
- Dîroka mirovahiyê pirî caran ne dîroka serketinê ye; dîroka derengmanêye. Derengmana herî êşdar ew e ku aştî di dema xwe de pêk nayê. Lewreaştî tenê ne encam e, herwiha hilbijartinek e. Û her hilbijartin jî di wextaxwe de baş e. Ji ber vê yekê “aştiya berî pevçûnê” û “aştiya piştî pevçûnê”, her çendî ku bi heman gotinan tên vegotin jî, wateyên cuda di xwe de dihewînin.
ADAR JIYAN
Aştiya ku berî pevçûnê pêk tê, encama lihevhatineke hişmend e ku mirov bi xweû bi yê din re ava dike. Ev aştî, berî ku xwîn were rijandin, berî ku hêrs her tiştîdagir bike, berî ku kerb bibe nasnameyeke civakî, derdikeve holê. Ev, astengiyek e; belê ne astengiyeke asayî ye. Ev, ew astengî ye ku êşê tune dike, pêşerojê diparêze û rûxandinê radiwestîne. Bi vî awayî aştî dibe hunereke “pêşîlêgirtinê”. Mirov çiqas vê hunerê zû fêr bibe, rûxandin jî ewqas kêm dibe.Belê, xwezaya mirov gelek caran di têgihîştina vê hişmendiyê de diewiqe. Lewre pevçûn, di cîhana mirov a hundirîn de peyda dibe.
Tirs, berî ku bêbawerî, pevçûnên berjewendiyê û fikrên nasnameyî, yên ku lişerên dîtbar dadigerin, pêşî mirov wan di hundirê xwe de pêk tînin. Ji ber vêyekê, aştiya berî pevçûnê, tenê ne bi taritiya derve re, herwiha bi tarîtiyahundirîn re jî rûbirûbûnê divê. Ev jî ne tiştekî hêsan e. Gelek caran mirov aştiyêwekî lawaziyekê dibîne. Belê lawazî ew e ku mirov ji bo pêkanîna aştiyê nikaribe wêrekiyê nîşan bide. Lewre aştî ne wateya bidûrketina hêzê ye; têwateya guhertina hêzê. Aştî ne ew e ku tu çekê daynî an wê bavêjî; ew e ku tu şert û mercên ku tu pêdivî bi çekê nemîne, biafirînî. Di vê wateyê de, aştiya berî pevçûnê, pejirandineke erênî ye. Mirov li vir tenê ne xwe, li gel xwe, mirovêndin jî wekî mirov dipejirîne. Dijminê şer ê herî mezin jî ev pejirandin e. Li aliyêdin, aştiya ku piştî pevçûnê pêk tê, ji rastiyeke din derdixe holê. Ev aştî êdî ne hilbijartin e, pêdivî ye. Lewre şer, tenê rûxandinê dide paş. Di şer de hem yênserketî û hem yên têkçûyî her tiştê xwe winda dike. Li vir, aştî ne rizgarî ye, pêkanîna veheraneke/tamîrateke nû ye. Belê her veherana nû jî, bedêleke mezindixwaze
Bedêla aştiyê ya piştî şer, tenê ne ji nû ve avakirina bajarên wêranbûyî ye. Bedêla rastîn di nav dil û giyanê mirov de tê dayîn. Bawerî dirûxe, vîn dilerize, hêvî dişikê. Mirov êdî tenê ne ji yê din, ji xwe jî bi dûr dikeve. Lewre di şer de her mirov ji ser xwe diçe, dibe hêzeke rûxîner. Ev rûxînerî gelek caran wekîbarekî giran li mirov vedigere. Ji ber vê yekê, aştiya piştî pevçûnê, pêvajoyeke“başbûnê” ye belê ne başbûneke di cî de ye. Lewre birînên ku di şer de vedibinzû bi zû nacebirin, heta hê girantir û xedartir dibin. Ji bo wê, aştiya piştî şer hevsengiyeke pir hesas e. Pêwîst e ku her tişt ji nû ve weri avakirin û bi baldarîwere parastin. Li vir mergaseta (trajediya) herî mezin ev e ku mirov gelek caranqîmeta tiştekî, piştî ku winda dike an ji dest diçe, fam dike. Belê gava ku ew tiştji dest diçe xelefa (ewêziya) wê venagere. Ji ber ku aştî ne rewşek e; têkiliyek e û ew têkilî, li ser hîmê baweriyê ava dibe. Gava ku bawerî hildiweşe, avakirinanû ya aşitiyê, ji avakirina avahiyeke nû hê dijwartir e.
