Girtin û qetilkirin berdewam e

Sêşem 10 Sibat 2026 - 03:48

Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA bi raporekê bîlançoya dawî ya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, ragihand.

Di rapora HRANA de hate ragihandin ku ji destpêka xwepêşandanan ve, 6 hezar û 961 kes hatine qetilkirin û 51 hezar û 591 xwepêşander jî hatine binçavkirin, her wiha 11 hezar û 22 xwepêşander jî birîndar bûne. HRANA da zanîn ku ji hejmara kesên ji aliyê rejîma Îranê ve hatîn qetilkirin, 6 hezar û 476 kes xwepêşander, 207 zarok, 64 welatiyên ku beşdarî xwepêşandanan nebûyî, her wiha 214 endamên hêzên ser bi rejîma Îranê bûn. Li gorî heman raporê, di xwepêşandanan de 11 hezar û 51 kes ji bo dezgehên ewlehiyê yên ser bi rejîma Îranê hatine bangkirin, li gel vê 331 xwepêşander jî bi darê zorê neçar mane ku îtîraf bikin.

50 cenaze li tiba edlî ya Tehranê ne

Komeleya Zanistî ya Xwendekarên Civaknasiyê ya Zanîngeha Tarbîat Modares ya Îranê têkildarî ji aliyê rejîma Îranê ve qetilkirina jinan a di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, raporek belav kir. Di raporê de hate ragihandin ku di nava 4 rojên destpêkê yên xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, herî kêm 50 xwepêşanderên jin bi gulebarana raste rast a hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin. Li gorî raporê cenazeyê jinên hatine qetilkirin hîna li Tiba Edlî ya Kehrîz ya li Tehranê têne girtin û nasnameya wan nehatine eşkerekirin. Her wiha Komeleyê di rapora xwe de destnîşan kir ku di dema serdanên malbatan de ji bo naskirina cenazeyan û dîtina kesên winda, efserên rejîmê ji malbatan dipirsin ka gelo ew kesên jiyana xwe ji dest dane beşdarî xwepêşandanan bûne yan na. Komeleyê da zanîn ku wêneyên jinan ên li ser monitorên navendên polîsan ji malbatên ku li windahiyên xwe digerin re têne nîşandan, hejmara fermî ya hemû mirinan nagire nav xwe ku hebûna cenazeyên nenas nîşan dide ku pêvajoya naskirin û lêpirsînê hîna neqediyaye.

Sara Îbrahîmî jiyana xwe ji dest da

Di dîmenên 8’ê Çileyê de hatin kişandin lê ji ber nebûna înternetê di 23’yê Çileyê de ji hêla çapemeniyê ve hatin parvekirin de jina bi navê Sara Îbrahîmî ji hêla artêşa pasdarên Îranê ve tê êşkencekirin. Sara Îbrahîmî ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da. Di dîmenan de tê dîtin ku dema Sara Îbrahîmî li erdê ye, endamên rejîma Îranê bi pêhînan lê didin, êşkenceyê lê dikin û bi amûrên tûj li serê wê dixin.

Hat ragihandin ku Sara Îbrahîmî ji ber van birînan di 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî heman agahiyan Sara Îbrahîmî birine 4 nexweşxaneyan lê tu yek ji wan tedawîkirina wê qebûl nekiriye û li nexweşxaneya 5’an hatiye tedawîkirin û li wir jiyana xwe ji dest daye. Rojnameger û nivîskar Paksîma Mojmozî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku Sara Îbrahîmî hatiye qetilkirin û got:“Endamên pasdarên Îranê, Sara Îbrahîmî birin cihekî bi dar û kamera nabînin, li vir bi amûrên tûj li serê wê xistin. Sara Îbrahîmî, ji ber van birînan jiyana xwe ji dest da.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.