Divê budçe ji bo gel bê veqetandin
Şemî 8 Mijdar 2025 - 03:20

ROZA METÎNA / AMED
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Cahît Kirkazak têkildarî qeyrana aboriyê diyar kir ku divê li şûna şer, budce ji bo hilberînê, perwerdeyê û tenduristiyê bê veqetandin û wiha got:"Rejîma AKP’ê di 23 salên xwe de budceyên ji bo gel ne, lê ji bo şer amade kirine. Ji bo rawestandina talankirina xwezayê, divê polîtîkayên aborî yên endûstrîyel ên kapîtalîst bên terkirin."
Qeyrana aboriyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê her diçe kûrtir dibe. Budçeyeke mezin ji şer re tê veqetandin û fatûreya herî mezin dîsa ji gel re tê birîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak têkildarî qeyrana aboriyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê sedemên wê, bandorên wê yên li ser civakê û çareseriya li dijî qeyrana aboriyê nirxandin kir. Cahît Kirkazak wiha got:” Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê heta niha, ji ber polîtîkayên navendîparêz ên ku cudahîbûna hemwelatîyan paşguh dikin, li şûna rêveberiyeke demokratîk û azadîxwaz, polîtîkayên ewlehiyê hatine pejirandin. Ev jî bûye sedem ku budceyeke zêdetir ji bo şer û tundiyê bê veqetandin.”
Budçe ji şer tê veqetandin
Cahît Kirkazak diyar kir ku polîtîkayên ewlehî û şer, bi xwe re gendelî, talankirina çavkaniyên gel û xirabûna exlaqî jî tîne û wiha got:"Rewşa aborî û asta refahê ya civakê, bi îdeolojiya damezrandina rejîmê, sepandinên hiqûqî û çanda demokratîk ve rasterast girêdayî ye. Ji ber ku ev her sê şert, budceya giştî ya welat diyar dikin, her wiha diyar dikin ka çavkaniyên welat ji bo berjewendiya civakê têne bikaranîn an na, budce li gorî kevneşopiyên demokratîk tê kontrolkirin û mekanîzmayên hiqûqî têne xebitandin. Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê heta niha, ji ber polîtîkayên navendîparêz ên ku cudahîbûna hemwelatîyan paşguh dikin, li şûna rêveberiyeke demokratîk û azadîxwaz, polîtîkayên ewlehiyê hatine pejirandin. Ev jî bûye sedem ku budceyeke zêdetir ji bo şer û tundiyê bê veqetandin. Her wiha, polîtîkayên ewlehiyê, ji ber polîtîkayên pevçûn û tundiyê, bi taybetî li Kurdistanê, bûye sedema valakirina gundan, girtina zozanan ji bo cotkarî û ajaldariyê û koçberkirina mirovan ji gundan ber bi bajaran bi awayekî bêplan. Ev yek rasterast bandorê li aborî û xwedebarkirina civakê dike. Polîtîkayên ewlehî û şer, bi xwe re gendelî, talankirina çavkaniyên gel û xirabûna exlaqî jî tîne."
Divê budçe ji bo gel bê veqetandin
Cahît Kirkazak destnîşan kir ku divê li şûna şer, budce ji bo hilberînê, perwerdeyê û tenduristiyê bê veqetandin û wiha pê de çû:"Rejîma AKP’ê di 23 salên xwe de budceyên ji bo gel ne, lê ji bo şer amade kirine. Budceya şer, wekî ku me hewl da diyar bikin, ji îdeolojiya rejîma yekperest û navendîparêz û hewcedariya parastina desthilatdariya AKP’ê tê. Rejîma AKP’ê budceya şer ji sifra gel, ji hewcedariyên bingehîn ên wekî perwerde û tenduristiyê û ji mafê kar û xebatê yê gelê ku jiyaneke bi rûmet bijî, distîne. Budceya şer dibe sedema talankirina xwezayê û peşkeşkirina wê ji bo sermayeyê. Bi kurtasî, polîtîkayên şer, ne ji bo berjewendiyên gel, lê tenê ji bo domdariya rejîma yekperest û navendîparêz û desthilatdariya AKP’ê xizmet dikin û encamên li dijî gel derdixin holê. Gava yekem a ku divê bê avêtin, devjêberdana ji polîtîkayên şer û dagirkeriyê ye. Divê li şûna şer, budce ji bo hilberînê, perwerdeyê û tenduristiyê bê veqetandin. Divê budce ne ji bo sermayedaran, lê ji bo gel û karkeran bê veqetandin. Ji bo rawestandina talankirina xwezayê, divê polîtîkayên aborî yên endûstrîyel ên kapîtalîst bên terkkirin û ber bi polîtîkayên aborî yên eko-endûstrîyel ve were çûyin."
