Rojnameger di tecrîdê de ne

Çarşem 29 Cotmeh 2025 - 03:45

Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKG) heta niha 40 rojnameger ji ber ku doz li wan hatiye vekirin, qedexeya wan a derketina derveyî welat didome. 40 rojnameger ji ber qedexeyê nikarin nûçeyên derve bişopînin.

Li gorî rapora DFGê ya îlonê, astengkirin û xwegihandina naveroka nûçeyan li ser biryara Dadgehên Cezayê Sulhê ku xwe dispêre serlêdanên Saziya Agahiyên Teknolojiyê zêde bûne. Di meha îlonê de xwegihandina 49 hesabên medya dîjîtal û 30 nûçeyan hat astengkirin, 6 malperên înternetê jî ji aliyê Saziya Agahiyên Teknolojiyê ve hatin girtin. Di îlonê de lêpirsîn û neheqiyên li dijî rojnamegeran jî kêm nebûn û di nav mehê de 10 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hat girtin. Derheqê 19 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin û lêpirsînên derheqê 22 rojnamegeran de ku didomiyan jî veguherîn dozan û derheqê rojnamegeran de doz hatin vekirin.

5 rojnamevanên jin hatin darizandin

Di danişîna doza midûra nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Degerê de salek û 28 meh û 15 roj cezayê hepsê lê hat birîn. Nûçegîhana JINNEWSê Rabîa Onver a ku derheqê gelek gundên navçeyên Gever  û Şemzînan ên Colemêrgê îdiayên cidî yên li ser rêxistinbûna DAIŞ û Hîzbullahê nûçe çêkir, ji aliyê gelek kesan ve bû hedef. Dadgehê ji bo rojnamevan Reyhan Hacioglû ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, biryara berdewamiya kontrola edlî da. Rojnamevan Bêrîvan Kutlu ku bi îdiaya “propagandaya rêstinê” tê darizandin, ji bo amedekirina mutalaayê dosya ji dozger re hat şandin. Ji ber parvekirinek li ser Rojîn Kabaişê, ku bi gumanbarî miribû, li dijî rojnamevan Dîlan Babatê lêpirsîn hat destpêkirin. Hevseroka DFGê Kesîra Onelê anî ziman ku di hemû pêvajoyên şer de her dem rojnameger dibin armanc û got:“Ji ber ku desthilat û hêzên serdest naxwazin rastiya şer bê zanîn, ji bo civakê bêdeng bikin çapemeniyê bêdeng dikin. Çawa ku di pirsgirêka kurd de daraz ne serbixwe ye, em vê yekê di nêzîkatiya li hemberî çapemeniyê de jî dibînin ku daraz ne serbixwe ye. Rojnameger ji ber nûçeyên ekolojîk û civakî tên darizandin. Dema em li darizandina rojnamegeran a 10 salan dinêrin em vê yekê dibînin. Mixabin em azadiya çapemeniyê nabînin. Rojnamegerekî-e kurd ku di nav çapemeniya azad de be, nikare nûçe û geşedanên germ neşopîne. Nikare çav û guhê xwe ji kuştin, talankirin û binpêkirina mafan re bigire. Nikare geşedanên ku li Sûriye, Ermenistan, Îran, Iraqê neşopîne. Lê bi hincetên cuda rê li pêş rojnamegeran tê girtin ku rastiyan neşopînin. Her roj rojnameger ji ber nûçeyên civakî tên darizandin. Ji ber rojnameger dibin eyneya civakê û rastiyê tînin ziman tên darizandin. Li şûna bersûcên fihûş, tiryak, cînayetên jinan û bersûcên dosyaya Rojîn Kabaişê darizînin, roamegerên ku bi şopa van rastiyan dikevin tên darizandin. Ji ber vê yekê gelek ji wan neçar man bibin penaber. Hîn jî gelek rojnameger nikarin têkevin Tirkiyeye.”

XWEBÛN/ZAFER VEŞÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.