
- Bazbenda Dayê romana têkoşîn û berxwedana berî 12’yê Îlona 1980’ê dest pê dike û heta asta herî xurt a Şoreşa Azadiya Kurdistanê dewam kiriye.
EVDIREHMAN GABARÎ
Romana Kamran Simo Hedilî ya dawî ya bi navê Bazbenda Dayê ji 328 rûpelan pêk tê. Mejdînê ku bernavê wî yê gerîlatîyê paşê bibe "Heznî" û hevjîna wî Sêvê ji ber hezkirinek zêde navê wî şîrîn dike û jê re dibêje "Dîno" ciwanek welatperwer û şoreşgerek jîr û zana ye. Bavê 3 zarokan e û hevjîna wî Sêva Xelatî bi zarokê çarem ducanî ye. Roman bi telefonek a ji ber cizwizê deng nayê fêmkirinê, ji alîyê dawîyê ve dest pê dike. Heznî li Batmanê di nav xebatên siyasî de şoreşgerek pir jîr û jêhatî ye.
Nivîskar Kamran Simo Hedilî pêkutî û zilma dewletê, şopandina welatperweran, tirsa dewletê xistî nava dilê gel ku mirov çawa neçar bimîne terka welatê xwe; dêya xwe, zarokên xwe yên biçûk û jina ducanî bike.
Nivîskarî bi mebesta xebatên Heznî û hevalên wî yên di nava gundan û nav êl û eşîran de; jiyana koçerî, zozan, konên Kurdan ên ji mûyê bizinan hatî çêkirin (mixabin vêga li ber windabûnê ye!) xwedîkirina pez û sewalan wekî wêneyekî li ber çavên xwîner raxistiye. Ligel jiyana koçeriyê jiyana dêmanîyê jî ligel alîyên civakî, aborî siyasî bi me baş daye nasîn.
Xebata Heznî û hevalên wî yên di nava civaka kurd de carinan belayê bîne serê wan jî xwîner mereq dike dê ka çawa ji wê belayê rizgar bibin. Heta hin ciwan wana wek ermeniyên li defîneyên bav û kalên xwe digerin didin nasîn û li wan dixin. Lê nivîskarî bi hostatî mêvanperwerîya Kurdan a kevnar bi honakek xweş mirov dikişîne nava bûyerê ku çawa rihspî û mezinên gund vê rûdana şermane bi dilekî xweş çareser dikin û dilê ciwanên şoreşger xweş dikin, anîye zimên.
Her çi qas hin xêrnexwaz rêxistinê wekî ermenî û dijberê dînê îslamê bidin nasîn jî, kesayetên wekî Mela Simayîl; ji bo ew şoreşger nekevin destê dewletê kumê feqîyan dide serê wan û wana wekî feqîyên xwe nîşan dide û ji girtina cendirmeyan rizgar dike. Ev bûyer jî nîşan dide, ku bawermendî û welatparêzî dikarin bi hev re têkiliyek xurt pêk bînin û di navbera wan de tu nakokî nînin.
Li aliyekî derûnîyek gelek dijwar Heznî dixe nav meyze û mitalan, ji ber ku aqûbeta malbatê ji hişê wî dernakeve. Li alîyekê nezanî û bêbawerîya gelê herêmê û astengî, li alîyê din veqetîn û terkkirina hin hevalên wan Heznî zêde zêde tengav dike. Di vir de nivîskarî bi zimanekî sade da ku xwîner têbihije; çawa di bin şert û mercên dijwar de şoreşger, gelê nezan û xîzan ji xewa salan şîyar dikin, bi xwîner dide fêmkirin.
Ser van hemû kul û derdan re cunteya leşkerî dibe sebebê derketina derveyî welêt û berê wî û hevalên wî dikeve binxetê. Pîştî demekê diçin Geliyê Bekaya ku paşê navê wê bibe Akademiya Mahsûn Korkmaz. Li wir ne tenê perwerdeyê dibînin. Li welatê Sûrî û Lubnanê tirs û xofa derbasbûna ew sînorê Kurdistanê parçe kirî, jiyana demkî ya Sûrî, fêkiyên li welatê me nînin, wekî mûz û fêkiyên zivistanê: pirteqal, lîmon û avhewaya wî welatî jî bi awayekî şaşwazî bi çavê Heznî dide nasîn. Lê di vir de, ev pêvajoya derbasbûna sînor dişibe romana Qolincên Nûjiyanê. Lê vê jî bêjim: her çiqas bişibin hev jî, di romanên ji hev cuda ne û ji vê pê ve çare jî tune ye.
