PDK nahêle xelk biçe gundê xwe

În 27 Sibat 2026 - 03:20

Zêdetirî şêniyên 20 gundên herêma Bergare ya ser bi parêzgeha Dihokê, li ser rêya sereke ya navbera Amêdiyê û Dêrelokê çalakiyek lidarxistin û demek dirêj rê li trafîkê girtin. Welatiyan dixwest qedexeya ku 3 sal bu li herêmê hatî ragihadin were rakirin, xelk vegere ser gundên xwe û astengiyên heyî hemû werin rakirin. Tevî bi saetan welatiyan ji rayedaran xwestin rê vekin, lê ti rayedarek yan jî berpirsên ewlekariyê berpirsyartiya vekirina rê negirtin ser xwe. Ji ber vê jî welatiyan bi xwe ketin gundên xwe yên wêrankirî û astengiyên li ser rê rakiribûn. Lê piştî wê 24 saetan çekdarên PDK’ê carek din qedexe danî ser herêmê û rê li welatiyan girtin ku neçin ser gundên xwe. Welatiyek gundê Mijê ku nexwest navê wî were eşkerekirin axivî û got:“Qeymeqamê Amêdiyê Warşîn Selman bi fermî ji me re got ku nabe hûn biçin ser gundên xwe û serdana gundan bikin.” Li gorî heman çavkaniyê, qeymeqam sedema vê yekê bi tedbîrên berpirsên xwe ve girêdaye û bêyî ku behsa hesaban bike gotiye hîn jî hesabên wan bi aliyê Tirkiyeyê re hene. Welatiyên karîn xwe bigihîn gundên xwe behsa wêrankirina malên xwe kirin. Welatiyan dîtin ku hemû mal, bax û baxçeyên wan ji ber êriş û bombebaranên dewleta Tirk wêran bûne. Herwiha mizgeft û cihên geştiyarê jî hemû kavil bûne. Hêjayî gotinê ye tevî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin, PKK’ê xwe fesihkiriye û hemû çalakiyên leşkerî hatine rawestandin, dewleta Tirk li herêmê di nava liv û tevgerê de ye û PDK jî rê nade welatî biçin ser gundên xwe ên ku bi salanin ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.