Li ser plakê dengê jina Kurd; Daykî Cemal

Nûçeyên Jin

Çarşem 9 Îlon 2026 - 17:30

 

Di dîroka çand û hunera Kurd de hinek nav hene ku tevî derbasbûna bi dehan salan jî wekî ronahî li ser rûpelên dîrokê dimînin. Daykî Cemal (bi navê xwe yê resen Şîrîn, Behîce yan jî Ferhe Îbrahîm Yaqûb), yek ji wan jinên yekem xwedî dengê herî pêşîn ê hunera xwe ya dengbêjî û stranbêjiyê ye, mohra xwe li dîroka muzîka Kurdî xistiye. Ew ne tenê dengekî xurt, di heman demê de sembola destpêkeke dîrokî ya ji bo jinên Kurd di qada qeydkirina dengan de ye.

Di dîroka muzîka Kurdî de navê jinên ku dengê xwe li ser plakê hiştine, ne gelek in. Daykî Cemal yek ji wan jinên pêşeng e.

Daykî Cemal di sala 1908'an de li Başûrê Kurdistanê yê bajarê Silêmaniyê hatiye dinyayê. Malbata wê piştî demek çû bajarê Helebceyê û ew li wir mezin bû. Mezinbûna li Helebceyê ji bo wê bûye qedera herî girîng a jiyana wê ya hunerî. Di wê serdemê de, li Helebceyê Adîle Xanima Caf rêveberiya bajar dikir. Adîle Xanim kesayeteke pêşeng bû, bi zanyarî, helbestvanî û piştgiriya xwe ya ji bo hunermend û rewşenbîran dihat naskirin.

Di bin banê vê jîngeha azad û çandî de, Daykî Cemal di temenekî biçûk de derfet dît dengê xwe di nava civat û civînan de bide bihîstin. Helwesta pêşeng a Adîle Xanimê a li hemberî jinan, rê li ber Daykî Cemal vekir ku ew ji tirs û qedexeyên civakî xilas bibe û hunera xwe bi pêş bixe.

Şoreşa plakan: Yekemîn jina ku bi Soranî stran tomar kir

Di temenê 18 salî de (salên 1920), ew bi endezyarekî bi navê Minas re ku di şîrketa plakan a bi nav û deng Baidaphon de dixebitî re, dizewice û diçe Bexdayê. Bi saya piştevaniya hevjînê xwe, di sala 1926'an de ew dibe yekemîn jina Kurd ku bi zaravayê Soranî stranên xwe li ser plakan tomar dike.

Navê hunerî yê ku wê ji bo xwe hilbijart, "Daykî Cemal" bû. Di navbera salên 1926 û 1930’yan de wê li herdu şîrketên plakan ên navdar Baidaphon û Odeonê li ser nêzî 10 plakan berhemên xwe qeyd kirin. Ev qeyd di dîroka arşîva muzîka Kurdî de xwedî giraniyek bêhempa ne, ji ber ku dengê jineke Kurd a pêşîn bi vî rengî gihîşt nifşên paşerojê.

Di nava stranên wê yên ku îro jî tên naskirin de “Hey Belar û Belar”, “Xanimî Silêmanî”, “Hey bînin bînin” û “Amînê Amîn” hene. Hinek ji qeydên wê, di arşîva Radyoya Bexdayê de jî hatine parastin.

Daykî Cemalî di serdemeke wisa de jiyaye ku li gor pîvanên civakê jinek nikaribû weke hunermend derkeve pêş. Li gorî hinek çavkaniyan, şert û normên civakî yên wê serdemê bûn sedem ku piştî demek ji stranbêjiyê dûr bikeve û jiyana xwe ji raya giştî dûr bidomîne.

Di salên dawî yên jiyana xwe de, ew bi nexweşiya penceşêra pêsîrê re dikeve têkoşînê. Li Nexweşxaneya Medînet El-Tib a li Bexdayê di sala 1979’an çavên xwe li jiyanê digre û li goristana Şêx Meruf a li Bexdayê tê veşartin.

Bîranîneke zindî

Digel ku wê di nîveka jiyana xwe de dev ji hunerê berda jî berhem û dengê Daykî Cemal di arşîvên muzîknas û platformên parastina çanda Kurdî de her dem hatin parastin. Îro jî stranên wê yên ku ji salên 1920’î man, wekî belgeyên giranbuha yên dîroka dengbêjî û muzîka jinên Kurd tên nîqaşkirin û bibîranîn. Ew wekî dengê resen ê rê li pêşiya jinên hunermend ên Kurd vekir, di bîra çandî de cihê xwe girtiye.

Îro, piştî nêzî sed salan navê wê hê jî di dîroka muzîka Kurdî de tê bibîranîn. Jina ku dengê xwe li ser plakê hişt, di rastiyê de dengê jineke di dîroka muzîka Kurdî de hişt.

JÎNHA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.