
- Em dibînin ku kanalên Başûr 59 derban hatine neqandin. Em pirbare nîşankirinê li ber çavan bigirin, herî kêm 29 û herî zêde jî tevahiya 47 kesên bersiv dane, li kanalên Başûr bi rengekî ji rengan temaşe dikin. Li Rojava xelk li kanalên Başûr temaşe dike ji yên Rojava bawer dike.
ELÎSAR ŞÊXO
Min xwest ez zanibim ka xelkê Rojava li kîjan kanalên telelevizyonê temaşe dike û çima. Yanî ji bo naskirina ka gelo xelk bêhtir li kanalên Rojava temaşe dike yan li yên Başûr, rapirsînek lazim bû, diviyabû ez anketekê bikim. Min bi şîreta mamosteyê xwe Luqman Guldivê ev rapirsîn bi rê ve bir. Ji ber ku wî got, dane lazim in ji bo tu karibî bigihîjî encamekê. Carinan ji bo lêkolînan, lêkolînên din lazim in.
Ji bo ku dane li ber destê min hebin, min weke rêbaza berhevkirina daneyan anket hilbijart. Sedema wê jî ew bû ku daneyên dikarin hîpoteza min test bikin, bi anketê dikarin werin berhevkirin. Pirsa min a lêkolînê bi xweşikî halo ye: Xelkê Rojavayê Kurdistanê li kîjan kanalên TV’yê temaşe dike, li yên Rojava yan li yên Başûrê Kurdistanê? Hîpoteza min jî ew e ku xelk bêhtir li kanalên Başûr temaşe dike. Lê ji ber derfeta min, lazim bû ez pirsa xwe û hîpoteza xwe bi bajarê Hesekê sînordar bikim. Yanî encamên lêkolîna min, wê ji bo taxên Kurd ên bajarê Hesekê lê bin.
Bi rêya anketê, dane berdest dibin ku ez dikarim bi wan bersiva pirsa xwe ya lêkolînê bidim. Lê ez ê her wiha li baweriya bi rastiya nûçeyan jî bipirsim û her wiha li dîtina xelkê ya li ser kalîteya van kanalan jî. Ji bo vê jî rêbaza berhevkirina daneyan bi anketê bi kêr hat.
Min 50 nusxeyê ankêtê li bajarê Hesekê belav kirin. Hesekê cihê yekem TV’yê bû li Rojavayê Kurdistanê. Min 7 Pirs di ankêtê de bi cih kirin. Min ew çawalêhato belav kirin. Ji 50 nusxeyî, 47 li min vegeriyan. Min bersivên hemûyan xweşik hesab kirin.
Çawa min li jor jî got, encama lêkolînê nabe ku ji bo tevahiya Rojava were giştîkirin, ji ber ku Kurdên li Hesekê tenê weke nimûne hatin neqandin. Ji ber wê, ez dikarim encamê tenê ji bo taxên Kurd ên Hesekê giştî bikim.
Kesên ku bersiv dane, temenê wan di navbera 20 û 45 salan de ye; ev jî giştîkirineke di warê temen de jî sînordar dike. Erê lêkolîna min li Hesekê bû, lê xelkê ku bersiva pirsên min da, hinek ji wan ji Efrînê, hinek ji Kobanê, hinek ji Hesekê, hinek ji Serêkaniyê, hinek ji Qamişloyê, hinek ji Dêrîkê û hinek jî ji deverên Bakûrê Kurdistanê bûn. Min heta ku mumkin bû bandor li bersivan nekir.
Ji bo hesabkirina cudatiya di navbera guhêrokên cuda yên girêdayî şert û mercan de min hejmara tevahiya nimûneya xwe yanî 47 kir esas. Yanî di ser 47 temaşevanan re min hesabên xwe yên rêjeya cudatiyê kir û ne di ser hejmara temaşekerên her kanalê de, ji ber ku ji 47 kesan jî her sê pirs hatine kirin. Ango em ferqa di navbera du bersivan de rêjeya wê di ser her 47 beşdarên anketê re dikin.
Herî zêde li kanalên Başûr tê temaşekirin
Pirsên ku ji bo nirxandinê girîng sisê bûn. Em ê niha yek bi yek li van pirsan binihêrin û hewl bidin şirove bikin ka encam çi ji me re dibêjin. Pirsa pêşî bi rengê di anketê de û hesabkirina bersivan, li jêr e:
Tu bi piranî li kîjan kanalên Rojava û Başûrê Kurdistanê temaşe dikî?
