
- Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê diyar kir ku jin îsal bi vîneke xurtir a têkoşînê pêşwaziya 8’ê Adarê dikin û got:” 8’ê Adarê ji ber ked û xebata jinan û daxwazên wan ên wekheviyê girîng e û ev roj ji dîrokê heta vê rojê bi heman awayî bi têkoşînê hatiye.”
ROZA METÎNA /AMED
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê diyar kir ku jin îsal bi vîneke xurtir a têkoşînê pêşwaziya 8’ê Adarê dikin û got:” 8’ê Adarê ji ber ked û xebata jinan û daxwazên wan ên wekheviyê girîng e û ev roj ji dîrokê heta vê rojê bi heman awayî bi têkoşînê hatiye.”
Jin bi vîna xurt 8’ê Adarê pêşwazî dikin
Remziye Alparslan li ser girîngiya 8’ê Adarê wiha got:”8’ê Adarê ji ber ked û xebata jinan û daxwazên wan ên wekheviyê girîng e û ev roj ji dîrokê heta vê rojê bi heman awayî bi têkoşînê hatiye. Serê pêşîn, jinên ji partî û tevgerên sosyalîst û kedkar pêşengiya vê rojê kirine û ji bo berdewamkirina têkoşîna jinan a ji bo mafên xwe yên destheqekî mirovî û wekhev, baştirkirina mercên jinan ên xebatê, mafên jinan ên hilbijartinê û gelek maf û daxwazên wan ên din pêşniyara rojeke navneteweyî ya jinên kedkar hatiye kirin û piştre, bi hêzdayîna jinên ji hemû derên dinyayê ev roj bûye roja hevgirtin, piştgirî û têkoşîna jinan li seranserê cîhanê. Bi vê têkoşîna xwe, jinan gelek mafên xwe bi dest xistine, lê belê hê jî newekheviya di navbera zayendan de, bindestkirina jinan, kuştina jinan û newekhevdîtina wan pirsgirêkên mezin in û bi taybetî jî, di van salên dawîn de kuştin û qetlîamên li ser jinan pir pir zêde ne. Dîsa, kuştina jinan a bi awayên hovane, yan mêtingerî û kedxwariya li ser bedena jinan, li ser ked û xebata wan an bindestkirina zarokên qîzîn a bi rêya torên navneteweyî yên kesên bihêz û xwedan pere (wekî dosyeyên Epstein û hwd.) ev hemû rûyê qirêjî yê sîstema kapîtalîst didin û durûtiya gotinên wê sîstemê yên li ser wekhevî û azadiya jinan bi zelalî raberî me dikin. Her wiha, rewşa li Rojava, di şerê wir de nêzîkbûna kirêt a hêzên rejîmê li hemberî bedena şervaneke kurd û jêkirina guliya şervanekê bi destê endamekî wan çeteyan beriya vê 8’ê Adarê di bîra me de ne û jin îsal bi vîneke xurttir a têkoşînê pêşwaziya 8’ê Adarê dikin.”
Êrişên li ser nasnameya jinan
Remziye Alparslan li ser êrişên li ser nasnameya jinên kurd jî wiha got:"Jinên kurd bi taybetî ji ber nasnameya xwe jî êriş li wan tên kirin. Heta ku nasnameya gelê kurd bi tevahî neyê nasîn û hemû zagonên dewletê ji binî ve demokratîktir û vehewî, saziyên wê û hişmendiya kesên di rêveberiyên wê de neguherin, mixabin dawî li êrişan nayê. Helbet ev jî jinan tenê dihêle û îzole dike, dike ku wan ji ziman, çand, hunera û nirxên wan dûr bigire. Gelê kurd divê li ser axa xwe bi xwe bawer xwe bi rê ve bibe, bi ziman, huner û çanda xwe û nirxên xwe jiyana xwe bihone. Ev jî avêtina gavan û qedexekirina êriş û rengvedanên nijadperest ên li dijî kurdan û jiholêrakirina bêtehemiliya li dijî kurdan pêkan e.”
