Êrişên li Rojava li dij wekheviyê ye
Çarşem 11 Sibat 2026 - 03:55

ROZA METÎNA / AMED
Rojnameger Argeş Gewda têkildarî geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku tevî peymanê jî hîn dorpêça li ser Kobanê dewam dike û wiha got:"Êrişên qirkirinê yên li ser Gelê Kurd bi piştgiriya Tirkiye û HTŞ’ê pêk hatin. Êrişên li Rojava li dij wekheviyê ye. Bi vê re jiyana wekhev a gelan a li Rojavayê Kurdistanê jî tê xwestin bê astengkirin."
Di 6'ê Çileyê de komên cîhadîst ên girêdayî rêveberiya demkî ya Şamê li dijî Rojavayê Kurdistanê êrîş pêk anî. Bi peymana 30'yê Çileyê re agirbest li herêmê hat ragandin. Tevî peymana di 30’yê Çileyê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de hatibû îmzekirin jî dorpêça li ser Kobanê hîn jî didome. Rojnameger Argeş Gewda li ser geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê nirxandin kir.
Êrişên li Rojava li dij wekheviyê ye
Argeş Gewda da zanîn ku tevî peyman hat îmzekirin jî dorpêça li ser Kobanê dewam dike û wiha got:”Êrişên qirkirinê yên li ser Gelê Kurd bi piştgiriya Tirkiye û HTŞ’ê pêk hatin. Her wiha bi navbeynkariya dewletên hegemon ên wekî Emerîkayê jî ev êriş pêk hatin. Ev êrişana bi awayekî tund pêk hatin. Li dijî êrişên li ser taxên Şêxmeqsût û Eşrefiyê lehengên mîna Zîyad Heleb, Denîz Efrîn li berxwe dan. Vê berxwedanê bandor li ser hemû aliyên Rojavayê Kurdistanê kir. Piştî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Tebqa, Reqa, Dêra Zorê jî êrişan dewam kirin. Ji bo aramiyê û ji bo gelên li herêmê mexdûr nebin peymanek, di navbera QSD û HTŞ’ê de pêk hat. Di encama vê îmzekirinê de divê QSD’ê çekên xwe yên giran vekişanda derveyî bajêr. Divê hêzên çekdar ên girêdayî hukumeta veguhêz jî hêzên xwe ji derdora bajarên kurdan vekişînin. Li gor vê yekê divê dorpêça li Kobanê jî rabûya. Lê belê hîn dorpêç dewam dike. Ji ber dorpêçê zarokan ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Li dijî êrişan li her aliyê Kurdistanê kurd rabûn ser piyan. Lê belê ji aliyekî jî Tirkiyeyê alîkariyên ji bo gelê Kobanê asteng kir. Deriyê Murşîtpinarê nehat vekirin. Ev jî tê maneya berdewamiya êrişên dewleta tirk a dagirker a ji bo qirkirina Gelê Kurd. Ji bo kurd nebin xwedî statu, ji bo kurd di qada navneteweyî de neyên naskirin, ji bo kurd mafên xwe bi dest nexin dewleta tirk astengiyan derdixe. Bi vê re jiyana wekhev a gelan a li Rojavayê Kurdistanê jî tê xwestin bê astengkirin. Ev êriş li dijî fikir û ramana Rêber Apo ya netewa demokratîk e.”
Divê koçber vegerin ser axa xwe
Argeş Gewda destnîşan kir ku li gor peymanê divê niştecihên kurd ên ji Girê Spî, Serêkanî û Efrînê bi darê zorê hatine koçberkirin dîsa vegerin warê xwe lê belê hîn ev yek pêk nehatiye. Argeş Gewda wiha dewam kir:”Kurd ji ber êrişên çeteyan û dewleta tirk a dagirker ji Efrînê koçî Şehbayê bûn. Piştre jî ji Şehbayê koçî bajarên mîna Tebqa, Reqayê bûn. Ji ber dilsozî û welatperweriya gelê Efrînê ew sê caran ji cihê xwe hatin koçberkirin. Tê xwestin bi êrişan çavên kurdan jî bitirsînin. Kurd jî ji ber ku dev ji xeta xwe ya berxwedanê bernadin tim bi koçberî, kuştin û êrişan rû bi rû mane. Kurdên ji ser axa xwe bi darê zorê hatine koçberkirin divê vegerin ser axa xwe. Jixwe bi êrişan û bi vê helwestê tê xwestin têkoşîn û berxwedana Gelê Kurd bên sekinandin.”
Rêber Ocalan rolek girîng lîst
Argeş Gewda diyar kir ku li dijî êrişên qirkirinê rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng bû û wiha got:”Rêber Ocalan peyamên xwe yên girîng ragihand. Projeya neteweya demokratîk a Rêber Ocalan diparêze aramî anîbû Rojavayê Kurdistanê. Tevî ku niha zext û tecrîda li ser Rêber Ocalan dewam dike jî hewldanên wî yên ji bo aştî û demokrasiyê dewam kir.”
Çeteyên DAÎŞ’ê xetereyê ava dikin
Argeş Gewda di heman demê de bal bir ser liv û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê û wiha dewam kir:”Niha kesên di nava artêşa hukumeta demkî ya Sûriyeyê de cihê xwe digirin berê endamên DAÎŞ’ê bûn. Gelek endamên DAÎŞ’ê ji aliyê QSD’ê ve hatibûn girtin. Lê belê piştî êrişên HTŞ’ê gelek endamên DAÎŞ’ê hatin berdan û dîsa di êrişan de hatin bikaranîn. Girtiyên DAÎŞ’ê di Hepsa Extan a Reqayê de bûn. QSD’ê ji bo ev çete neyên berdan li berxwe da. Lê belê bi navbeynkariya hêzên navneteweyî şervanên ev der diparastin ji vir vekişiyan. Yek ji cihê xeternak ê girtiyên DAÎŞ’î tê de ne yek jê Hepsa Vêran a li Hesekê ye. Jixwe di sala 2022’yan de jî çeteyan hewl dabûn ji vir birevin. Çiqas êriş pêk tên şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê jî êrişî girtîgehê dikin. Hîn jî xeteraya li Hepsa Vêran dewam dike. Beriya vêya bi navbeynkariya navdewletî 150 girtiyên DAÎŞ’ê ji bo dewleta Iraqê hatibû radestkirin. Liv û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê ji bo herêmê xetereyek mezin ava dike.”
Ev hevdîtin ne ji bo berjewendiyên gel e
Argeş Gewda li ser hevdîtina ENKS û Ehmed El Şara jî wiha got:”Hevseroka Şandeya Kurdî Pervîn Yûsûf li ser çûyina ENKS’ê ya ji bo hevdîtina bi Ehmed El Şara re nirxandin kiribû. Wexta ku êriş li ser her aliyên Kurdistanê dewam dikir ev yek pêk hat. Ev hevdîtin jî bêyî agahiya Şandeya Kurdî pêk hat. Di naveroka hevdîtinê de em nizanin çi hatine axaftin. Dan û stendinên bi vî rengî berjewendiyên gel naparêzin. Ev tenê ji bo berjewendiyên şexsî ne. Jixwe yek ji sedeman van êrişên dawî jî ew bû ku yekîtiya di navbera Gelê Kurd de têk biçe. Divê ENKS li ser vê hevdîtinê daxuyaniyekê bide ger nede em ê bibêjin ev hevdîtin tenê ji bo berjewendiyên şexsî ne.”












