Astengkirina qursa Kurdî şermezar kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 12 Kanûn 2025 - 00:38

Endamên Civaka Kurdî ya Eskişehirê, bertek nîşanî astengkirina qursên zimanê Kurdî dan û gotin: "Zimanê me rûmeta me ye, nasnameya me ye. Mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî nayê astengkirin."

Endamên Civaka Kurdî ya Eskîşehîrê, biryara Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Odunpazariyê ku qursa Kurdî ya ji bo xwendekarên zanîngehê bi hinceta "xebata perwerdehiyê ya bêdestûr" asteng kir, protesto kir. Çalakî ku li ber Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Odunpazariyê hat lidarxistin, ji aliyê rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Kedê (EMEP) û rêxistinên ciwanan ve hat piştgirîkirin. Di dema çalakiyê de ku dirûşmeyên wekî "Bê ziman jiyan nabe" û "Bê ziman aştî nabe" hatin berzkirin, daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamê civakê Îzzettîn Altun ve bi Kurdî û ji aliyê Burak Sinmaz ve jî bi Tirkî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hewldana astengkirin li dijî ziman, nasname, dîrok û hebûna gelekî hatiye kirin û mînaka polîtîkayeke çewisandinê ya sistematîk e. Hat destnîşankirin ku gava mesele Kurdî be refleksa dewletê dikeve dewrê û şaxa ewlehiyê tê ber derî.

Hat bilêvkirin ku xwedîderketina li ziman û çanda xwe divêtiyeke mirovî ye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ne îro ne jî sibehê wê bi tu awayî dest ji Kurdî neyê berdan û wiha hat gotin: "Zimanê me rûmeta me ye, nasnameya me ye. Em hene, zimanê me heye, têkoşîna me heye."

MA/ESKÎŞEHÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.