Pirsgirêk û ‘Pirsgirêka Kurdan’

Nûçeyên Forum

În 24 Nîsan 2026 - 06:00

  • Pirsgirêk nêk neyênî ya afirîna serdestan e. Di rastiya dîrokê de tiştekî zelal heye; serkeftina serdestan bi avakirina wan a hişmendî ye. Berî her thiş û mejiyan dagir dikin.

YAŞAR ASLAN

Pîştî ku xwe û rastiyên xwe bi civakê yan jî bi bindestan dane qebûlkirin êdî her tişt hêsan dibe. Di têgîna ‘pirsgirêk’ê de jî ev rewş diyar e. Îroj gava em li pênaseyên yekdestdarî dinêrin tiştê ku nekirine pirsgirêk nemaye. Aborî, exlaq, çand, siyaset û hwd. bêyî bêjeya/têgîna pirsgirêkê nayê pêşkêşkirin.

 

Rojane em pêrgî gotina ‘pirsgîrêk’ tên. Bi taybetî gava rastî û rewşa kurdan bê diyarkirin ‘pirsgirêk’ bi serî ve dikin. Ev rewşa sosret bi kurdan jî dane qebûlkirin. Her ku rayêdarên Tirkiyeyê, Erdogan û hwd. dibêjin “Pirsgirêka kurdan tune ye !” Derûdorên rizgarxwaz jî perçe ji xwe dikin, acizî û nerazîbûnên xwe tînin ziman.

 

Di dîrokê de cara pêşî  yê ‘pirsgirêk’ afirandiye yekdestdarî ye. Civak bi xwe û tevgera civakê pivan û nirxên exlaqî û polîtîk tarûmar kiriye, bî hêza mêrê zordest (yê olî, leşkerî û rêveberî), sazûmanek afirandiye. Û piştî wê jî kêmanên civakê weke pirsgirêk pêşkêşî civakê kiriye. Ev weke ‘rastî’ jî bi mirovan daye qebûlkirin.

 

Gava em li pênaseya ferhengî ya bêjeya ‘pirsgirêk’ê bînêrîn ev tê gotîn: “Pirsgirêk: 1 - Rewşa ku dîvê bi lêgerîn, lêkolîn bê hînkirin û çareserkirin, mesele, problem. 2 - Derd, rewşa ku mirov aciz dike…”

 

Her çiqasî wateya ferhengî wisa razber û kurt be, rastiya dîrokî li ser pênase û desthilatdariya yekdestdarî ye. Yekdestdar, ji bo berjewendî û serweriya xwe yên din weke ‘pirsgirêk’ asûn kiriye. Di nivîsên mîtolojîk, teolojîk û heta yên ku weke zanistî de jî ‘lanetbûyî’, ‘xerab’, ‘divê bê paqijkirin’, ‘gemarî’... û hwd têne pêşkêşkirin.

 

Em dev ji kûrahî û dûrahiya dîroka kevn berdin û bêne serdama nêzîk, modernîteya kapîtalîst ku xwe weke “Rojava” bi nav kiriye û ‘Rojhilat’ weke pirsgirêk bi nav kiriye. Di nivîsên  rastgir (lîberal) û çepgirên (sosyalîst) rojavayî de ‘pirsgirêka rojhilat’ cih digire.

 

Kirdeya modern, mêrê spî yê rojavayî ye. Zilamê spî û dewlemend, jin, reşik, zerik, sorik, olan, gelan… gava bi nav dike bêjeya pirsgirêk tîne pêşî. Ev berevajîkirina rastiyê ye. Bêjeya ‘pirsgirêk’ bûye têgîna ku pirsgirêkên rastîn/aslîn dinuximîne. Di ferhenga wan de ‘pirsgirêka spîkan’ tune ye. Lê ‘pirsgirêka jinê, pirsgirêka reşikan, pirsgirêka çermsorikan, pirsgirêka hindûyan, pirsgirêka çîniyan” û hwd bi lêv dikin.

 

Gotinek J. P. Sartre heye dibêje: “Rojavayiyan xwe weke tekane emsala mirovatiyê îlan kirine. Rojavayî  ‘ên din’ wekî kole û barbar bi deq kirine.”

 

J. P. Sartre rastiya zimanê desthilatdar vedibêje. Bî vî zimanê desthilatdar, kedxwar, mêtinger û zayendperest bi sedsalan e ku afirîna bîrdozî berdewam e. Meriv dikare bibêje ku di vêna de serkeftî bûne. Îroj bindest, mixalîf û azadîxwaz li hemberî serdestan şer dikin lê ji ber ku xwe xeleka ramana serdest û jiyana disepîne rizgar nekirine bi ser nakevin.

 

Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî heman rêbaza desthilatdariyê heye. Pirsgirêka mezin Dewleta Tirk a zalimane û zilamane ye. Lê tu dinêrî ji bilî dewlet û pergala xwe her mijarê weke pirsgirêk bi nav dike; Pirsgirêka rûman, pirsgirêka ermenan, pirsgirêka çerkesan, pirsgirêkên ereban, pirsgirêka kurdan, pirsgirêka alewiyan, pirsgirêka xrîstiyanan, pirsgirêka karkeran, pirsgirêka gundiyan, pirsgirêka aborî, pirsgirêka ekolojî û hwd çi bê bîra we bêjeya ‘pirsgirêk’ê pê vekirine.

 

‘Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê’ Komara Turkiye (KT) ji Împaratoriya Osmanî weke mîrate dewr girtiye. Hêj di zemanê Qanûnî Sultan Suleyman de Safewî ji wan re pirsgirêk in. ‘Pirsgirêka Rojhilat’ heye û kurd weke sed û bendekê li hemberî Safewiyan têne xebitandin. Lê di nivîs û belgeyên sedsala 19’emîn pê ve weke “Meseleyî Muhîm Kurdistan” derbas dibe. Dîrokzanên ku arşîvên Osmaniyan vekolandine ev rastî raxistine pêş çavan.

 

Dewleta Osmanî û berdewamiya wê KT gava bêje/têgîna ‘pirsgirêk’ xebitandine di wateya çareserî, azadî, demokrasî de bi kar neanîne. Ji wateyek erênî wêdetir wateyek neyênî, xerab lê bar kirine. Jixwe piştî avakirina KT navê Kurd û Kurdistan jî ji navê rakirine û gotine “Şark (Dogu) Sorunu” yanî “Pirsgirêka Rojhilat”. “Şark bir çıbandır kesilip atılmalıdır” (Yanî “Rojhilat kunêrek e (birîna reş) divê bê qutkirin û avêtin.”) ji zimanê wan nakeve. Weke tê zanîn dema komarê ya pêşîn di bedenê mirovan de nexweşiya kunêrê çêdibû, hebû. Ew nexweşî jî afirîneke dewletê bû; genimê ji bo tov Amerîka wekî alîkarî dide Turkiyeyê lê ew bi taybetî li Kurdistanê belav dikin. Genimê dermankirî dibe sedema nexweşiyan û bi taybetî jî di çermê mirovan de kunêr derdikeve. Ew nexweşî jî weke ku ji gemarî/qirêjbûna gelê me derdikeve bi navê “şark çıbanı” dibêjin. Apê Mûsa (Anter) bi navê “Birîna Reş” şanoyek jî nivîsîbû. Apê Mûsa di vê şanoyê de dixwaze balê bikişîne ser ku birîna reş ne qeder e; nezanî, feqirî, hêsirî û belengazî ‘Birîna Reş’ e. Bi bijartina vî navî jî bersivê dide mêtingerên tirk, weke bêje ‘Birîna reş hûn in, sersebeb hûn in!’

 

Pênaseyeke pir xweş heye: “Di civaknasiyê de heta teorî û têgînen bingehîn neyên tarîfkirin, zehmet e ku şîroveyên manedar bêne pêşdebirin.” Di vê vegotinê de girîngiya têgînan û watedariya wan a rast pêşxistin, pênasekirin heye. Ji ber vê ziman û têgînên me divê ji yê dijberên me cudatir bin. Ferqa di nava me û wan de ya girîng û sereke ev bi xwe ye.

 

Di zimanê rojane de em xwe ji dafikên dijminê xwe rizgar nekin em ê bi ser nekevin... Em pir zelal dizanin ku zimanê serdest afirîneke rojane ye. Vêna venaşêrin jî. Rêziknameyan diweşînin, qanûnan derdixin, dibêjin “Hûn ê ji vê herêmê re bibêjin Rojhilat”; “Hûn ê ji ‘zam’an re bibêjin eyarkirina bihayan”; “Hûn ê ji kuştina, qetla mirovan re bibêjin bêdengkirin, bêbandorkirin, paqijkirin”... û hwd vegotinên wan hene.

 

Têgîna “Pirsgirêka Kurd” jî divê em wisa bigirin dest û divê ji jargona xwe, ferhenga xwe derxînin. Li şûna wê em dikarin bibêjin pirsgirêka azadiya, demokrasiya, wekheviya gelê kurd. Navê wê divê ev be. Ev rewş ji bo mijarên din jî wisa ye. Pirsgirêk ne elewî, ermenî, jin û hwd ne. Yê pirsgirêk û pirsgirêkan diafirîne pergal bi xwe ye. Li şûna vana hin akademîsyen dibêjin “Pirsgirêka Tirkîtî”. Ev pênase jî bi nakok e. Lewra gelekî, civakekê weke pirsgirêk binavkirin ne rast dike.

 

Di vê wateyê de jî hewcedarî heye ku em ‘Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê’ bi kar neyînin. Ku me got ‘Rastiya Gelê Kurd’, ‘Azadî û Serxwebûna Kurdistanê’, ‘Mafê Gelê Kurd’ û çareserkirina van mijaran dê rastî zelaltir bê gotin. Heger me rastî di rastgoya wê de anî ziman dê çareseriya wê jî pir zelal bê nîqaşkirin û daxwazên me jî bene famkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.