Cîhanek bê şer ne tenê xwestekek e; derbirîneke kurt a rastiyê ye ku mirovahî bisedsalan e li bendê ye. Ji ber ku şer navê demên herî reş û tarî ye, ew dem e kumirov ji hev dûr dikevin, dilovanî bêdeng dibe û hêrs radibe pêdarê. Belê, cîhanek bêşer tenê ne bêdengkirina çekan e; ew li ser wê yekê ye ku dil dest bibihîstina hev dikin. Mixabin, dîroka mirovahiyê ne bi serketinan, lê biwindahiyan tê nivîsandin. Her çend piştî her şerekî serketî têne ragihandin jî, dirastiyê de, mirovahî her gav windaker bûye. Hêsirên dayikekê, xewna şikestî ya zarokekî, kolanên bêdeng ên bajarekî… Ev rastiyên ku tu serkeftin nikare telafîbike. Ji ber vê yekê cîhanek bê şer ne tenê armancek siyasî ye; ew fermanekexlaqî ye. Cejnekeê xeyal bikin ku tu kes natirse, şînê nake û û tu kesî wekîdijmin nabîne. Di vê cejnê de, li şuna sînoranm pira tên avakirin.
Dibe ku ziman ji hev cuda bin, belê wate heman e. Mirov hewl didin kuserdestiyê li hevdû nekin; hevdû fam bikin. Cîhanek bêşer jî cejnek dê wisa be ku ne tenê rojekê dê heta bi hetayê bidome. Belê, ev xewn tu car jixweber pêknayê. Cîhanek bêşer tenê ne berpirsiyariya rêber û rêvebiran e, di heman demêde berpirsiyariya hemû kesan e. Lewre şer di navbera mirovan de pêk tê. Hêrs, pêşdarazî û nifrîn heta di asteke pir biçûk de be jî, mezin dibin û li pevçûnêncivakî dadigerin.. Ji ber vê yekê, divê aştî pêşî di cîhana hundirîn a mirovan de şîn bibe. Kesekî/e ku nikaribe şerê hundirê xwe netepisîne, nikare aştiya cîhanêpêk bîne.
Îro, her çendî ku mirovahî yek ji serdemên xwe yên herî pêşketî yên teknolojîkdijî jî, heman demê nakokiyên xwe yên herî mezin jî di xwe dihewîne.
Mirov, çiqas bi riya amûrên ragihandinê nêzîkî hev bin jî, ji hêla hestyarî ve jiher demê bêtir dûrî hev in. Pêşketina rastîn tenê ne bi zanînê; bi têgihîştin, hevxemî û wijdanê jî pêkan dibe. Cîhanek bêşer ne xewn û xeyaleke negihêj e. Ew rastiyek e ku tenê bi biservebûna derfet û mecala mirovahiyê bi dest dikeve. Mixabin mirov bi qasî ku ava dikin, ewqas jî wêran dikin. Ji bo wê tekane tiştêku pêdivî pê heye ew e ku hêvî şûna tirs, têgihîştin şûna nifrînê û têkilî şûnatundiyê bigire.
Wekî encam, cîhanek bêşer tenê ne xewnek e; ew daxwaz û azweriya herî paqija mirovbûnê ye. Roja ku cîhan vê rastiyê pêk bîne, dê jiyan bibe cejn û cejn lipîrozbahiya herî bêhempa li mirovahiyê.dagere. Lewre cîhanek bêşer, cejnamirovahiyê ya herî mezin e.







