CPJ û Navenda Metro êriş şermezar kirin
Pêncşem 4 Kanûn 2025 - 09:22

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) û Navenda Metro êrişên hêzên PDK’ê yên li ser rojnamevanan ya di dema rûmalkirina xwepêşandanên gundê Lacan de, bi tundî şermezar kirin. Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) rêxistinek navnetewî ye, êriş û binpêkirinên hêzên girêdayî PDK’ê yên li dijî rojnamevanên ku xwepêşandanên li gundê Lacanê dişopandin, bi tundî şermezar kir. Komîteyê fikara xwe li ser “sînordarkirin û astengkirina berdewam ya çalakiyên rojnamegeriyê” ji aliyê hêzên PDKê ve anî ziman û got:“Hêzên ewlehiyê êrişî tîmek Channel 8 kirin û tîmeke kanala NRT jî binçav kir. Her wiha rê li ber dezgehên din yên ragihandinê girtin ku xwepêşandanan dişopînin. Vê tevgerê fikarên komîteyê zêde kirine. Divê rojnamevan bi azadî, bê destdirêjî, çavtirsandin an destwerdanê bixebitin, da ku rastiyê eşkere bikin.” Di heman demê de, Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb fikara xwe li ser êrişa li ser tîmên ragihandinê li gundê Lacan anî ziman û got;“Êrişa li ser rojnamevanan li Hewlêrê li gorî pîvanên navnetewî yên azadiya rojnamevaniyê, yasaya rojnamevaniyê û azadiya ramanê li Herêma Kurdistanê hevdû nagire.”
ROJNEWS













