Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê dest pê kirin

Çarşem 18 Hezîran 2025 - 02:55

Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Gurbetellî Ersoz ên 1'emîn ên wê ji aliyê MKG'ê ve bê lidarxistin, dest pê kir. 

Gurbetelli Ersoz di dîroka Çapemeniya Azad de bû dengekî mezin, li Tirkiyeyê cara ewil wekî jinekê bû Gerînendeya Weşanê ya Giştî. Serlêdanên wê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo bîranîna Gurbetelli Ersoz û jinên xebatkarên çapemeniya azad ên jiyana xwe ji dest dane, li dar bixin, dest pê kir. Dîroka serlêdana dawiyê di 28'ê Îlonê de ye. 

Şertên beşdariyê yên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Gurbetellî Ersoz ên 1'emîn hatin eşkerekirin.

Navnîşan: 

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê 

Kuçeya Alîemîrî, Avahiya Malî Muşavîrler Hejmar: 1-1/3

Yenîşehir/Amed

E-Posta: info@mkgdernek.org

Tel: +90 (555) 746 93 43

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.