Ji bo jinan berxwedan esas e
Remziye Alparslan bi lêv kir ku jinan 8'ê Adara 2026'an di bin şerekî dijwar de pêşwazî dikin û wiha dewam kir:"Şer helbet ji bo tevahiya civakê tiştekî zehmet e, lê bi taybetî ji bo jin û zarokan ev zehmetî pirtir in. Kurd jî li navenda vî şerê mezin ê Rojhilata Navîn in. Li Rojava li hemberî gelê kurd êriş pêk hatin, pergala ku gelê kurd bi gelên din re ava kiribû hem bi rêya gef, fitne û ajotina şer a li ser wan herêman hat hedefgirtin, gel hat qetilkirin, lê di dawiyê de hevgirtin û piştgiriya gelê me ya ji bo hevdu û yekîtiya gelê kurd bû cihê çareserî û xelasiyê. Di vî şerî de jî me êrişên li ser jinên şervan, kîn û rika çeteyan a li hemberî jinan û rûyê kirêt ê rejîma hukumeta veguhêz a Sûriyeyê û rûyên rastî yên wan çeteyan dîtin. Hîn jî dorpêça li Kobaniyê didome, metirsiyek heye, deriyên sînor venebûne û li hêla din jî, li Îran û Rojhilat şerek heye. Emerîka û Îsraîl tiştekî bi mizakere û şer ve têkil hev derxistin holê û di dawiyê de jî nêta xwe eşkere kirin û êrişên dijwar birin ser rejîma Îranê. Lê di ber de jî hem gotegotên anîna kurê şah hem hedefnîşandana kurdan hem jî bombebarankirina Îranê ya başûrê Kurdistanê jî kurdan dikişînin nava qada şer û wan dikin armanca êrişan. Lê belê li Rojhilat jî yekîtiya hêzên kurd bû cihê baweriyê, dîsa jî di vî şerî de jî wêrankarî û nediyariyek heye li pêşberî me. Hêvî ew e ku bêyî zerardîtinê kurd yekbûn û tifaqa xwe biparêzin, bi gelên din ên Îranê re jî tifaqên bi vî rengî dayînin û ewlehî û xwerêvebirina xwe bikin xalên sereke ji xwe re. Ji bo jinan jî, berxwedan û têkoşîn dîsa esas e û jiyanî ye.”
Jin li dij newekheviyê têdikoşin
Remziye Alparslan da zanîn jin bi taybet li dijî newekheviya zayendiyê jî li berxwe didin û wiha got:"
Belê, newekheviya zayendî û bindestkirina jinan pirsgirêkên sereke ne ku jin dixwazin ji holê rakin, biguherînin û xwe jê bi têkoşînê rizgar bikin. Ji tundiya li ser jinan bigire heta kuştina jinan, kontrolkirin û bêdengkirina jinan, kontrolkirina bedena jinan û heta kar û barên sexbêrîkirinê, dabeşkirina karên nava malê, standina heman destheqî ji bo heman karî, xweazadkirin û di civakê de bi reng û dengê xwe cihê xwe negirtin, ev hemû rengên cihê cihê yên newekheviya zayendî ne.”
Jin ji azadiyê bêpar tên hiştin
Remziye Alparslan da zanîn jin di girtîgehan de ne, ji azadiyê bêpar tên hiştin û wiha got:"Hemû girtiyên siyasî û bi taybetî jî jinên girtî jixwe bi neheqî girtî ne, di vê pêvajoyê de jî êdî gava pêşîn diviya serbestberdana wan bibûya. Helbet bêparhîstina ji azadiyê zilm û zexteke mezin e hem ji bo girtiyên jin bi xwe hem jî ji bo malbatên wan û em dizanin gelek girtiyên nexweş jî di nava wan de hene ku ev rewşê hîn jî zehmettir dike. Li wir jin ji tenduristiyê bigire heta malzemeyên hîjyenê di gelek warên jiyanê de zehmetiyan dikişînin, xwe nagihînin mekanîzmayên tenduristiyê yên pêwîst, mafên wan tên binpêkirin, cezayên kêfî li wan tên birîn û hwd. Di 8ê Adarê de diviya hemû jin ji wan cezayên neheq rizgar bibûna û li qadan bigihîştina hev, lê mixabin ev hê pêk nehatiye. Hêviya me ew e ku ew rojên azadiyê nêzîk bûbin û di demeke kin de jin vegerin nava têkoşîna li derve û nava civak û malbata xwe.”
Azadiya jinan azadiya civakê ye
Remziye Alparslan herî dawî wiha got:"Azadiya jinan azadiya civakê ye; gelê kurd, civaka kurd jî bi vê zanebûnê divê bermayiyên hişmendiya serdestiya mêran ji nava xwe rake û jin divê di her qadê de xwe xurttir bikin û bizanin ku eger ew destê hev bernedin kes nikare wan bindest bike, ew ê xwe jî, civaka azad a demokratîk jî ava bikin.”













