
- Di salvegera şehadeta yekem edîtora jin di dîroka rojnamegeriya Kurdî ya li herêmê Gurbetellî Ersoz, 7’ê Cotmehê wekî Roja Rojnamevanên Jin yên Kurd tê pîrozkirin.
Ji ber ku 29 sal di ser şehadeta vê rojnamevana şoreşger Gurbetellî Ersoz re derbas bûne. Ev boneye ji sala 2014’an ve hatiye destnîşankirin. Ev ne tenê bîranînek asayî nîne; Belkû, ew tekez li ser berdewamiya mîrata berxwedan û ragihandina azad e. Ev rêya dîrokî ku dengê jinan bilind kir heta roja îro bi pênûs û kameraya rojnamevanên wekî Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn berdewam dike; roj bi roj li hember zilm, sansûrê bihêztir û biryardartir dibe.
Di jiyana her civakê de hebûna ragihandinê mijarek pir girîng e, ragihandina te bi xwe hebe dikarî bo çand, ziman, bawerî, dîrok û pêşeroja xwe binirxînî. Dikarî hebûna xwe bixî bin garantiyê, dikarî zimanê xwe, bîr û hişê xwe û civakê her zindî bigrî, nirx û irf edetên wê li neslên nû bidî nasîn, bidî jiyîn. Bi rêka ragihandinê dikarî pêşeroja xwe, civaka xwe, hebûn û nasnameya xwe biparêzî. Ji ber wê pir girîng e civakên bindest erkê ragihandinê ji hêzên din re nehêle. Heger ji bimîne û ev yek jî yê rêyek pir xeter ya asîmîle bûn, ji nasname, çand û baweriya xwe, nirxên xwe dûrketinê bîne. Ji ber wê rastiyê ye ku di destpêka Têkoşîna Azadiyê ve, bi fikir û ramanê Rêber Apo ve kar û xebatên ragihandina azad jî hate destpêkirin.
Di şertê herî giran de rojnamegerî
Li welatekî ku şer, qirkirin, siyaseta îmha û înkarê serwer e nuçegihanî kirin ne karek ji rêzê ye, ji ber ku li welatekî ew tiştan diqewime ji zûde faşîzmek heye ku ketiye meriyetê. Her kêlî, her hevok, her nirxandinek dikare bibe hinceta girtin, îşkenceyê. Di rojên ew siyaseta tundîtî asta herî jor de li hemberî civaka Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dihate meşandin, rojên kiryarên dewleta Tirk ya dagirker bi awayek herî hov bi komkujî, şewitandin û valakirina gundan, kuştinên kujer dihat veşartin de jinek ciwan a rojnameger bu Gurbetellî Ersoz. Dest bi xebatên ragihandinê kiribû û di salên 1990’an de hewil dida ew kiryar, zilm û zora dewleta Tirk bide dîtin û bihîstin. Di rojnameya Ozgur Gundemê de kar dikir û bû Gerînendeya Weşana Giştî ya jin a yekem. Gurbetellî Ersoz bi eşq, evîn û hesretekî mezin ji tarîtiyê şewq vedide. Bi boyaxa ji serê pênusa wê li ser pelan diherikî re şerekî pir mezin dabû destpêkirin. Şerê dijî zêhniyeta zilamsalar, şerê li dijî zilm û zora dewleta Tirk û hêzên li pişt wê hebûna Kurd û Kurdistaniyan înkar dikir.
Jina ku pênûsa xwe kir ala têkoşînê
Gurbetellî Ersoz di 11’ê Tîrmeha 1965’an de li Paluya Xarpetê hate dinê. Ji gundê Akbûlût e. Bavê wê wê demî li Elmanya kar dikir da ku bikare debara malbata xwe bike û hesreta penabertiyê, xerîbiyê pir kûr dijiyan. Bo şert û mercên tê de bûn navê wê kirîbûn Gurbetellî ku bi kurmancî dibe “warê xerîbiyê”. Li malê kurmancî daxivîn, dema çû dibistanê zext û qedexeyên li ser zimanê dayîkê re şahîdî kir.
