
- Wêje, an nivîsandin, şêweyekî hunerî ye. Herikbar e. Bingeha wê ziman e. Hest, raman, xeyal, bûyer, rewş çi bi devkî be çi jî bi nivîskî be bi awayekî wêjeyî derdikeve pêş. Wêje bi estetîka xwe derdikeve pêş. Ji aliyekî jî hunera peyv û gotinê ye.
ROZA METÎNA
Wêje ji dîrokê heta niha bi bandoreke mezin her tim xwe pêş xistiye. Li ser dewlemendiya ziman, çandî, hunerî û dîrokî xwe mezin kiriye. Bandoreke mezin li ser pêşketina ziman û civakî kiriye. Estetîka wêjeyê di heman demê de îlhameke mezin jî daye mirovan. Bi hestekî estetîkî bandor li ser binhişiya mirovan û civakê kiriye. Fikir û raman jî bi estetîka wêjeyê pêş ketine, xwe xwedî kirine.
Bi vana girêdayî estetîka wêjeyê her tim bandor li ser xwîneran kiriye. Bi awayekî giranbiha bîra civakî zindî hiştiye. Taybetmentiyên herêmî di nava xwe de vehewandiye. Bi feraseteke hunerî siberoja civakê ronî kiriye. Şaristaniya civakan xurt kiriye. Hem jî li ser vê şaristaniyê xwe xwedî kiriye. Ev estetîka wêjeyê her wiha bi xeyalên mirovan jî xwe xwedî kiriye. Bandor li ser zimanê rexnegiriyê jî kiriye. Ger di wêjeyê de û di nava civakê de zimanekî rexnegir pêş nekeve wê demê gelek tişt mixabin kêm dimînin.
Ji ber wêje bi xwe çalakiyeke hunerî ye bandorê li ser teşebûna civakê jî dike. Civakek dema bi cureyekî hunerê ya navê wê wêje ye bi teşe bibe wê demê di nava civakê de jî ew rihê estetîk derdikeve pêş. Civak wê fersendê dibîne ku hişê xwe û hişmendiya xwe pêş bixe. Ji tundiyê dûr bikeve û hilberînek pêk were. Jixwe ji bo civak pêş nekeve û tundî belav bibe jî îktidarên heyî yên yekperest dixwazin hunerê ji holê rakin. Jixwe bi salan e bi taybet li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê îktidarên heta niha hatine êrişeke sîstematîk bi taybet li dijî çand û hunera Gelê Kurd kiriye. Her wiha ji bo huner pêş nekeve çi ji destên wan hatine kirine. Bi rêya medyaya hawiz û serdest hatiye xwestin ew rihê hunerî yê civakî ji holê bê rakirin. Her wiha hatiye xwestin bi bername û rêzefilmên ji çand û hunerê dûr civak têkeve nava aloziyeke mezin û exlaqê civakî xera bibe. Em dikarin bibêjin heta niha li Tirkiyeyê îktidarên heyî tu xizmetek ji çand û hunerê re nekirine.
Wêje di nava xwe de dîrok, felsefe, şaristanî, bîranîn û gelek mijarên dinê jî dikare bihewîne. Bi vê re bi mirovan re hişyariyekê çêdike. Bîra mirovan kûr dike. Nirxên civakî diparêze. Hestên darizandin û lêpirsînê geş dike. Bi hinek cureyên cîhanî yên wêjeyê yên wekî; Humanîzm, Klasîsizm, Romantîzm, Parnasîzm, Modernîzm, Naturalîzm, Sembolîzm, Îdealîzm, Realîzm dîtbarî û bandora wêjeyê hîn zêde bûye. Em balê bibin ser pênaseya van çend cureyan.
Romantîzm: Di vê cureyê de ji xeynî mantix û ramana zanistê, xeyal derdikeve pêş. Ev li dijî ronakbîriyê derketiye. Ev di sedsala nozdehan de derketiye holê.
Realîzm: Ev cureyê wêjeyê balê dibe ser fikarên rojane û xizaniyê. Her wiha balê dibe ser sadekirina dîtin û şêwazê. Di dawiya sedsala nozdehan de derketiye holê.
Naturalîzm: Ev cureyê wêjeyê dibêje; hinek hêmanên wekî derûdorê û irsiyet mirovan dixe binê kontola xwe. Di dawiya sedsala nozdehan de derketiye holê.
Bi van cureyên wêjeyê jî ew rihê estetîkê derketiye pêş. Parastina nêrîneke estetîk a di wêjeyê de asoya mirovan jî berfireh dike. Jixwe têkiliya huner û estetîkê jî li ser nirx, bîr û baweriya civak û xwezayê xwe xwedî kiriye. Xwedîderketina vê yekê ya ji aliyê civakê ve jî wê elbet bibe sedema gelek pêşketinên berbiçav.







