
- Paradîgmaya modernîteya demokratîk li dijî hilweşîna civakî û xerîbbûna ku ji hêla modernîteya kapîtalîst ve hatiye afirandin, modela jiyanek alternatîf pêşkêş dike. Ev nêzîkatî, ku azadiya jinan, jiyana ekolojîk û demokrasiyê dide pêşiyê, çareseriya pirsgirêkên civakî ne di nêzîkatiyên dewletparêz û ewlehî-navendî de, lê di hêza xwerû ya civakek rêxistinkirî de dibîne.
Sîstema modernîst a kapîtalîst bi krîz û kaosê berdewamiya xwe misoger dike. Ji bilî mekanîzmayên îstismara aborî û zordariya siyasî, ew stratejiyên têkoşînê yên piralî pêş dixe ku bîra kolektîf a civakê, tevna wê ya exlaqî û siyasî û dînamîkên jiyana rêxistinkirî hedef digirin.
Tê zanîn polîtîkayên xuya, veşartî, an eşkere yên ku hêzên serdest li dijî civakê dimeşînin, di dîroka bi hezaran salan de ne. Şêweya civakî ya ku hewl tê dayîn were afirandin dikare di çarçoveya "polîtîkayên şerê taybet" de were nirxandin. Şerê taybet şêweyek berfireh û sîstematîk a destwerdan û êrîşê ye ku armanc dike xwerêxistinkirina civakê têk bibe; civakê ji hundir ve hilweşîne û bixe bin kontrolê.
Ew pêkanînên ku jin û ciwanan wekî amûr bikar tînin, ku bi armanca hilweşandina civakê hatine pêşxistin û di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de, nemaze di salên dawî de, bi tundî hatine nîqaşkirin, hêjayî nirxandinek bi baldarî ne. Ji ber ku jin û ciwan, wekî aktorên dînamîk di civakan de, potansiyela guhertin, veguherîn û rizgariyê temsîl dikin. Demokratîkbûn, rizgarî û xwerêxistinkirina civakê li ser dînamîzma ciwan û jinan ava dibe.
Bê guman, sepandina polîtîkayên ewlehiyê li şûna çareseriyeke demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd bandorek girîng li ser xizaniyê kiriye. Wêranbûna aborî û civakî ya ji ber polîtîkayên şer vê rastiyê hîn bêtir eşkere dike. Pêvajoyên koçberiya bi darê zorê, ku bi valakirina gundan dest pê kiriye, civakan ji hilberîn û erdên wan qut kiriye û bi hilweşandina jiyana aborî ya li ser gundan, bi hezaran malbat ber bi taxên xizan ên bajaran ve hatine ajotin. Wêrankirina li dehan bajarên Kurdan di salên 2015-2016'an de ev rewş hîn girantir kir. Koçberî, bêkarî, xizanî, parçebûna civakî û polîtîkayên ewlehiyê encamên piralî, bi taybetî ji bo jinan, pêk aniye.
Polîtîkayên şerê taybet tam li ser vê axê bi bandor in. Civatek ji hêla aborî ve bêhêz maye. Ev civat tenê bi çanda xerckirinê tê dorpêçkirin. Takekesîtî û pêşbazî têne teşwîqkirin. Ev jî bi awayekî sîstematîk xerîbbûnê kûrtir dikin. Tenêtî li şûna hevgirtina civakî tê danîn, zîhniyeta "pêşî ez, bêtir ji bo min" şûna hilberîna hevpar digire û lêgerîna rizgariya takekesî li şûna jiyana kolektîf digire. Bi vî rengî, civak ji nirxên xwe dûr dikeve, tê birêvebirin û di dawiyê de tê xerakirin.
Jin û ciwan hedefên sereke yên van polîtîkayan in. Bêbandorkirina ciwanan a bi rêya madeyên hişbirê, çalakiyên çeteyan û torên cûrbecûr ên sûc ew warên ku ev polîtîka lê têne bicîhanîn in. Enerjiya şerker a ciwanan ber bi çalakiyên dij-civakî ve tê veguhastin, wan ji rêxistina civakî dûr dixe û wan mehkûmî pêşerojek bêperspektîf dike.
Polîtîkayên ku jinan hedef digirin jî beşek ji vê tevahîyê ne. Jinkujî, mirinên gumanbar ên jinan, dozên şîdeta zayendî, destdirêjî û hwd., hemî encamên êrîşên li dijî îradeya jinan in. Armancgirtina rojane ya mafê jiyanê yê jinan, hewldanên kontrolkirina laşên jinan û îstismara keda jinan divê wekî tevahîyekê werin nirxandin.
Îro, ji her demê bêtir, pêdivî bi rêxistinbûna jin û ciwanan û têkoşîna demokratîk heye. Ji ber ku jin û ciwan hêza civakî ya herî bingehîn in ku dikarin polîtîkayên dij-civakî pûç bikin. Pêşeroja civakê tenê dikare li ser vê bingeha azadî û rêxistinê were avakirin û bi ser bikeve.
HEDÎYE KARAASLAN / KOVARA JINÊ















