Rageşiya PDK û YNK’ê zêde dibe
Çarşem 17 Kanûn 2025 - 03:20

Di demek hevdîtinên avakirina hikûmetê di navbera PDK û YNK’ê de rêve diçe de bi boneya asayîşa PDK’ê destûr neda endamê Polîtbûroyê yê YNKê Luqman Wardî bikeve Hewlêrê rageşî bilind bû.
Hevdîtinên li ser avakirina hikûmetê di navbera PDK û YNK’ê de dibin sedema bilindbûna rageşiyê. Wekî encamek vê rageşiyê asayîşa girêdayî PDK’ê destûr neda endamê Polîtbûroyê yê YNK’ê Luqman Wardî bikeve Hewlêrê. Hate zanîn ku dema Wardî xwest ji Silêmaniyê vegere Hewlêrê li daketina bajar li noqteya asayîşê hate rawestandin. Li ser vê yekê hate zanîn ku çend rayedarên PDK’ê jî dema xwestine bikevin herêma YNK’ê bi heman awayî hatine rawestandin û ketina wan a herêmê hatiye astengkirin. Çavkaniyan bûyerê di nêz de dişopînin anî ziman ku komek pêşmergeyên YNK’ê jî dema xwestine biçin Soranê ji hêla PDK’ê ve hatin astengkirin.
Çavkaniyan destnîşan kir ku PDK û YNK dê bi armanca hevdîtinên avakirina hikûmetê cardin bên gel hev û rageşiya îro bilind bûye bandorek neyînî li ser her du aliyan jî dike. Heman çavkaniyan derbarê îhtîmala avakirina hikûmetê jî gotin ku ligel hebûna hevdîtinan erêniye jî ev saleke di ser hilbijartinan de derbas bûye lê hêj pêşketinek şênber çênebûye. Çavkaniyan daxuyand ku hêviya avakirina hikûmetê gelek kêm e û ev yek jî bandorek neyînî li tevahiya Herêma Kurdistanê dike.
NAVENDA NÛÇEYAN