Çapemeniya alîgir amûrek e
Cahît Kirkazak li ser rola medyaya alîgir jî ev tişt got:"Di rejîma AKP’ê de, çapemeniya alîgir wekî amûreke sereke ya propagandayê kar dike da ku qeyrana aborî û xizaniyê vedişêre, algiya 'her tişt baş e' diafirîne. Ev çapemenî, rastîyên wekî enflasyona bilind, bêkarî û kêmkirina hêza kirînê paşguh dike, lê projeyên hukûmetê yên mezin, mîna balafirgeh, pir û otoban, bi awayekî zêde bilind dike. Bi vî awayî, baweriya gel bi rêveberiyê tê xurtkirin, lê ev illûzyon di demdirêjî de dibe sedema erozyona baweriyê, ji ber ku gel rastîyên jiyana rojane dibîne. Çapamenîya alîgir, bi taybetî di polîtîkayên aborî de, xizaniyê nedîtî dike û polîtîkayên şer ên rejîmê wekî 'serkeftinên neteweyî' nîşan dide. Ev strateji, bi sloganan wekî 'Azan nayên qutkirin, al nayên daxistin' tê piştgirîkirin, ku ev hestên netewî û olî bikar tîne da ku gelê xizan razî bike ku qeyrana aborî qebûl bike. Mînak, di operasyonên leşkerî yên li Sûriyeyê yan li herêmên Kurdan de, çapamenî mesrefên şer ên mezin vedişêre, lê şerê wekî 'parastina welat' pîroz dike. Ev yek, bandora aborî ya şeran, mîna zêdebûna buhayê xwarinê û kêmkirina budceya ji bo xizmetên civakî, ji çavê gel dûr dixe."
Qeyran rê li ber koçberiyê vedike
Cahît Kirkazak bi lêv kir ku qeyrana aboriyê her wiha rê li ber koçberiyê jî vedike û wiha got:"Wekî ku li jor jî me diyar kir, amûra herî girîng a polîtîkayên şer û ewlehiyê aborî ye. Ev polîtîkayên şer û ewlehiyê; bi ragihandina herêmên qedexe re, çiya û zozan ji bo cotkarî û ajaldariyê têne girtin, bi binpêkirina hiqûqê ve, karsaz û sermeyadarên navneteweyî yên ku xwe di ewlehiyê de hîs nakin ji welat direvin, bi sepana "çêbike-bixebatîne-dewrbike" re çavkaniyên gel ji bo sermayeya alîgir têne talankirin, budceya ku divê ji bo gel were veqetandin ji bo şer tê veqetandin. Di encamê de, gendelî û talankirina çavkaniyên gel zêde dibe û ev hemû bi taybetî li Kurdistanê dibin sedema koçberiya mirovî ya hundir û derve. Ji damezrandina Komarê heta niha, yek ji polîtîkayên herî girîng ên dewletê bêmirovkirina Kurdistanê bûye. Ji bo vê yekê, di sala 1934’an de Qanûna Îskanê jî hate derxistin."
Bêyî demokrasiyê aborî baş nabe
Cahît Kirkazak ji bo qeyran ji holê rabe û bandorên wê kêm bibin jî ev tişt got:"Ji bo çareseriya qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê di serî de bi derxistina reformên demokratîk, çareserkirina pirsgirêka Kurd, rawestandina polîtîkayên şer û avakirina aboriyeke adil ve girêdayî ye. Ceribandinên heta îro nîşan dane ku bêyî demokrasiyê, başbûna aboriyê ne mimkun e. Ji ber wê jî ji bo rewşa aborîya Tirkîyeyê baş bibe divê bi reformên demokratîk û guhertina polîtîkayên şer, aborî were rizgarkirin. Mirov dikare bibêje ku bandora şer li ser qeyrana aborî ya li Tirkîyeyê gelek zêde ye. Ji ber wê jî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ çareserîya herî rast û mayînde ye."













