Divê Iraq nebe şirîkê dagirkeran

În 9 Tebax 2024 - 00:07

Xelkê wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) biryara Iraqê ya girtina partiyên civakî û siyasî ya Şengal û Başûrê Kurdistanê PADÊ, Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê û Tevgera Azadî, bi meşekî girseyî şermezarkirin. Bi kombûna xelkê wargehê ya li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan bi pêşengtiya meclîsa Îştar meşekî girseyî hat destpêkirin. Meş heta ber parka Şehîd Aryen Cûdî domand. Li ber parkê daxuyaniyek li ser navê xelkê wargehê ji aliyê Endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Jiyan Diljîn Kara ve hat xwendin.

Daxuyanî wihaye:“Ev biryar dijberiya demokrasî û xwerêberiya gelane. Bi pêkanîna vê biryarê Hikûmeta Iraqê wê derbe li yekgirtina gelan ya li Iraqê bide û ev wê bibe şaşitiyek dîrokî. Em baş dizanin ku gelê Iraqê û zagonên wê di aliyê civakî û netewî de xwedî rêzdariyeke demokratîk in. Bi vê bendewariyê em dibêjin, tavilê biryara girtina van her sê partiyan were rawestandin. Iraq nekeve nav van polîtikayên dijminahiya gelan û demokrasiyê. Di 10’emîn salvegera fermana Şengalê de dayîna vê biryarê jî, gûmanên cuda bi me re dide çêkirin.

Em weke xelkê Mexmûrê bang li gel û Hikûmeta Iraqê dikin ku dest nedin Xweseriya Şengalê. Ji bo bihêzkirina wê bibin alîkar û nebin hevalbendên dewleta Tirk a dagirker. Ger dixwazin rexnedayîna xwe ya li hemberî bêdengmayîna Fermana 74’an bidin, pêwîste vê bi pratîkirina rawestandina vê biryarê bidin. Vegera zû ji vê şaşitiyê dikare derfeteke nû ji bo bihevrebûnê ava bike.” Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşmeyê ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Yekitiya Gelan’ bi dawî bû.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.