Jin jiyan azadî bû qêrîna hevpar

Sêşem 25 Mijdar 2025 - 03:42

Aktîvîsta mafên mirovan a Beluc Farîba Borhanzahî, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, zehmetiyên jinên Beluc rê bi rû dimînin, têkoşîna xwe û têkiliyên bi tevgera jinên Kurd re vegot. 

Farîba Borhanzahî, diyar kir ku jinên Beluc piştî birînên bi sala ye di jiyana wan de hatine vekirin ferqkirin dest bi têkoşînê kirine û got:“Tundiya yekser, şahidiya li vê tundiyê êdî kir ku mirov nikare li dijî vê tundiyê bêdeng bimîne. Min xwe neçar dît ku ji bo dengê gelê Belucistanê yê hatiye qutkirin bilind bikim hemû hêza xwe bi kar bînim. Ji ewil min li taxan û di nava komên biçûk de hewl da hestiyariyekê ava bikim. Piştre min bi rêxistinên jinan re têkilî danîn, hewl da bûyerên tundiyê bikim belge û piştgiriyê bidim malbatên ji vê tundiyê bandor bûne. Aktîvîstiya jin li Belucistanê pir xetere ye; girtin, êrişên fîzîkî, zilma edlî, zexta civakê û binçavkirina komî ya çalakvanan. Anku aktîvîstbûn, tê wê wateyê ku tu ewlehiya xwe ya şexsî û malbatî bixî xetereyê. Ev rastî, li herêmên rayedar jê sûdê digirin hêj xeteretir dibe.” Farîba Borhanzahî bal kişand ser bûyerên veguherîna çirûska têkoşînê û got:“Ji bo me gelekan bûyera diyarker, du trajedî bûn. Ya yekemîn kuştina Jîna Emînî ya bi destê dewletê û ya din jî li Chabaharê bûyera tecawizkirina zaroka 15 salî ya bi navê ‘Maho’ ji hêla fermandarekî ve bû. Piştî ev nûçe hatin parvekirin, rê li ber hêrsekî mezin vekir û gelê Beluc daket kolanan. Van her du bûyeran, nîşan da ku tundiya bingeha xwe ji zayendê digire û ya dewletê wek hev in û bertekekî kolektîf û rêxistinkirî şert e. Zextên li Belucistanê gelek caran rê li ber windahiyên canî yên komî vedike. Mînaka herî balkêş jî ew e ku hêzên ewlekariyê gule li kesên taet dikirin barandin û zêdetirî 100 kes kuştin û zêdetirî 300 kes jî birîndar bûn. Ev komkujî li Zahîdanê hate kirin ku em jê re dibêjin ‘Îna Xwînî’. Vê bûyerê bandoreke mezin li civakê kir û nîşan da ku dewlet dixwaze tundiya kıjer bi kar bîne.”  Di berdewamê de Farîba Borhanzahî bal kişand ser têkoşîna jinên Beluc û got:“Tevgera jinan a li Belucistanê, ji komên herêmî, aktîvîstên serbixwe û rêxistinên civaka sivîl pêk tê. Toreke ji van pêk tê ye. Tevgera jinan a li Belucistanê, beriya her tiştekî li dijî tundiya dewletê, newekheviyê û cihêkariya etnîkî-zayendî têdikoşe.” 

Jînolojiyê îlham da me 

Farîba Borhanzahî, îşaret bi têkiliyên jinên Beluc ên bi Tevgera Jinên Kurd re û got:“Têkiliyeke me ya xurt bi Tevgera Jinên Kurd re heye. Em bi rêxistinên jinên Kurd re xebitîn, em tecrûbeyên xwe parve kir û têkoşîna wan a domdirêj îlham da me. Dirûşmên tevgera jinên Kurd, rêbazên wan, têgeha ‘jineolojiyê’ û mijara ku ji bo jin xwe li ser pêyan bigirin, pratîkên wan ên rêxistinî îlham da me. Gelek jinên Beluc, dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ weke qêrîna hevpar dîtin. Ev dirûşma bi Kurdî, di nava çendek hefteyan de ne tenê li Îranê, di tevahiya çalakiyên li cîhanê de olan da û veguherî ketina nava liv û tevgerê ya kûrewî. Ev dirûşm, têkoşîna hevpar xurt dike û di navbera jinên li herêmên cuda de baweriyeke siyasî xurt dike. Divê piştevanî dirûşman derbas bike. Piştevaniya navneteweyî ya heyî girîng e lê têr nake. Divê di navbera zexta navneteweyî, bi piştgiriya teknîk û fînansî ya saziyên mafên mirovan re bi tora herêmî re were xurtkirin. Zext çiqas zêde û tund bibe, dengê we ewqas bêhtir girîng dibe. Perwerde, belgekirin û piştevaniyeke rasteqîn a ne sembolîk, mifteya guherîna mayinde ye.” 

MA/DENÎZ KARABUDAK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.