Li pişt aloziya li gundê Lacan çi heye?
Çarşem 3 Kanûn 2025 - 03:00

Ev çend roje pirsgirê û bûyerên di navbera çekdarên PDK’ê û xelkê Gundê Lacan ya dikeve sînorê Hewlêrê derketiye. PDK’ê dor li gund girtiye û hêzeke bi qasî 5 hezar kesî bi çekên mîna tank, wesayîtên zirxî, çekên navîn û sivik avêtine ser gund.
Li gorî wan agahiyên Rojnewsê ji çend çavkaniyên ji nava Gundê Lacan girtî, gundê Lacan nêzî 250 malan pêk tê, piranî Herkî û alîgirên PDK’ê ne. Berî çend rojan ji hilbijartinê Nûnerê PDK’ê Berzan Qesab serdana gundê Lacan kir û daxwaz ji gundiyên Lacan dike ku dengê xwe bidin bi PDK’ê. Soz ji bo wan tê dayîn ku piştî hilbijartinê daxwazên wan bên pêkanîn û di nava şirketê de kar bikin. Piştî vê sozê gundî 124 tankerên veguhestinê dikirin. Li gorî agahiyên çavkaniyan, PDK sozên dayîn bi cih neanîne, xelkê gund jî diçin ber derê şirketa Lanaz ji bo bizanin daxwazên wan çima pêk nehatin yan encama daxwazên wan bû çi. Li hemberî vê berpirsê şirketê dibêje; ‘Bi gora Mele Mistefa’ daxwazên we bi cih naynim. Ew jî dibêjin; ‘Bi gora Mihê’ em jî rê nadin hûn kar bikin. Li ser vê yekê alozî û nakokî destpê dikin.
Xwediyê şirketa Lanaz kiye?
Çavkaniyan ji bo Rojnewsê eşkere kirin ku bi salane şirketa Lanaz li ser erdê gund hatiye avakirin. Xwediyê wê jî endamên binemala Barzanî ne. Tê gotin ku xwediyê wê jî Mesrûr Barzanî û kurê wî ye. Li gorî hinek agahiyan şirketa Lanaz raste rast li gel şirketa Bîlal zavayê Erdogan kar dike. Piranî endamên şirketê Tirk in. Mehaneya wan 1500 heta 2500 dolar e. Li aliyê din xelkê herêma Kurdistanê yên li şirketê kar dikin mehaneya wan 500 dolar didin. Ev yek jî neheqiyeke mezine.
Xelkê Gundê Lacan daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe kiriye, li hemberî vê rêveberê şirketa Lanaz gotiye ku xelkê din hene ku kar bikin, ji vê heqdestê kêmtir jî. Ji ber wê ji derve karmend anîn. Ev yek jî rê li ber nerazîbûna gundiyên Lacan vekir.
Heman demê şirketê ziyaneke mezin ya tenduristî û jîngehê jî dabû herêmê. Li herêmê nexweşiya penceşêr, çav û nefestengiyê zêde bûye.
PDK nêzîkatiyeke çawa li rewşê dike?
Nakokiya di navbera eşîrên Behdînan, bi taybetî eşîreta Herkî û PDK’ê de xwedî dîrokeke dirêje. PDK’ê her tim hewl daye ku hebûna xwe bi hesabê tasfiyekirin û qirkirina wan îspat bike. Çavkaniyên li Gundê Lacan ji Rojnews’ê re ragihandin ku PDK dixwaze xelkê eşîreta Herkî tasfiye bike û siyaseta parçekirin û serdestiyê bicîh bîne da ku her tiştê ku dixwaze bicîh bîne.
Li gorî çavkaniyan, hemû rêyên bazirganiya enerjiyê yên di navbera malbata Barzaniyan û malbata Erdogan de, wek qada petrolê ya Xurmele, beşek ji boriya gazê, şirketa Lanaz, boriya petrolê ya Hewler-Dihok û çend projeyên mezintir yên malbata Barzaniyan û PDK’ê di devera Herkîyan re derbas dibin. Lewra vê yekê bandorê li berjewendiyên malbatê û PDK’ê kiriye.
Di heman demê de çavkaniyan ji Rojnews’ê re piştrast kirin ku niha zêdetirî 5 hezar hêzên leşkerî yên PDK’ê li gund û derdora wê ne û dest bi valakirina xelkê gundê Lacanê kirine. Her wiha hinek ji ciwanên gund jî digirin. Hêzên ku gundiyên Lacanê tepeser dikin; Hêza 1 ya Leşkerê Gulane, ku rasterast ji hêla Mesrûr Barzanî bi xwe ve tê rêvebirin. Ev hêze, ew hêz bû ku ji Şengalê reviya. Hêzên Zêrevanî, asayiş, berevanî û hawarê yên PDK’ê jî li deverê hatine bicihkirin. Niha çar xalên kontrolê li gund û derdora wê danîne. Ew rê li ber her cûre tevgera welatiyan digirin. Li gorî çavkaniyan, hêzên PDK’ê gundiyan wekî dijber dibînin û nahêlin nexweşên xwe bibin nexweşxaneyê. Çavkaniyekê got ku jinek ducanî bû û hevjînê wê dixwest wê bibe Hewlêrê. Lê belê, ew nehiştin ji bo tedawiyê ji gund derkeve. Her wiha heman çavkanî got:’’Dayikek ji ber ku ji girtina kurê xwe ji aliyê hêzên ewlehiyê yên PDK’ê ve ditirsiya, felc derbas kir. Lê tevî felcbûnê jî, van hêzên PDK’ê nehişt ku wî bibin nexweşxaneyê.”
Xelk dixwaze ew ji gund derkevin
Şirketa Lanaz bi armanca dabînkirina benzîn û sotemeniyê ji bo xizmetkirina welatiyan hate damezrandin. Gelo vê kompanyayê kariye xizmeta welatiyan bike an jî bûye kargehek pereyan ji bo xizmetkirina çend kesan û malbatan?
Xelkê gund daxwaza vekişîna hêzên PDK’ê û berdana kesên hatine girtin dikin. Xelkê gund li ser rê çalakî derxistibû û rêya bîra petrolê girtibû. Piştre çekdarên PDK’ê bi guleyan êrişî gundiyan kirin û di encama êrişa çekdarên PDK’ê de, şufêrekî barhilgirê ku xelkê Kerkûkê bû jiyana xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn. Hejmarek ji welatiyan jî hatin binçavkirin.
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN














