Li Rojava sûcên şer hatine kirin 

În 27 Sibat 2026 - 03:15

Di 22’ê Sibatê de şandeyek hiqûqnasan a MAF-DAD’ê ji welatên Ewropayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, ji bo belgekirina binpêkirinên di şer de serdana saziyên hiqûqî, siyasî, birîndarên şer û şahidên bûyeran kir. Piştî lêkolînên xwe li bajarê Amûdê daxuyaniyek da. Endamê Şandeyê û Wezîrê Edaletê yê Îzlandayê yê berê Ögmundur Jonasson di daxuyaniyê axivî û got:“Ezê di du mijaran de biaxivim. Yek ji wan rewşa siyasî ye. Herkes dizane ku Kobanê di bin dorpêçê de ye, dema Kobanê di bin dorpêçê de be, tê wateya ku tevahî cîhan di bin dorpêçê de ye. Ji ber Kobanê û Rojava sembola berxwedanê ne. Kobanê ji bo mafê mirovan û demokrasiyê li ber xwe dide. Em hatin Rojava da ku nûnerên Rêveberiya Xweser bibînin û li rewşa hiqûqî binêrên. Me gelek kesên bijîşk, kesên di nava xebatan de dîtin. Me aliyên hiqûqnas ditin. Me gelek kesên şahidên bûyeran dîtin.” Hiqûqnas Rengîn Ergûl jî têkoşîna gelê Rojava silav kir û got:“Di çarçoveya serdana me ya serbixwe ya qada li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de; em bi qurbaniyên şer, kesên koçber ên navxweyî, sivîlên birîndar, xebatkarên tenduristiyê û nûnerên saziyên têkildar re hevdîtin kirin. Ev xebat serbixwe ye û li ser bingeha standardên mafê navneteweyî wek mîsyona tesbîta rastiyê tê meşandin. Îro li vir dixwazim di pênc eksên bingehîn de nirxandina me bi we re parve bikim.
Rapora me ya serbixwe wê bi mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî û saziyên têkildar re were parvekirin.

* Sûcên di Çarçoveya Statûya Romayê de

Belgeyên ku hatine komkirin, ne tenê ji aliyê mafê mirovî yê navneteweyî ve, herwiha ji aliyê mafê ceza yê navneteweyî ve jî hewceyê nirxandinek cidî ne. Êrîşên li dijî sivîlan, bikaranîna hêzê ya bê cudahî, hilweşandina binesaziyên sivîl û binpêkirinên têkildar bi parastina tesîsên tenduristiyê; di çarçoveya Statûya Romayê de dikarin wek sûcên şer an jî, dema şertan pêk tê, wek sûcên li dijî mirovahiyê bêne nirxandin. Bêguman û mixabin nirxandina dawî ya qanûnî aîdî darazê ye. Lê erkê me ew e ku delîlên ku nîşanî vê astê didin, li gorî standardên navneteweyî bi awayekî rast û tomarkirî belge bikin.

* Bêdengiya Cîhanê

Di qadê de tiştê ku herî zêde tê hîskirin ne tenê wêranîya fizîkî ye; herwiha bêdengiya civaka navneteweyî ye. Normên mafê navneteweyî zelal û girêdayî ne. Parastina sivîlan, qedexekirina êşkenceyê, qedexekirina koçberkirina bi zorê – ev hemû rêgezên gerdûnî ne. Tevî vê yekê, nebûna mekanîzmayek navneteweyî ya bibandor ku îdîayên binpêkirinên giran di demeke dirêj de lêkolîn bike, di nav qurbaniyan de hestek kûr a neheqiyê diafirîne. Bêdeng mayin, binpêkirinê ji holê radike; berevajî wê, hestê bêcezasiyê xurt dike.

* Manipulasyona Medyayê

Çavdêriyên me yên qadê nîşan didin ku di şertên pevçûnê de agahdarî dikare bi awayekî giran were manipule kirin.

Windabûna sivîlan tê veşartin, cudahiya di navbera hedefa leşkerî û qada sivîl de tê têkbirin, û carinan aliyê ku qurban e tê sûcdarkirin. Ji ber vê yekê, em belgekirina serbixwe, dikare were rastandin, pir-çavkanî û li ser bingeha teyîda çepê û rastê ava kirin esas girt. Nirxandina hevbeş a şahidiyan, tomaran tenduristî û bulgên fizîkî yên qadê ji ber vê yekê girîng e.

* Pratîka Bêcezatiyê ya Berê û Cezakirina Faîlan

Di bîra gelê herêmê de ne tenê binpêkirinên îroyîn hene; herwiha sûcên giran ên ku berê nehatine lêkolîn kirin, nehatine darizandin û nehatine cezakirin jî hene. Heke sûcên giran bi awayekî bandorî neyên lêkolîn kirin û faîl hesab nedin, ev rewş dikare veguherê çandek binpêkirinên sistematîk. Di mafê navneteweyî de, bêcezatî zeminê ji bo binpêkirinên nû amade dike. Armanca xebata me ne tolhildan e; belê avakirina bersivdariyê li ser bingeha serweriya qanûnê ye. Dad edalet dikare dereng were; lê bi belgekirina sistematîk nikare bê paşxistin.

* Peyama Ku Gelê Kurd Tenê Nîne

Aliyê herî mirovî yê vê serdana qadê ev e: Her qurbanê ku me bi wî/wê re axaft, ne tenê dixwaze çîroka xwe bêje; dixwaze were bihîstin. Êş û azarên gelê Kurd û hemû sivîlên ku li herêmê dijîn nepenî nînin. Mafê navneteweyî, bêyî cudakirinê li ser nasnameyê, ji bo hemû kesan derbasdar e. Em li vir ne tenê ji bo tomarkirina binpêkirinan in; herwiha ji bo nîşandana vê yekê jî ne:Li gori sinora heza me, Ev êş tên belgekirin. Ev şahidî tên tomarkirin. Ev dosye nayên girtin.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.