Bîranîna Komkujiya Pirsûsê sûc hesibandin

Sêşem 24 Sibat 2026 - 03:25

Tevlîbûna endamê Ekolojiya Polen Cemîl Aksû ya li bîranîna Komkujiya Pirsûsê û nêrînên wî yên têkildarî têkoşîna ekolojiyê sûc hate hesibandin. Fîgen Yuksekdag jî weke 'endama rêxistinê' hate nîşandan.

Ekolojîst Cemîl Aksû ku di serdegirtina malan a 3'yê Sibatê ya li hemberî endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan hate binçavkirin, nêrînên wî yên têkildarî têkoşîna ekolojiyê û tevlîbûna li bîranînên Komkujiya Pirsûsê sûc hate dîtin.

Siyasetmedar, rojnamevan, hunermend, ekolojîst jî di nav de 105 kesên ku 3'yê Sibatê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin piştî 4 rojên li binê çavan 83 ji wan hatibûn girtin. Sûcdariyên ku li Cemîl Aksû hatin kirin jî radix pêş çavan bê girtin û biçavkirin çiqasî bê bingeh in.

Di nava sûcdariyên li Cemîl Aksû hatin kirin de ya herî zêde balê dikişîne tevlîbûna wî ya li bîranîna 20'ê her mehê ya li Kadikoyê bû ku têkildarî Komkujiya Pirsûsê tê lidarxistin. Di dosyayê de ku wêneyên Cemîl Aksû yên li bîranînê hate bicihkirin, ciwanên ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan weke 'endamên rêxistina terorê' hatin pênasekirin, her wiha tevlîbûna li bîranînê jî weke sûc hate nîşandan.

Her wiha axaftina bi telefonê ya Cemîl Aksû ya bi hevalekî xwe re li ser Kanal Îstanbol kir, li dosyayê hate bicihkirin. Polîs ev axaftin weke delîlek ji bo endametiya rêxistinê pêşkêş kir.

Di dosyayê de ku beşdariya li çalakiya sala 30'emîn a rojnameya Atilimê jî weke sûc hate nîşandan, ji bo Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya dema derbasbûyî Fîgen Yuksekdag ku peyama piştgiriyê ji çalakiya rojnameyê re şand 'endama rêxistina terorê' hate gotin. Axaftin û peyamên di çalakiyê de hemû weke 'sûc' hate nîşandan û pirsa 'bi fermana kê tevlî çalakiyê bûye' ji Cemîl Aksû hate pirsîn.

Pirtûk û kovarên di serdegirtina mala Cemîl Aksû de hatin desteserkirin weke delîla 'endametiya rêxistinê' li dosyayê hate bicihkirin. Pirtûkên li malê hatin dîtin ên li ser Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan, hin hejmarên kovarên Modernîteya Demokratîk, Jin a Sosyalîst û Teoriya Marksîst weke delîlên sûcdariya endametiyê hatin nîşandan.

ANF / STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.