piştgirê wî bû) li Parîsê li Académie Julian huner xwend. Li Parîsê bi Auguste Rodin re hevdîtin kir û di bin tesîra wî de ma. Di 1912’an de li New Yorkê bi cih bû û heta mirina xwe li wir ma.

Jiyana wî ya kesane bi êş bû: Dayik û xwişka wî bi nexweşiyê mirin, ew bi alkolîzmê û nexweşiyên din re rû bi rû ma. Di 48 saliya xwe de, di 10’ê Nîsana 1931’an de li New Yorkê ji ber sîroza kezebê mir. Li gorî wesiyeta wî, cenazeyê wî vegerandin Bşerrîyê û li wir hate definkirin. Mary Haskell gelek name û berhemên wî parastin.

 

Berhemên nivîskî yên Xelîl Cibran

Xelîl Cibran bi du zimanan dinivîsand. Berhemên wî yên erebî zêdetir helbest û çîrokên kurt in, yên îngilîzî jî felsefî û gotarî ne. Mijarên wî yên sereke: evîn, mirin, xwezâ, azadî, dadmendiya civakî, giyanî û hevgirtina mirovahiyê. Her wiha ew di bin tesîra Nietzsche, William Blake, mîstîsîzma Rojhilatî (Sûfîzm, Bûdîzm) de dimîne.

Di Erebî de: Arâ’is al-Murûj (1910, Nymphs of the Valley), Dam’ah wa Ibtisâmah (1914, A Tear and a Smile), Al-Arwâh al-Mutamarridah (1920, Spirits Rebellious), Al-Ajniha al-Mutakassirah (1922, The Broken Wings), Al-Mawâkib (1923).

Di Ingilîzî de: The Madman (1918), The Forerunner (1920), The Prophet (1923) – ev pirtûka wî ya herî navdar e, 26 gotarên şîrîn ên li ser mijarên wekî evîn, zewac, zarok, kar, azadî û mirinê. Sand and Foam (1926), Jesus the Son of Man (1928).

The Prophet wekî pirtûkek giyanî ya gerdûnî tê dîtin, bi zimanekî helbestî yê sade û kûr hatiye nivîsandin. Ew hîna jî yek ji pirtûkên herî tê firotin ên cîhanê ye. Cibran li dijî hişmendiya kevneşopî, olî ya hişk derket û azadiya giyanî, hezkirina mirovahiyê û yekbûna xwezayê anî ziman.

 ‘Bedewî ne di rû de lê di dil de ye’

Cibran xwe wekî hunermendekî dîtbar jî didît û gelek caran digot ku hunera wî ya nivîskî û şêwekariyê bi hev re ne. Bi sedan xêzên wî hene. Berhemên wî yên dîtbarî bi awayekî sembolîst hatine sêwirandin. Bêhtir di bin tesîra Blake, Odilon Redon û Rodin de ne. Wî pir caran laşê mirovî yê tazî wekî sembola bedewî, azadî û giyanî bi kar dianî. Laş ji bo wî ne tiştekî madî bû lê dergehek bû ji bo ya herheyî û xwezayê. Xelîl Cîbran di şêwekariyê de ku nexasim portreyan çêdikir, bêhtir bi van mijaran daket; portre, fîgurên mîstîk, mirovên di nav xwezayê de, çiya, av, kevir wekî laşên mirovî, êş, mirin, vejîn, evîn û yekbûna giyanî. Wî portreyê kesên navdar yên weke Rodin, Debussy û Jung jî çêkirin. Lê portreya wî ya herî navdar ê bi navê “Towards the Infinite” ye ku ji bo dayika xwe çêkiriye.

Hunera wî avant-garde bû. Wî bêhtir di dema Kubîzm û Sûrealîzmê de afirand. Wî digot: “Hunermend gava ku vîzyona xwe ya veşartî bi xuyabûna xwezayê re li hev tîne, huner çêdibe. Hinek bawer dikin ku huner teqlîda xwezayê ye; di rastiyê de xweza ewqas bilind e ku nikare were teqlîdkirin. Bedewî ronahiyek e di dil de. Bedewî ne di rû de ye.”

Hîna jî îlhamê dide mirovan

Xelîl Cibran ne tenê nivîskar bû lê di gelek warên hunerî de afirîner bû. Gotina wî ya navdar: “Bedewî dilê şewitî û giyanê efsûnkirî ye.” Ev gotin hem nivîskariya wî û hem jî şêwekariya wî baş şirove dike. Cibran îro jî wekî “peyamberê giyanî yê modern” tê naskirin. Berhemên wî li seranserê cîhanê hatine wergerandin. Helbest û çîrokên wî di gelek kovar û malperan de bi Kurdî jî hatine wergerandin. Wî di edebiyata erebî ya nûjen de şoreşek çêkir û li Rojava jî wekî fîlozofekî evîn û aştiyê hate pejirandin. Muzeya wî li Bşerrîyê heye û berhemên wî hîna îlhamê didin mirovan.

Xelîl Cibran gelek pêşangeh li Boston, New York û Parîsê vekirin û berhemên wî niha li muzexaneyan (wekî Telfair Museums) tên parastin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.