Lata Şivo

Nûçeyên Forum

Duşem 20 Nîsan 2026 - 07:30

  • "Ez û keçeke delal evîndarê hev bûn. Lê ji bona min evîneke din jî hebû; Ax jî evîna min bû. Lewra bê ax evîn nabe.Ez li pey ax ê çûm,da bigihim evîna xwe…”

Osman KAPAN

Pişta xwe dabû latê,li kurahîya rojhilat dinerî. Nerîneke welê dinerî, te di got qey dixwaze her tişta li wê hêlê, di bîbikên çavên xwe de qeyd bike. Ne îro tenê, ji dema hatî wî gundî heya kêliya tê de, wekî rîtuelekî tim rojê carekê duduyan, li ber wê latê rûdinişt û li rojhilat dinerî…

Gundiya navê wê latê kiribûne: “ Lata şivo.” Dema ku hatî wî gundî, bi temenê xwe bîst- Bîst û pênç salî bû. Çend rojekî li mizgeftê mabû. Pişt re gundiyan jê pirsî bû, bê çi kes e,ji ku ve hatîye? Tenê gotibû: “Navê min Şivan e,lê dibêjine min Şivo û keyfa min jî pirrtir ji Şivo re tê. Ez mêvanê xweda me. Ku win bipejirînin, ezê li vir bimînim, carina karek hebe, ji bona debara xwe ezê bixebitim. Tenê ricayeke min ji we heye, tu pirsan ji min nekin.Ku dem hat ezê çîroka xwe ji were bêjim…”

Dema ew gotin gotî jî, çavên wî tije rondik bûbûn û kesên li dorê, di wan çavên şilokî de êşeke ne diyar dîtibûn. Girgirekê gund bi hev şêwirîn, bi erê ya girgirikan jê re maleke biçûk çêkirin û her kesî bi navê, “Şivo” gazî dikir.

Ji wê rojê pê ve Şivo, wekî yekî gundî bû, lê xwe zêde nedida nav wan. Tenêtî jê re dibû derman. Dema ku bi tenê dima li ser raborî û bîranînên xwe difikirî. Her çiqasî ciwanên gund dixwestin wî bi kişînin nava xwe û weke yekî gundî nêz bibin jî, wî xwe zêde nedida ser wan.Car caran ciwan li dorê rûdiniştin û dixwestin, meseleya xwe ya hatî gundê wan,kesekî wî heye an nîn e ji wan re bibêje. Îca ji bona xwe ji van pirsan rizgar bike, pêşî çend gotinên stranan wekî helbestê ji wan re digot.Bi demê re kurteçîrok gotin.

Îca sal li salan qulipîn, nivşek çû yekî din hat. Lê rûniştina Şivo ya li ber latê û nerîna li rojhilat, tim wekî xwe ma.Ne kesekî êdî pirs jê dikir,ne jî wekî yekî biyanî didîtin. Ew wekî gundî û yekî ji xizmên xwe didîtin.JI zarokan re çîrok digotin û digot: “Win herin ku herin,kevneşopî û nîrxên bav û kalan ji bîr nekin…” Zaroka tim xwe lê digirt û keyfa wan jî jê re dihat.

Şivo yê me, dîsa berê xwe dabû rojhilat, destê xwe ji çavên xwe re kiribûne ber pêlk û li rojê dinerî. Min baş dêhna xwe dayê, lêvên wî dilebitîn. Heya niha me qet nedîtibû,an jî bala me nekişandibû ku dema li rojhilat dinere ku lêvên wî lebitî.Ji bona ku min nebîne ez bi şun ve çûm,li pişt rûniştim.Erê tiştin digotin,min deng dikir lê min jê fam nedikir bê çi dibêje. Bes dengekî bi aheng û gotinan guhê min di tixtixand.Digot:

“Gulîstan cihê te ey nazenînim

Ez di gulxen û xwelî de dirûnim

Çi di gulşen çi di gulxen çi sehra

Ku çavan vedikim her te dibînim…”

Belê min di wî temenê xwe yî zarok de fam kiribû ku, Şivo bi derdê evînê ketiye. Lê evîna wî çi bû?

Roja din Şivo, em zarok hemû li xwe kom kirin û got: “ Min soz dabû gundiyan, ku dema wê hat ezê çîroka xwe ji wan re bibêjim.Îca ezê ji we re,win jî, ji malîyan re bibêjin.” Dîsa bi çavên beloq û kur li rojhilat nerî. Lêvên wî bêdeng lebitin, pişt re dengê wî xwe di labîrentên guhên me de herikîn ser mêjî: “ Ez ji wir hatim, dema ez hatim ciwan bûm. Vaye ez kal bûme û dema çûyîna min e. Lewra rayên min, evîna min,bîranînên zarokatiya min li wir in! Kok li ku be dar li ser wê mezin dibe. Ango mirov li ku be dê li wê kokê vegere.Ez niha çîroka xwe ji were ji serî heya binî bibêjim jî, ne gengaze ku win fam bikin.Îca ku rojekê win ji koa xwe dûr ketin, min bênin bîra xwe, wê demê win ê min fam bikin. Ez û keçeke delal evîndarê hev bûn. Lê ji bona min evîneke din jî hebû; Ax jî evîna min bû. Lewra bê ax evîn nabe.Ez li pey ax ê çûm,da bigihim evîna xwe…”

Rondikê çavan zêde bûn,gotin ji nava lêvan nîvqurmiçî derdiketin.Min fam nekirim, devera jç hatî ku dever bû.Lewra gotibû; “Ez ji wir…” Roja din gotin geriya: “ Şivo, winda bûye…”

Sal û demên dirêj di ser re derbas bûn, me evînên xwe li pey xwe hiştin, ax hilbijart. Hinek ji me bûne Zîndanî, hinek bûne stêrk û hîn jî em li ser doza evîna xwe ne.Ez jî bûme penaber li biyanî yê. Wê rojê ez di ber parkekê re derbas bûm.Dengek hate guhê min,dayîkek bi zaroka xwe re bi tirkiyek nîv Kurdî diaxifî. Le vegeriyam û sedema çima bi zaroka xwe re ne bi Kurdî,bi vê Tirkiya xerabe diaxife pirsî. Ber xwe ket, soro moro bû û got: “ Em ji koka xwe dûr ketine…” Bi gotina wê re Şivo li ber çavên min zindî bû û min ji xwe re got: “ Rast e kok ziman e,em roj bi roj jê dûr dikevin.” Ku mirov ji koka xwe dûr ket,an li ser koke din şîn dibe,an jî hişk dibe. Ji wê rojê ve,ez rojê sê cara bi tîrêjên rojê zimanê xwe av didim,da bigehe koka xwe…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.