Ronahî TV: 26
Rojava TV: 3
Rûdaw: 29
Channel 8: 20
AVA TV: 2
Stêrk TV: 5
War TV: 4
Kurdistan 24: 4
Ji ber ku min nepirsîbû ka herî zêde li kîjanê temaşe dikin, lê li kîjan kanalan temaşe dikin, hin kesan ji bersivekê bêhtir îşaret kiribûn. Ev jî esas maqûl e, ji ber ku mirov meyldar in li gelek kanalan zêdetir binihêrin. Yanî li jor hin kes hem li Ronahî TV û hem jî li Rûdaw û hem jî li Stêrkê temaşe dikin. Bi her halî, ev dane bi me didin nîşan ku bi giştî 29 derban kanalên Rojava hatine nîşankirin. Heger hersê kesên Rojava TV nîşankirine, di heman demê de Ronahî TV nîşan kiribin, ji çil kesî herî kêm 26, herî zêde 29 kes bi rengekî ji rengan li kanalên Rojavayê Kurdistanê temaşe dikin.
Em dibînin ku kanalên Başûr 59 derban hatine neqandin. Em pirbare nîşankirinê li ber çavan bigirin, herî kêm 29 û herî zêde jî tevahiya 47 kesên bersiv dane, li kanalên Başûr bi rengekî ji rengan temaşe dikin. Li Rojava xelk li kanalên Başûr temaşe dike ji yên Rojava bawer dike.
Kanala giştî ya Kurdî Stêrk TV ye û 5 kesan ew neqandiye.
Ev encam eşkere nîşan didin ku kesên li kanalên Başûr temaşe dikin zêdetir in. Di navbera hejmara herî kêm 26 a Rojava û ya herî kêm a kanalên Başûr 29 de ferqeke ji 47’an 3 heye ku rêjeya wê % 6.38 e. Gava em hejmara herî zêde hesab bikin, ev jî dibe Rojava 29 kes, Başûr her 47 kes. Ferqa di navberê de ji 47’an 18 e û li vir, ferq rêjeyeke bilind a % 38.3 ye.
Kanala ku bi hejmarên xwerû temaşevanên wê herî zêde ne, Rûdaw TV ye bi 29 kesên lê temaşe dikin û Ronahî TV di vê biwarê de di rêza duyem de tê bi 26 kesan.
Lê temaşe dike jê bawer nake!
Bawerkirina ji kanalan û tercîhên temaşekirina li kanalan hev du zêde nagirin. Ji bilî Stêrk TV û Kurdistan 24, hejmara temaşevanên kanalan ji hejmara kesên ji wan bawer dikin, kêmtir e. Pirsa me yekser li bawerîanîna bi nûçeyan e. Bersiv û hesabê bersivan li jêr e:
Tu baweriya xwe bi nûçeyên kîjan televizyonê zêdetir tînî?
Ronahî TV: 17
Rojava TV: 2
Rûdaw: 14
Channel 8: 13
AVA TV: 1
Stêrk TV: 8
War TV: 0
Kurdistan 24: 5
Me destûr da ku dîsa beşdar karibin di bersivên xwe de du kanalan jî tercîh bikin. Em dizanin ku bi hejmarên xwerû, kanala herî zêde bawerî bi nûçeyên wê tê ji Rojavayê Kurdistanê ye: 17 kes baweriyê bi nûçeyên Ronahî TV'yê tînin. Lê ev hejmar ji hejmara temaşevanên wê kêmtir e: 26 temaşevanên wê hene. Rêjeya ku vê cudatiya di navbera temaşevan û bawerîanînê bi nûçeyên wê nîşan dide ya negatîf (neerênî) ji sedî 19.15 e. Ev rêje ji bo Rûdawê di asta herî jor de ye: 29 kes lê temaşe dikin lê 14 kes baweriyê pê tînin. Ev jî rêjaya cudatiya bawerî pêanînê û temaşekirinê dike 31.91. Ev rêjeya negatîf a têkiliyê ji bo Rojava TV % 4.26, ji bo Kanal 8 % 14.89, ji bo AVA TV 2.13, ji bo War TV jî % 8.51 e.
Kanalên ku hejmara kesên li wan temeşe dikin û baweriyê bi wan tînin, pozîtîf diguhere Stêrk TV û Kurdistan 24 in. Ji bo Sterk TV rêjeya cudatiya pozîtîf % 6.38 e (5 temaşevan û 8 kesên baweriyê bi nûçeyên wê tînin). Ji bo Kurdistan TV % 2.13 e (4 temaşevan û 5 kesên baweriyê bi nûçeyên wê tînin).
