Me Gûrbetellî bi têkoşînê nas kir
Çarşem 8 Cotmeh 2025 - 03:20
ROZA METÎNA / AMED
Rojnameger Dîren Yûrtsever têkildarî salvegera şehadeta Gûrbetellî Ersoz diyar kir ku wê Gûrbetellî bi têkoşînê nas kiriye û got:”Gurbetellî tê wateya jineke li ber xwe dide, jineke serî natewîne, jineke azad."
Gûrbetellî Ersoz yekem Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya jin e. Wê her tim li dijî zihniyeta yekperest, faşîst, zayendperest û zihniyeta dijminatiya jinan dikir li berxwe da û dev ji pênûsa xwe berneda. Jinên rojnameger ên li qadan li berxwe didin jî li ser şopa Gûrbetellî Ersoz a heqîqetê têkoşîna xwe dewam dikin. Îsal Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî ji bo xwedîderketina li mîrateya Gûrbetellî yekemîn Xelatên Rojnamgeriya Jinan a Gûrbetellî Ersoz li dar xist.
Rojnameger Dîren Yûrtsever hem li ser têkoşîna Gûrbetellî hem jî li ser wateya Xelatên Rojnamgeriya Jinan a Gûrbetellî Ersoz nirxandin kir. Dîren Yûrtsever got:” Wekî rojnamevanên jin, me bi salan e xwe wekî şopînerên Gûrbetellî Ersoz û şehîdên çapemeniyê pênase kiriye. Di vê têkoşîna ji bo rastiyê de, em hewl didin li ser vê rêya wan ronî kiriye bimeşin, qet hevaltiya wan ji bîr nekin û em hewl didin hêjayî têkoşîna wê bin."
Me Gûrbetellî bi têkoşînê nas kir
Dîren Yûrtsever da zanîn Gûrbetellî Ersoz tu carî serî netewandiye û wiha got:"Me Gûrbetellî Ersoz bi têkoşîna wê û 'şopa' wê hem li ser têkoşîna azadiya jinan, hem li ser kevneşopiya çapemeniya azad û hem jî li ser têkoşîna rastiyê bi tevahî hiştiye, nas kir. Û ev rastî bi me dide hîskirin, em bi salan e hevrêyên Gûrbetellî ne. Ji ber ku gava em li ser Gûrbetellî difikirin, yekem gerînendeya jin a rojnameyekê tê bîra me. Gûrbetellî Ersoz di demên tarî yên wekî salên 1990'î de, dema ku medya bi tevahî bi 'mêran' ve girêdayî bû bi têkoşîna xwe ya di medyayê de derket pêş. Gurbetellî tê wateya jineke li ber xwe dide, jineke serî natewîne, jineke azad."
Gûrbetellî bandor li ser me kir
Dîren Yûrtsever di heman demê de bal bir ser bandora rola Gûrbetellî ya li ser jinên rojnameger û wiha pê de çû:"Hewldan û têkoşîna Gûrbetellî, bi taybetî di çapemeniya azad de û bi giştî di têkoşîna ji bo rastiyê de, ji bo me rojnamevanên jin rêyek ber bi pêşerojek azad vekir. Wê fêrî me kir ku em çawa ji bo rastiyê şer bikin, çawa di vê rêyê de bimeşin. Ji bo me rojnamevanên jin ên ku di çapemeniya azad de dixebitin, ew pîvana jiyanê ye. Wê fêrî me kir ku em çawa bi hişmendî û perspektîfek jinane û her wiha bi helwestek jinane li dijî medyaya zayendperest û mêran şer bikin û çawa alternatîfan biafirînin. Di vê wateyê de, wê bandorek kûr li ser me rojnamevanên jin kiriye. Wekî rojnamevanên jin, me bi salan e xwe wekî şopînerên Gûrbetellî Ersoz û şehîdên çapemeniyê pênase kiriye. Di vê têkoşîna ji bo rastiyê de, em hewl didin li ser vê rêya wan ronî kiriye bimeşin, qet hevaltiya wan ji bîr nekin û em hewl didin hêjayî têkoşîna wê bin."
Çapemeniya azad her têkoşiyaye
Dîren Yûrtsever di heman demê de bal bir ser têkoşîna di qada çapemeniya azad de û wiha dewam kir:"Parastina me ya herî mezin rêxistina me ye. Şîdeta polîsan, nêzîkatiyên zayendperest, zexta dadwerî û zexta dewletê ya ku em dema nûçeyan dişopînin pê re rû bi rû dimînin, êrîşek li ser rastiyê ye. Tiştê herî girîng ê kevneşopiya çapemeniya azad a di van salan de rêbazên têkoşîna li dijî van êrîşan e. Di vê çarçoveyê de, bi rêya komeleyên li gorî pîşeya rojnamegeriyê hatine avakirin, toreke têkoşîna rêxistinkirî hatiye afirandin. Qadên hevgirtinê afirandiye. Bi raporên amade kiriye, daxuyaniyên daye û çalakiyên kiriye, hemû êrîşên li dijî rojnamevanan û azadiya çapemeniyê eşkere kiriye û di dîrokê de tomar kiriye. Li dijî vê zordariya sîstematîk a ku bi salan berdewam kiriye, çapemeniya azad ne tenê hebûna xwe parastiye, lê di heman demê de mezin bûye û mafê raya giştî yê agahdarkirinê di her şert û mercî de misoger kiriye. Bi ya min, di vê wateyê de, çapemeniya azad her tim têkoşînek bêhempa daye û dide."
Pêşbirk xwediyê hedefekê ye
Dîren Yûrtsever her wiha bal bir ser Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gûrbetellî Ersoz û wiha dewam kir:"Lidarxistina merasîmek xelatdayînê ya ji bo rojnamegeriya jinan pir girîng e û rastiya li ser navê Gûrbetellî Ersoz e, wê hîn watedartir dike. Wate û girîngiya vê merasîmê ew e ku rojnamegerên jin hêzdar bike da ku têkoşînek bibandortir bidin, hilberîna xwe zêde bikin û nûçeyên jinan ji perspektîfek jinane bi bandortir biafirînin û pêşkêş bikin. Ev pêşbirk xwedî armanc û hedefekê ye. Di heman demê de, serlêdanên ji bo vê pêşbirkê tê wateya hilberandina nûçeyên jinan ên bibandortir û domandina têkoşîna jinên pêşeng ên ku bedel dane."