Tirs a kurê pîrê

Nûçeyên Forum

Duşem 4 Gulan 2026 - 06:30

  • Gavanê gund,biryarê dide ku vê tirsê ji ser her kesî rake. Wekî her şev civat digere.Kurê mîr ji wî alî di qulipîne alîyê din,geh li hinekan dixe,geh xezalan li ser pişta hespî digire…Dibêje û hey dibêje.

Osman KAPAN

Destê  xwe ji çavên xwe re kire ber pal û li rojê nerî, serê xwe hejand. Tu biryar nedida bê çi dem e. Ango dema wî ya ku berxan bibe mal hatî ye an na.Ya rast heme heme ev yek jê re wekî elimandinekê bû.Dem zanîbana jî,tim heman taqî dikirin.Dîsa destên xwe ji ber çav re kirin berpal û nerî. Pişt re xwe rast kir, li sî ya xwe nerî,ciyê ku sî ya wî gihiştiyê,pîva çar pî û nîv bû.Li gorî rojê dem heme heme temam bû,lê li gorî sî yê hîn du pî mabûn. Sê- çar kevir danîne ser hev û du bost û nîv pîvan,cîyê wê bi darikekî nîşan kir.Dê niha neçûyana malê.Pişta xwe da rojê û rûnişt.

Xişênek ji pişt ve hat,jê weye ku berxin guh nedayê.Giraniyek kete ser milê wî,li xwe qulipî yekî destê xwe danîbû ser milê wî. Ew yek li ber çavên wî wekî dêwekî dixwuya.Ji tirsa gotin ji devan derneket. Xwest bike gazî,lê gotin di gewriya wî de ma asê,xwest rabe û bireve,taqet nedît heçku lingên wî girêdayî bûn.Di nava wê tirsê de çîroka ku dayîka wî tim jê re digot: “ dêw zarokan digire û xwîna wan dimije…” hate bîrê. Da dêw tiliya wî nemije her du destê xwe xistin bin çengê xwe.

Zilam dît ku kurik pirr tirsiya, bi dengekî aram got: “xwarzî ne tirse, ez rêwî me.Min got belkî av li ba te hebe tu avekê bide min…” Kurik dîsa lê nerî, vêcarê dît ku zilam ne ewqasî mezine. Hêdî hêdî bi ser xwe ve hat,tirsa wî nema. Heme bi lez got: “ Na av li ba min nîn e.Lê va kanî li jêr heye.” Zilam xwe bi jêr de berda,piştî çend gava li xwe fitilî û gazî kurik kir: “Tu ne ji min,tu ji xwe tirsiyayî.” Zilam çû,wî jî berxên xwe anîne malê.

Dema dayîka wî çav pê ket,bi tirs got: “Kurê min qey tu nexweşî,ewqasî mehdê te qulipî ye?” Kurik her çiqsî got, tiştekî min nîn e jî.Dayîka wî bela xwe jê venekir. Kurik meseleya xwe û gotina ku zilam jê re gotî, ji dayîka xwe re got. Dayîka wî bi ken got: “Rast e.”

Qederekê bê deng ma û gotina xwe domand: “ Tirs,wêrekî,rastî û derewînî hemû di nava mirov de ne. Her mirovê bi tirse ji xwe re sedemeke tirsê çêdike. Her derwîn ji xwe re hêncetekê dibîne. Her wêrek,armancekê datîne pêşiya xwe.Her tirsonek ji xwe re bi sedan berpêka rêz dike.”

Sekinî. Di ber xwe de bişirî û got: “ Ezê ji te re çîrokekê bibêjim.Dibêjin du kurik di dîtinê de hevalên hevûdin bûn.Yek kurê pîreke xîzan, yê din jî kurê mîr bû. Bi hev re diçûne nêçîrê kurê pîrê nêçîr dikir, kurê mîr pesnê xwe pê dida û digot min nêçîr kiriye.Di hemû jiyanê de kurê pîrê ji kurê mîr jêhatîtir bû,lê bi gotina xwe û hêza bavê xwe, her tişt ji xwe re dikire mal.Kurikê xîzan bêdeng dima. Lewra di tirsiya ku, kes ji gotinên wî bawer neke.Dike û nake tirsa nava xwe naşikêne ku bêje; “ ew derewan dike.” Ya rast gundî jî baş zanin ku yê zîrek ne ew e, kurê pîrê ye, li ji tirsa mîr ew jî bêdeng dimînin. Ango,tirsa nava wan   kurê mîr kirina pagrewan!

Gavanê gund,biryarê dide ku vê tirsê ji ser her kesî rake. Wekî her şev civat digere.Kurê mîr ji wî alî di qulipîne alîyê din,geh li hinekan dixe,geh xezalan li ser pişta hespî digire…Dibêje û hey dibêje.Her tişta dibêje jî,kurê pîrê dike şahid.Gavanê gund, xwe kuxand û got: “ Gelî ehlê civatê,Ezê ji we re qiseyekê bibêjim. Ne ku pisîk ji mişk jêhatîtir e,pisîk karê mişk, ji ber ku mişk tirsa nava xwe nakuje, dema pisîkê dibîne ji tirsa qudumê wê dişikin,pisîk pê kare.Îca em hemû bûne dîlên tirsa nava xwe.Em hemû dizanin ku tişta kurê mîr dibêje ne raste,em hemû dizanin ku tişta dibêje ne ew kurê pîrê dike…”

Her kesî li çavê hev nerî, te di got qey wê bi firin. Sivik bûbûn û wêrekî yê wekî bablîsokê ew ra pêçabûn. Bû xilte bilda wan û hemûyan gavan piştrast dikir.Gavan dîsa got: “ Rastî her demê tê zanîn, lê ji bona werê gotin wêrekî lazim e. Li nava xwe binerin,winê derw û tirsa nava xwe bibînin,li kêleka wê rastî û wêrekî jî heye,tu kîjanê hilbijêre tu ewî! Guhê xwe vekin û li nava xwe guhdar bikin winê rastî ya xwe bibînin.Li gotinên yên li hemberî xwe nenerin,li kirinan binerin rastî di wir de ye…”

“ Erê kurê min,zilam rast gotî ye, ne wî te xwe tirsandî ye. Lewra tirsa te ji wêrekiya te pirrtir e. Kurê pîrê ji wê rojê û pêve wêrek bû,kurê mîr ne wêrek. Lewra rastî li nav çavên wî dabûn…Kurê pîrê tirs û derew ji nava xwe avêtin,wêrekî û rastî ma.”

Kurik got: “Dayê kurê pîrê qet ne diaxifî,ma ji ku derew dikirin?”

“ Kurê min,yên ku rastî yê zanibin û nebêjin,derewînin,yên ku li hemberî derewînan dernekeve tirsoneke…”

  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.