Piştre derbasî Zanîngehê dibe û bidawî dike. Piştre derbasî Enstîtuya Zanistên Fenê ya Çukurovayê dibe û li wir li ser ‘Enerjî û Derdorê’ lîsansa bilind digre. Mereq û heyecana Gurbetelli ti demî kêm nabe, heya bi heyecan, eşq û mereqekî mezin lêkolîn dike, dixwaze her tiştî keşif bike, binase. Li gel xwendina xwe rojnamegerî jî dike. Beşa zanistê de 3 salî din biranşa kîmya dixwîne û di dû mijaran de lekolînên taybet dike; komkujiyên Çernobîl û Halepçeyê. Di derheqê wê rojevê de jî hestên xwe bi van gotinan tîne ser ziman; “Kîmyager divê herî zêde bi Çernobîl û Halepçeyê re eleqeder bibûna, ji ber ku van bûyeran ez gelek matmayî hiştim. Min pirsa ez çi me divê ez çi bikim ji xwe pirsî.”
Girtîgeh biryardariya wê xurtir dike
Li gel xwendina zanîngehê daxwaz û mereqa Gurbetellî Ersoz bo rojnamegerî jî pêş dikeve. Beriya fermî derbasî xebatên rojnamegerî bibe 10’ê Kanûna 1990’î de tê girtin. 15 rojan di bin êşkenceyê de dimîne, 2 salan li girtîgeha Meletiyê tê girtin. Piştî tê berdan carek din karê rojnamegeriyê berdewam dike û dibe edîtora giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê. Rojname ji 26’ê Nîsana 1993’an ve dest bi weşanê kirîbû û di bin zext û gefên zêde de kar û xebatên xwe dimeşandin. Gurbetellî bi van gotinan nêrînên xwe bo girîngiya hebûna ragihandina azad di şexsê weşana Ozgur Gundem de aniye ser ziman; “Em wek rojnameya Kurd hatine binavkirin. Gotin pisgirêka Kurd tune ye. Me jî got ‘ev rastiyeke.’ Niha çapemenî dibêje ‘pirsgirêka Kurd heye.’ MGK brîfîngan dide. Tiştek wisa li kîjan welatî heye? Lê niyeta baş a nûçegihan têr nake. Ji kê re xizmetê dike ew girîng e. Ger çapemeniyê rastiyan binivîsanda wê evqas mirov nehatana kuştin.”
Gurbetelli Ersoz ti astengî nas nedikir
Wek hemû sazî û dezgehên îro jî vedibin wî demî jî yekser dihatin girtin. Rojnameya Ozgur Gundem tenê piştî çend mehên weşana xwe, di 10’ê Kanûna 1993’an de di roja Mafên Mirovan a Cîhanê de hate girtin. Gurbetellî û hevalên wê hatin binçavkirin û girtin. Di bin çavan de rastî îşkenceyan tê û dişînin girtîgeha Sagmacilarê. Di hezîrana 1994’an de tê berdan. Lê ruhê têkoşer û berxwedêr yê Gurbetellî Ersoz astekî ewqas bilind de ye kû yekser cardin dest bi karê rojnamegeriyê dike. Eşkere îlan dike ku ne gef, ne zîndan, ne îşkence û ne jî kuştin wê natirsîne, yê ti demî ji têkoşîna xwe nesekinîne. Lê êdî piştî pir zehmet dibe li bajaran kar bike berê xwe dide qada çiyayên Kurdistanê, tevlî gerîlayên azadiyê dibe.
Min dilê xwe bi bedewiya çiyayan neqişand
Gurbetelli di nava refên Artêşa Jinên Azad ên Kurdistanê de ji bo kêliyên watedar bixe bin qeydan û jîndar bike dest bi nivîsîna rojnivîsê dike. Destpêkê li ser lûtkeya çiyayê pêşberî Ava Basya û Ava Şîn disekine û bi gotina “Min dilê xwe bi bedewiya çiyayan neqişandiye” dest bi nivîsandina rûpela destpêkê ya rojnivîsê dike. Di rojnivîsa ku çend sal berê hat çapkirin de Gurbetellî bi zimanekî wêjeyî xîtabî xwezayê û birayê xwe yê şehîd Orhan Ersoz (Agir) dike. Rojnivîs îro jî bo zimanên cûda hatiye wergerandin û dikare bê temîn kirin.
