
Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê der barê qedexekirina derbasbûna çend hunermendan ji deriyê sînor ê Fişxabûrê ya başûrê Kurdistanê da ku beşdarî Festîvala Şanoya Kurdî ya Navneteweyî ya Seqizê ya 20`emîn bibin, daxuyaniyek weşand.
Festîvala Şanoyê ya Seqizê ji 10 heta 14`ê Kanûnê li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin. Biryar bû ku hin kom û hunermendên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşdarî çalakiyên festîvalê bibin, lê rayedarên deriyê sînor yê Fişxabûrê li Başûrê Kurdistanê rê nedan ku ev kom derbas bibin.
Di daxuyaniya Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê de hat destnîşankirin ku qedexe bi hincetên burokrasiyê pêk hat û ew helwest wekî neheq û li dijî nirxên mirovî yên ku huner û şano li ser wan ava bûne, bi nav dikin “ji ber ku şano qadeke ji bo diyalogê û pirek e ji bo hevgihîna gelan.” Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku hêsankirina tevgera hunermend û rewşenbîran helwesteke mirovî ye. Her wiha diyar kir ku ew ê azadiya derbirînê û mijarê huner û wêjeyê biparêzin û piştgiriya wan bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN













