Konferans naskirina hêza siyasî bû
Çarşem 18 Sibat 2026 - 03:42

Rojnamevan Fehîm Işik diyar kir ku beşdarbûna Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di Konferansa Munîhê de tê wateya naskirina hêzeke siyasî.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 2026'an, li bajarê Munîh yê Almanyayayê di navbera 13-15'ê Sibatê de pêk hat. Konferans ku bi beşdariya nêzîkî 120 welatan û 450 nûnerên wan ên payebilind pêk hat, rojeva ewlehiyê ya gerdûnî nîqaş kir û li ser dînamîkên siyasî û ewlehiyê yên li Sûriyeyê nîqaşên berfireh hatin kirin. Yek ji pêşketinên herî berbiçav ên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê beşdariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Îlham Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham li ser sehneya navneteweyî bû. Beşdarbûna wan ji bo Kurdên Rojavayê di temsîliyeta rasterast de li ser qada dîplomatîk a navneteweyî de cara yekem bû. Di seranserê konferansê de, Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed rêze hevdîtin bi berpirsên payebilind ên dewlet û hikûmetê re kirin.
Rojnamevan Fehîm Işik ku vexwendina Kurdên Rojavayê bo konferansê nirxand, diyar kir ku beşdarbûna Ebdî û Îlham Ehmed dihat çaverêkirin û got: "Wekî ku hûn dizanin, piştî êrişeke navneteweyî li ser Rojavayê, di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de peymanek hat îmzekirin. Me nîşanên vê civînê di civîna Meclisa Nûneran a DYA'yê de dîtin. Di wê civînê de, piştgiriyeke pir xurt ji bo Rojavayê hebû. Di cih de piştî wê, gelek welatên Ewropî, di serî de Portekîz û Holanda, di parlamentoyên xwe de biryarên girîng dan da ku Kurdên li Rojavayê biparêzin û piştgiriya wan bikin. Di cih de piştî van biryaran, civîneke girîng li Parlamentoya Ewropayê pêk hat ku tê de peyamek pir zelal hat dayîn. Di vê peyamê de bi awayekî bêguman hat gotin ku êrişên li dijî Kurdan nayên qebûlkirin. Bi heman awayî, hişyariyên cidî ji Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re jî hatin dayîn. Piştî vê peyamê, Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ku di navbera 13-15'ê Sibatê de li Munîh a Almanyayê, hat lidarxistin. Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed beşdar bûn. Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê, konferanseke ku bi salan tê lidarxistin. Kurd berê jî beşdarî konferansên bi vî rengî bûne. Lêbelê, vê carê girîng bû ku ew konferansek bû ku tê de hemû mijarên sereke yên têkildarî ewlehiyê yên gerdûnî hatin nîqaşkirin."
Fehîm Işik diyar kir ku beşdarbûna Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê tê wateya naskirina wekî hêzeke siyasî û got ku lê ev nayê wateya naskirina Rêveberiya Xweser a Rojavayê. Fehîm Işik destnîşan kir ku Kurd ji sala 2014'an vir ve tenê bi rêya hevpeymaniyên leşkerî li Rojavayê wekî hêzekê hatine naskirin û nasîn û got: "Ji ber vê yekê, wan têkiliyên xwe bi piranî li pişt perdê, bi şiklê hevpeymaniyên leşkerî parastin. Ji hêla siyasî ve, dem bi dem, hevseroka berê ya Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê Îlham Ehmed, çû DYA'yê û paşê, wekî Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve, serdana welatên cuda kir. Lê ji hêla siyasî ve, qet naskirineke fermî çênebû. Civînên curbicur bi piranî bi rêya rêxistinên civaka sivîl hatin lidarxistin. Lê di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de, ji bo cara yekem, ew ji hêla siyasetmedarên ji çar aliyên cîhanê ve, hem ji hêla siyasî ve û hem jî ji hêla leşkerî ve hatin pejirandin. Bê guman, ev di warê fermî de, wekî naskirina hêzekê ye."
MA / STENBOL / ESRA SOLÎN DAL