Şehîdkirina Gurbetellî Ersoz
Mixabin rojevek û trajediyek em Kurd jiyan dikin heye ku dikin nakin em nikarin birîna wê bikewînin; ew jî xiyaneta navxweyî ye. Hêj di dirêjiya dîrokê de gelek buyerên şehadeta gerîla de destê PDK û îxaneta wê, li gel dijminên koka Kurd cîh girtina wê heye. Ew dîrokek heya îro jî dubare dike ye. 7’ê Cotmeha 1997’an komek mezin ya gerîlayên azadiyê ji qada Garê derbas dibûn. Saetên şêvê bûn. PDK ya bi artêşa Tirk re kar dikir kemîn avêtibû herêmê û di navbera koma gerîla û peşmergeyên xayîn de şer derket. Di pusuyê de Gurbetellî Ersoz û 25 rêhevalên wê şehîd bûn. Gurbetellî Ersoz ji ber israr, bawerî, heskirin û eşqa bê tarîf ya bo azadiyê, civak û xaka Kurdistanê bûye sembola jinên têkoşer û berxwedêr, bûye sembola jinên şoreşger û rojnamegerên ragihandina azad. Li ser şopên Gurbetellî Ersoz îro çar aliyê Kurdistanê, li her deverê Kurdistanî xwe birêxistin kirine ragihandinên jin jî hatine avakirin. Li wan deran bi hezaran jinên ciwan bi pênûs û lênûs, kamera û mîkrofonê heman armancê re xizmet dikin; tinekirina tarîtiyê û eşkere kirina zilm û zora tê kirin, belav û mezinkirina şewqa heqîqetê. Têkoşîna Gurbetelliyan ji her demî zêdetir mezin û girseyî bûye û her diçe pisportir dibe û dimeşe.
Meşaleya medyaya jinên Kurd
Şehadeta Gurbetellî Ersoz nebû dawiya têkoşîna rêya wê, belkû ji bo nifşên pêşerojê rêyek nû vekir; Di sala 2014’an de, rojnamevanên jin 7’ê Cotmehê ku salvegera şehadeta Gurbetellî ye, wek Roja Rojnamevanên Jin yên Kurd îlan kirin.
Rêya Gurbetellî Ersoz bû îlhama rêze rojnamevanên navdar yên wek Denîz Firat, Nûjîyan Erhan, Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Cîhan Bilgin daye ku pênûsên xwe ji bo eşkerekirina rastiyê terxan kirine.
Piştî Gurbetellî, ev rojnamevan bûn şopînerên rêya wê û pêşengên têkoşîna ragihandina azad; Ev jinane, ne tenê rojnamevan bûn, belkû, ew bûn sembola berxwedanê, dengê gel ji bo azadiyê û nîşaneya hemû dengên paşguhkirî yên di civakê de; Wan berpirsiyariya civakî ya rojnamegeriyê di têkoşîna azadiyê de nîşan da û pênûsên wan di lêgerîna jinên Kurd a ji bo rastiyê de roleke mezin leyîstin.
Îro, mîrateya rojnamegeriya jinên Kurd bi gavên van jinan tê xurtkirin, bawerî û biryardariya wan bi nivîsên rojnamevanên jin ve tê vejandin.
Her sal di vê roja taybet de, li ser rêya rastiyê, rojnamevanên jin bi rûmet mîrata ku Gurbetellî Ersoz hiştiye, didomînin û li ser şopa şehîdên ku hîn jî îlhama têkoşîna wan a rojnamegeriyê didin, dimeşin.
BERFÎN NUSRET-ROJNEWS













