Rejîma Îranê 4 jin girtin

În 20 Sibat 2026 - 03:52

Zext û girtinên rejîma Îranê ya li ser jinan berdewame. Hat diyarkirin ku rejîma Îranê 4 jinên din li bajarên cûda yên Îranê binçavkiriye û çarenûsa wan jinan nediyare. Li gor agahiyên ku malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî, parvekiriye, jina bi navê Kîmya Dawudî xelkê Tehranê di dema serdegirtina mala wê ya ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û ji bo cihek nediyar hatiye birin. Her wiha hatiye diyarkirin jinên bi navên Ayda Îzedî (19) û Sugen Naîcî (21) xelkên Çemistan di dema serdegirtina malên wan ya ji aliyê polîsên Îranê ve hatine binçavkirin. Malbat li ser çarenûsa wan ti agahî bidest nexistine.

Jinek din a bi navê Hedîs Elmaspur ya xelkê parêzgeha Îlamê bêyî biryara dadwer ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye binçavkirin. Hatiye diyarkirin ku Hedîs Elmaspur birine cihek nediyar û çarenûsa wê nediyare.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.