Ti hincetek hêzên dagirker nemaye
Sêşem 4 Mijdar 2025 - 03:25

Roja 11’ê Mijdara îsal hilbijartina Parlementoya Iraqê tê lidarxistin. Her alî bername û pilanên xwe ji bo xelkê vedibêjin.
Yek ji van namzetan jî Siware Şehîd Arame ku li ser lîsteya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ji bo Parlementoya Iraqê li Silêmaniyê bikeve hilbijartinê li ser girîngiya hilbijartinê, hebûna leşkerên Tirk ya li ser xaka Herêma Kurdistan û Iraqê ji Rojnewsê re axivî. Ewilê Siware Şehîd Aram bal kişand ser hilbijartinê û got:“Em dikarin bêjin me demboriyek baş nebûye li hikûmranî ya li Iraqê, ji ber vê ev hilbijartin girînge xelk di asta herî zêde de dengê xwe bide. Her çi me ji dest jî dabe, di encama belavî û neyekbûnê pêk hatiye. Ji bo wê hemû hewldanên YNK’ê ewe ku li Bexdayê yekîneyeke ya bi hêz pêk bîne ji bo xurt li Parlemetoyê karê xwe bikine.”
Namzetê YNK’ê yê Parlementoya Iraqê Siware Şehîd Aram bal kişand ser hebûna hêzên Tirkiye ya li ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê jî ev got:“Ew yasayên ku rê dane hêzên derve bikevin nava herêmê li ber tine bûnê ne. Êdî ti hincetek nemaye ji bo mayîna hêzên dagirker. Derxistina van hêzan li ser lihevkirina yek dengî û xebatek cidî ye. Hin alî pirştgiriyê didin van hêzan û bi hatina wan ya herêmê razî ne. Ji bo vê helwestek yek dengî lazime. Li gorî yasayê rê tê dayîn ku em li hemberî van hêzan xwedî helwest bin û wan derbixin.”
Têkldarî herêmên bi nakok yên dikevin çarçoveya Madeya 140’î Namzetê YNK’Ê Siware Şehîd Aram ev got:“Herêmên dikevin çarçoveya madeya 140’î cara şeşemîne dikeve hilbijartina Parlementoyê lê diviya bû ev mijar sala 2007’an bihata çareserkirin. Lê eşkere ye ku berjewendiyên dewletên herêmî û hişmendiya kevneperest ya siyaseta Iraqê pêşiya pêkanîna vê madeyê digre.” Herî dawî Siware Şehîd Aram anî ziman ku ewê bê navber kar ji bo yekîtiyê bike û diyar kir ku divê her parlementerek nûnertiya dengderan bike.
ROJNEWS/SILÊMANÎ















