Divê dorpêça li ser Kobanê rabe
Sêşem 17 Sibat 2026 - 03:47

ROZA METÎNA / AMED
Rojnameger Mihemed Cerada têkildarî rewşa dawî ya li Kobanê diyar kir ku pêdekirina pêdiviyên jiyanî her diçe zehmetir dibe û wiha got:” Li gor vê peymanê divê dorpêça li ser Kobanê raba. Lê belê hîn dorpêç dewam dike. Kesên bi nexweşiyên giran ên mîna şekir, pençeşêr û her wekî dinê hene. Ji bo wan derman lazim e. Divê bikaribin dermanên xwe bigirin. Divê dorpêça li ser Kobanê bê rakirin.”
Dorpêça HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî dewleta Tirk a li ser bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê didome. Ji ber dorpêçê, xwegihandina xizmetên tenduristiyê ya li bajar her diçe zehmetir dibe. Her wiha xwegihandina pêdiviyên jiyanî jî her diçe zehmet dibe. Ji ber zehmetiyan zarok jî jiyana xwe ji dest didin. Rojnameger Mihemed Cerada li ser rewşa Kobanê û hinek xalên girîng ên têkildarî Rojavayê Kurdistanê nirxandin kir.
Divê dorpêça li ser Kobanê rabe
Mihemed Cerada da zanîn Divê dorpêça li ser Kobanê rabe û wiha got:"Di 29'ê Çileyê de peymanek di navbera QSD û HTŞ'ê de hat îmzekirin. Li gor vê peymanê divê dorpêça li ser Kobanê raba. Lê belê hîn dorpêç dewam dike. Pêdiviyên sereke yên jiyanî pir bi zehmetî tên peydakirin. Av û kerebe li ser Kobanê hat qutkirin. Ji ber ava ne paqij jî gelek şêniyên Kobanê nexweş ketin. Hinek alîkarî derbasî Kobanê dibe lê ev ne têrker e. Kesên bi nexweşiyên giran ên mîna şekir, pençeşêr û her wekî dinê hene. Ji bo wan derman lazim e. Divê bikaribin dermanên xwe bigirin. Divê dorpêça li ser Kobanê bê rakirin. Divê yên nexweş bikaribin bi awayekî hêsan pêdiviyên tendirustiyê bi dest bixin. Her wiha alîkariyên ji bo Kobanê ji aliyê Tirkiyeyê jî hatibû astengkirin. Piştre ew alîkarî hatin derbaskirin."
Koçber dixwazin vegerin cihê xwe
Mihemed Cerada bal bir ser mijara koçberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û wiha got:"Li gor peymana hat îmzekirin divê koçber bi awayê ewle vegeriya ser axa xwe. Lê hîn ev mijar wek xwe maye. Hêviya koçberan ew e ku vegerin ser axa xwe. Jixwe dema hatin koçberkirin malên wan jî hatibûn wêrankirin. Ev jî binpêkirina mafan e û nayê qebûlkirin. Li dijî vê yekê jî yekîtiya Gelê Kurd ferz e. Wekî mînak ENKS bêyî haya şandeya li Rojava jê hebe, çû bi HTŞ'ê re hevdîtin kir. Lê bi vê helwestê yekîtî pêk nayê. Divê em yekîtiya xwe bi hêz bikin."
Rêber Ocalan demokrasiyê dixwaze
Mihemed Cerada da zanîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo herêma Rojavayê Kurdistanê demokrasiyê esas digire û wiha pê de çû:"Rêber Apo di şoreşa Rojava û Sûrîyeyê de roleke girîng lîst. Her wiha di pêvajoya heyî de jî xwediyê roleke taybet bû. Her wiha dixwaza zagonên adîlane bên çêkirin da ku her pêkhate xwe tê de ewle bibînin."
DAÎŞ careke din zindî bû
Mihemed Cerada destnîşan kir ku ji ber êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê DAÎŞ careke dinê zindî bûye û wiha bi dawî kir:"Dema HTŞ û çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker derbasî Reqayê bûn li wir ala DAÎŞ'ê hat rakirin. Piştî QSD vekişiya şûnde liv û tevgera DAÎŞ'ê zêde bû. Ev yek wê bandora xwe li Sûriye û Iraqê jî bike. HTŞ jî jixwe bermahiya DAÎŞ'ê ye û bi awayekî fermî tê xwestin DAÎŞ nûjen bibe."















