Jina li dijî zihniyeta baviksalar derket

Nûçeyên Jin

Yekşem 17 Gulan 2026 - 17:00

  • Newal El Saadawi jina li dijî zihniyeta baviksalar derket... Nivîsên wê hatin qedexekirin, cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ew birin sirgûnê. Lê belê ew dîsa jî her tim li dijî neheqiyê axivî.

 

Şerê sîstematîk her tim li dijî jinan hatiye kirin. Şer û sîstemên ku ji hêla kesên desthilatdar ve hatine afirandin, herî zêde bandorê li jin û zarokan dikin. Ev sîstema baviksalar, ku bûye dijminatiyek gerdûnî, jinan paşguh dike, têkoşînên wan paşguh dike. Lê belê her tim jinên wekî Newal El Saadawi wêrek û serhildêr derketine pêş.

Newal El Saadawi li Kefr Tahla, bakurê Qahîreyê, ji dayik bû, duyemîn zaroka neh zarokên malbata xwe bû. Ji temenê xwe yê pir biçûk ve, wê dest bi pevçûna li dij bi kevneşopiyên herêma xwe kir. Di 10 saliya xwe de bi zorê hat zewicandin. Heta mirina xwe ya di 89 saliya xwe de têkoşîna xwe domand.

Wê têkoşîn hilbijart

Ger tu jinek be û tu li berxwe nedî tu nikarî li ser piyan bimînî. Têkoşîna ji bo wekhevî û serxwebûnê bû mijara sereke ya jiyana Newal El Saadawi. Karê xwe winda kir, nivîsên wê hatin qedexekirin, ew hate girtin û birin sirgûnê. Lê wê her tim têkoşîn dikir. Li dijî sinetkirina jinan jî wê dengê xwe bilind kir. Ji ber dengê xwe bilind kir bû hedef. Newal El Saadawi di sala 1955'an de ji Zanîngeha Qahîreyê bi bawernameya bijîşkî mezûn bû û di dawiyê de wekî bijîşk, pispora psîkiyatrîyê, xebitî. Piştre wekî Rêvebira Tenduristiya Giştî yê hikûmeta Misrê xebitî, lê piştî weşandina pirtûka xwe ya xeyalî, Jin û Seks, ku li dijî sunetkirina jinan û şîdeta cinsî ya li dijî jinan bû, di sala 1972'yan de ji kar hat dûrxistin.

Jin ji bo wê girîng bû

Newal El Saadawi di tevahiya jiyana xwe de têkoşîna ji bo jinan û civakê esas girt. Di sala 1975'an de, wê romana Jina li ser nokteya sifirê weşand. Vê romana wê deng veda. Ev roman li ser çîroka rastîn a jinekê ye. Cezayê îdamê li vê jinê hatibû birîn. Tevî xebatên hêja jî her tim xebatên wê dihatin sansurkirin, ew dihat girtin û dihat astengkirin.

Berhemên wê hatin wergerandin

Newal  El Saadawî, ku berhemên wê ji bo zêdetirî 30 zimanan hatine wergerandin û 21'ê Adara 2021'ê de koça dawî kir, navê xwe di dîrokê de da nivîsandin. Berhem, raman û têkoşîna wê bûye mîrateya wê ya herî mezin a ji bo tevgera jinan. Jin jî li vê mîrateyê xwedî derdikevin. NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.