Pirsa kalîteyê pirsa girift e
Gava mirov li kalîteyê dipirse, em dibînin ku yek ji kanalan herî zêde derdikeve pêş. Ew kanal jî ne bi wê yekê ku xelk wê bikalîte dibîne, lê ji ber ku xelk wê bêkalîte dibîne derdikeve pêş. Ji ber ku em li vir xweşik pê nizanin ka xelkê xwe spart çi û biryara xwe li ser bikalîte yan jî bêkalîtebûna kanalekê da, em nikarin behsa bi rastî jî baş bûn û xirabbûna kalîteya kanalan bikin. Lê em dîsa jî dikarin zanibin, ka kîjan kanal hêrî zêde di vê pirsê de derdikve pêş.
Pirsa me û hesabên bersivan weke li jêr e:
Kîjan kanal di warê teknîkî û kalîteya nûçe û wêneyan de baştir e?
Ronahî TV: 2
Rojava TV: 2
Rûdaw: 22
Channel 8: 19
AVA TV: 0
Stêrk TV: 3
War TV: 1
Kurdistan 24: 2
Encamên derketine holê nîşan didin ku tenê du kes kalîteya Ronahî TV diecibînin, lê 17 kes baweriyê pê tînin. Wekî din 26 kes lê temaşe dikin, lê tenê 2 kes kalîteya wê diecibînin. Ji ber ku hin kesan ji yekê bêhtir kanal neqandine, em nikarin rêjeyên kanalan li ber hev bigirin, lê di guherîna hejmara temaşevanan, kesên baweriyê tînin û kesên kalîteyê baş dibînin de xwe bigihînin encamên bikêrhatî. Di navbera bikalîte dîtinê (2 kes) û hejmara temaşevanan a Ronahî TV de (26 kes) têkiliyeke neerênî heye ku hîpoteza me xurt dike. Rêjeya vê têkiliya neerênî di ser tevahiya temaşevanan re % 51.06 e. Ev di warê vê têkiliya neerênî de rêjeya herî bilind e. Ji bo Rûdawê ev têkiliya neerênî bi rêjeya % 14.89 gelekî kêmtir e ji ya Ronahî TV. Ev têkiliya neerênî ji bo Channel 8 di asteke pirr kêm de ye: % 2.13. Ev têkiliya neerênî di navbera hejmara wan temaşevanan de yên ku baweriyê bi nûçeyên kanalê tînin û kalîteyê diecibînin jî di Ronahî TV de dewam dike; ev têkiliya neerênî ji bo Ronahî TV % 31.91 e, ji bo Stêrk TV (8 kes baweriyê pê tînin, 3 kes kalîteya wê diecibînin) % 10.64 e. Ji bo Rûdawê ev vediguhere têkiliyeke erênî, hejmara kesên ku kalîteyê diecibînin (22) û kesên baweriyê bi kanalê tînin (14) zêdetir e. Rêjeya vê têkiliya erênî jî dibe % 17.02. Em rêjeyeke têkiliya erênî ya bi heman rengî ji bo Channel 8 jî dibînin (13 kes baweriyê pê tînin û 19 kes kalîteya wê diecibînin): % 12.77.
Em dikarin di encamê de bibêjin ku ji bo temaşekirina kanalan di nava xelkê Hesekê de ji kalîteyê bêhtir hin faktorên din bi rolekê radibin. Lewma sedema temaşekirina Robahî TV eşkere ne kalîte ye. Lê belê ji bo kanalên ji Başûr diyar e ku kalîte nexasim ji bo Rûdawê û Channel 8 muhtemel e ku ji faktorên sereke be. Ev jî nîşan dide ku heger kanalên ji Rojava kalîteya xwe baştir bikin, ew ê karibin weke kanalên ji Başûr bi rêya kalîteya xwe hejmara temaşevanên xwe jî li Hesekê zêde bikin.
Lêkolînên pîvana meylê zêdetir pêwîst in; ev lêkolîn divê li gorî armanca lêkolînê pirsan sererast bikin û mekanên lêkolînê berfereh bikin da ku encamên isehtir derxin holê. Lêkolînên bi vî rengî wê meyla temaşekirina kanalên TV’yê zelaltir derxe holê û bi saziyên ragihandinê re jî alîkar be ji bo biryarên xwe yên weşanê.







