Bêdeng nemînin û jibîr nekin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Çile 2026 - 01:35

Li dinyayê bi sedan xebatkarên sînemayê, di daxuyaniyeke hevpar de şîdeta rejîmê ya li dijî çalakvanên li Îranê û zordariya sîstematîk şermezar kirin. Di navbera van sînemavanan de derhênerên weke Yorgos Lanthimos, Marion Cotillard, Juliette Binoche û Florian Zeller jî hene.  Zêdetirî 800 hunermend, bûyerên ku diqewimin wekî "sûcên li dijî mirovahiyê" bi nav kirin.

Di nav kesên ku îmze avêtine bin daxuyaniyê de sînmevanên Îranî yên li sirgûnê Zar Amir Ebrahimi, Golshifteh Farahani, Sepideh Farsi û Shirin Neshat; lîstikvanên Fransî Marion Cotillard, Camille Cottin, Judith Godrèche, Ariane Labed; derhênerên weke Tarek Saleh, Nadav Lapid, Claire Simon, Dominik Moll û hilberînerên Eitan Mansuri û Lawrence Bender jî hene.

Derhênerê Îranî Jafar Panahi ragihand ku piştî mirina hilberînerê fîlman Cevad Ganji (Javad Ganji) yê 39 salî di 9ê Çile de, di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de di dema protestoyên li Tahranê de, pêlek nû ya zordestiyê li sektora sînemayê dest pê kiriye. Panahi got ku rejîm hewl dide Ganji’yî wekî alîgirê xwe nîşan bide, li mala malbata wî pankartên sexte hatine daliqandin û derhênerên Majid Barzegar û Behtash Sanaeiha ji ber daxuyaniyên xwe yên şermezarkirina şîdeta dewletê bi saetan hatine lêpirsîn. Herwiha got ku tê pêşbînîkirin ku gelek xebatkarên sînemayê bibin dadgehê û îfadeya wan bigirin.

Zêdetirî 3 hezar kes hatine kuştin!

Di daxuyaniya hevpar a sînemagerên navneteweyî de hat gotin ku “Bêdengî mirovan dike hevparê sûcê heyî” û wiha dewam kir; "Em bi awayekî herî xurt sûcên organîzekirî yên ku Komara Îslamî ya Îranê li dijî sivîlên protestoker kirine şermezar dikin. Bikaranîna cebilxaneyên zindî, qetlîamên girseyî, îşkence, windakirina bi zorê û girtina înternetê li seranserê welêt, binpêkirina sîstematîk a mafên mirovan ên bingehîn e." Li gorî raporên serbixwe, di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku zêdetirî sê hezar kes —jin, zarok û ciwan jî tê de— hatine kuştin. Hate gotin ku girtina înternetê û bêdengkirina medyayê hewldana veşartina sûcan e.

Hunermendan ji saziyên navneteweyî yên serbixwe, festîvalên fîlman, saziyên çandî û civakên sînemayê yên li seranserê cîhanê xwestin ku têkiliyên xwe yên bi rejîma Îranê re ji nû ve binirxînin û bi têkoşîna azadiyê ya gelê Îranê re bibin yek. Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: "Em bêdeng nemînin. Em ji bîr nekin. Em rastiyê belge bikin. Jin, Jiyan, Azadî."

Çi qewimî bû?

Protestoyên li Îranê di 28ê Kanûna 2025’an de bi çalakiyên esnafê Tahranê yên li dijî enflasyona bilind û daketina dîrokî ya nirxê tûmenê dest pê kirin. Di demekê kurt de çalakî li eyaletên din belav bûn û veguherîn protestoyên dijî rejîmê. Li gorî daneyên Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), heta niha di protestoyan de 4 hezar û 519 kes mirine; zêdetirî 9 hezar mirin jî hê di bin lêpirsînê de ne.

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.