‘Ji Min Re Çîrokekê Bêje’ li Doclisboayê xelat wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 3 Mijdar 2025 - 00:56

Derhênera Kurd Ebrû Avci bi belgefilma xwe ya “Ji Min Re Çîrokekê Bêje” li Festîvala Fîlman a Doclisboayê Xelata Taybet a Juriyê wergirt.

Festîvala Doclisboa her sal di dawiya meha Cotmehê de li bajarê Lîzbon ê Portekîzê tê lidarxistin. Festîval îsal cara 23’an hate lidarxistin û li festîvalê ji 52 welatan qederê 200 filmî hate nîşandan.

Belgefilma Ebrû Avci behsa kesekî bi navê Yûsif dike ku gund bi gund digere û dixwaze çîrokên li ber windabûnê ne qeyd bike. 

Ebrû Avcî sala 1991ê li Semsûrê ji dayîk bûye. Ew xwendekara derhênerê Macar Béla Tarr bû. Fîlma wê ya yekem "Why Is It Difficult to Make Films in Kurdistan?" (Çima li Kurdistanê Çêkirina Fîlman Zehmet e?) li gelek festîvalan hat nîşandan û gelek xelat wergirtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.