YRJ dê konferansa xwe li dar bixe
Sêşem 4 Mijdar 2025 - 03:15

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ), dê 8’ê Mijdarê 2025’an de konferansa xwe ya 4’emîn, li bajarê Qamişloyê li dar bixe.
Ragihandina Jin (YRJ), dê di 8’ê Mijdarê 2025’an de, konferansa xwe ya 4’emîn li dar bixe. Konferans dê li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê lidarxistin.
Li gorî agahiyên berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd dê nêzî 170 delege beşdarî konferansê bibin. Li gorî rêziknameya YRJ’ê ji her du salê carekê konferans tê lidarxistin. Lê ji ber rewşa ewlehiyê, şert û mercên herêmê ev 4 sal in konferans nehatiye lidarxistin. Ji ber vê sedemê jî ji bo konferansa 4’emîn amedekariyek berfireh tê kirin.
Ji bo organîzekirina konferansê sê komîteyên amedekar; komîteyek ji bo amedekariya cih û beşdarvanan, komîteyek ji bo nîqaşkirina rêziknameyê û komîteyek ji bo amedekirina rapora xebatên 4 salan, çi xebat hatine kirin, di kîjan mijaran de kêmanî derketine û pêwîst e çi bê kirin, hatine avakirin.
Her wiha dê di konferansê de armancên ku YRJ’ê dane pêşiya xwe, çawa dikarin rêxistinbûna xwe berfirehtir bikin û hejmara rojnamegerên jin zêdetir bikin, bên nîqaşkirin. Mijarên girîng ên weke dan û standinên rojnamegerên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Sûriyeyê re çawa bê çêkirin, mijara polîtîkaya weşanê û zimanê ragihandinê jî dê bên nîqaşkirin.
Ragihandina Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 28’ê Hezîrana 2020’î de bi beşdariya 86 delegeyan konferansa xwe ya sêyemîn li dar xistibû û avakirina YRJ’ê ragihandibû. Niha 557 rojnamegerên jin endamên YRJ’ê ne.
ANHA/QAMIŞLO