Piştî perwerdeyê jî berê wî dikeve Çîyayên Azad. Lê di vê pêvajoyê de jî çiqas nas, dost û hevalan dibîne her û her pirsa zarokên xwe, diya xwe û hevjîna xwe Sêvê ku ji ber hezkirina zêde jê re Sêva Xelatî dibêje, dike. Di vir de nivîskarî li aliyekê hez û hesreta dayik, jin û zarokên hewcedariya wan bi bav heye; li alîyê din ji bo rizgariya welat; fidakarî, cangorîkirin û terka hezkiriyên xwe dide ber hev. Li aliyekî din jî derûnîya Heznî ya ku ji ber xebatên şoreşgerî dê bikeve destê dewletê û çi qas tiştên xerab dê bên serê wî di hişê xwe de dibe û tîne. Nivîskar van bijartekan dipîve û di encamê de pîvana heza welat û ketina destê dewletê ji heza windakirin û hesreta malbatê girantir tê pîvan.
Ango nivîskar bi awayekî zelal vê jî şanî me dide. Ligel hemû kul û xeman dev ji têkoşîna xwe bernade heta bi nexweşiya çavan dikeve û ji bo tedawîyê berê wî dikeve Rojhilatê Kurdistanê. Bi alîkariya bijîşk û welatperweran xwe digihîne Azerbêcan, Ukrayna û ji wir diçe Moskowayê. Nivîskar di vir de hin nakokiyên di nava rêxistinê de, têkilî û xemsariya berpirsyarê nîyetxirab ê ku gerîla ji têkoşînê sar dike û çawa dikare navendê ji berpirsyar agahdar bike, bi kîjan rê û rêbazan çareser dibin, bi me dide zanîn. Li gorî min di vir de hin rexneyên sergirtî li rexistinê jî dike. Ligel van zor û zehmetiyên dijwar, bi çi awayî xwe digihîne welatê Yekîtîyên Sowyetê yên wê demê.
Li Ukrayna û Moskowa bi alîkariya xwendevanên kurdên di zanîngehên Sowyetê de dixwînin çawa xwe digihîne bijîşkan, şanî me dide. Nivîskar bi vê mebestê hevgirtina xwendevanên kurd ên li welatên bîyanî xweşî û modernita bajarên Sowyetê, têkiliya di navbera jin û mêran ku li nik me eyba giran e, lê li wir çiqas rewa ye; vexwarina alkola di dînê îslamê de gunehê herî mezin e, lê li wir bi bismila û duayan vedixwin, bi me dide nasîn.
Di fînalê de dîmenên herî xweş û balkêş; dema dayîka Heznî pirsa bazbenda berî bîst salan bi milê wî ve girêdayî dike, Heznî hema milê xwe rût dike û dayik bazbenda ku li gorî baweriya wê heta niha canê Heznî ji kuştinê parastiye dibîne, hêjayî xwendinê ye. Ev dîmen xwînerî ewqas hestyar dike, hêstir xwe li çavên xwîner nagirin, bivê nevê li ser hinarikan berjêr dibin.
Nivîskarî, deverên Heznî û hevalên xwe lê gerayî bi çêl û çiya, bi deşt û zozan, bi gelî û newal, bi gul û kulîlk, bi çem û rûbar hemî erdnigarî bi honakek gelek xweş û fêmbar vegotine. Li gel vê jî hemî herêmên Heznî lê gerayî hemî bi edet û tore, bi devok û peyvên cuda, bi pez û dewar û bi cil û bergên cuda jiyana çand û civakan gelek xweş rave kiriye.
Nivîskar bi qedr û qîmetek bêhempa dilzîz û dilovaniya dayikê aniye zimên. Heza di navbera jin û mêr de, kêşa hesreta zarokan a bavek gerîla hêjayî xwendinê ye.
Kamran Simo Hedilî ev roman bi pênûsa xwe ya xurt, bi zimanekî sade, ji pirole û propogandayê dûr, bi berçaveke dûrbîn nivîsiye û daniye ser refa pirtûkxaneya kurdî. Ez nivîskarî ji dil û can pîroz dikim û dibêjim bila herkes vê romanê bixwîne.
BAZBENDA DAYÊ qedr û qîmeta dayikê ye.







